1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlmên li ser YJA Star û YPG'ê li Berlînê hatin nîşandan
Fîlmên li ser YJA Star û YPG'ê li Berlînê hatin nîşandan,fîlmên,li,ser,yja,star,û,ypg'ê,li,berlînê,hatin,nîşandan

Fîlmên li ser YJA Star û YPG'ê li Berlînê hatin nîşandan

7. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de hetan iha gelek fîlm hatin nîşandan. Duh jî du fîlmên li ser berxwedana li dijî DAIŞ'ê hatin nîşandan

A+ A-

7. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê, bi nîşandana fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Tevî nîşandana fîlmên li ser berxwedana Rojava, Şengal, Kobanê û zindana Amedê, li ser mijarên Yilmaz Guney û sînemaya Kurd gelek panel tên lidarxistin. Festîval wê di 20'ê Hezîranê de biqede. Duh du fîlmên girîng hatin nîşandan. Fîlmê "Gulîstan" ê derhêner Zaynê Akyol û fîlmê "Bihuşta Min" ê ji aliyê derhêner Heydo ve li ser êrîşa çeteyên El Nûsra ya li hemberî Serêkaniyê hate amadekirin, hatin nîşandan.

BERXWEDANA GERÎLAYÊN JIN ÊN KURD

Fîlmê "Gulîstan" ê derhêner Akyol, li Qendîl, Kerkûk û Mexmûrê hatiye kişandin. Di fîlmê de qala perwerde û jiyana rojane ya gerîlayên jin ên ciwan tê kirin, ku wê ji bo rizgarkirina Êzidiyan biçin Şengalê. Di fîlm de, ku çîroka rêwîtiyekê ye, Akyol balê dikişîne piştperdeya şerê jinên Kurd ê li dijî DAIŞ'ê. Derhêner di fîlm de destnîşan dike, ku şer bi tena serê xwe nikare bibe çareserî û işaretê bi rola gerîlayên jin di avakirina jiyaneke nû de dike. Zaynê Akyol, bi rengekî vekirî û zelal têkoşîna gerîlayên jin ên Kurd radixe pêş çavên temaşekerên sînemaya cîhanê.

'BIHUŞTA MIN'

Fîlmekî din ê hate nîşandan, fîlmê "Bihuşta Min" ê derhênerê ji rojavayê Kurdistanê Ekrem Heydo bû. Di vî fîlmî de derhêner qala êrîşa çeteyên El Nûsra ya sala 2012'an a li dijî Serêkaniyê dike. Di fîlm de, tevî berxwedana YPG û YPJ'ê, jiyana bi hev re ya Kurd, Ereb, Çeçen û Ermeniyên li Serêkaniyê tê nîşandan.

Derhêner Ekrem Heydo anî ziman, ji bo kişandina fîlm ew gelek caran çûye Rojavayê Kurdistanê û got, "Di dema ku şer dewam dikir de min fîlm dikişand. Min hewl da bihuşta gelên li wê derê nîşan bide bê çawa ji ber êrîşan veguherî dojehê. Niha hemû kontrol di destê Kurdan de ye û gelên din jî xwedî mafên demokratîk û azad in. Di serî de perwerde, li hemû qadan dikarin bi nasnameya xwe bijîn."