1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Gavên ku dê di sala 2019'an de mohra xwe li qada zanistiyê bixin
Gavên ku dê di sala 2019'an de mohra xwe li qada zanistiyê bixin,gavên,ku,dê,di,sala,2019'an,de,mohra,xwe,li,qada,zanistiyê,bixin

Gavên ku dê di sala 2019'an de mohra xwe li qada zanistiyê bixin

A+ A-

PROJEYÊN LI SER CEMSERÊ

Zanyarên Emerîkî û Îngilîz wê meha Çileyê li Antarktîkayê mezintirîn projeya lêkolînê ya 70 salên dawî bi cih bînin. Tê payin ku proje pênc salan dewam bike. Di çarçoveya projeyê de wê bê lêkolîn bê Qeşa Thwaîtesê di nava dehan salên bê de bihele yan na. Bi vê armancê wê sensor bi phoca û fokan ve bê girêdan û lêkolîn bi vî rengî were kirin.

Di nava sala 2019'an de zanyarên Îngilîz wê li ser qeşaya cemserê sondajê bikin û hewl bidin nimûneyê ji qeşa 1.5 milyon salî werbigirin.

KOKA MIROVAHIYÊ

Sala 2003'an li ser fosîlên mirovan ên li girava Floresê ya Endonezyayê hate dîtin, lêkolîn hatibû kirin. Tê payin encamên vê lêkolînê sala 2019'an bên eşkerekirin. Her wiha pêkane ku di kolandina heman herêmê û girava Lûzonê de fosîlên nû bên dîtin. Çav li rê ye keşfa celebekî nû yê mirovî bê eşkerekirin.

GUHERTINA GENÊ MIROVAN

Sala 2018'an cotikên ku genên wan hatibûn guhertin ji dayik bûn. Tê payin ku di vê mijarê de ji aliyê hiqûqî ve gavên girîng werin avêtin. Zanyar daxwaza peymaneke navneteweyî dikin ku karibin li ser malzarok, sperm û embriyoyan destwerdana tibî bikin.

Encamên ezmûna li Çînê sala 2018'an hate kirin, wê ji nêz ve werin şopandin. Tê payin, li ser rewşa tenduristiyê ya her du pitikên cot ên genên wan hatin guhertin û bi wî rengî ji dayik bûn, rapor bên weşandin.

SÎNYALÊN KOZMÎK

Mezintirîn teleskopa radyo ya cîhanê Apertûre Spherîcal Radîo Telescope (ASRT) ku bi 500 metreyî mezin e, wê meha Îlonê aktîf bibe. Teleskop bi 170 milyon dolarî hate çêkirin. Teleskopa ASRT tevî ku bi nîv kapasîteyê xebitî jî 50 pûlsarên nû keşif kiribû.

SÎSTEMA XWEPARASTINÊ YA BEDENA MIROVAN

Terapiyên sîstema xweparastinê ya bedena mirovan ku salên dawî li dijî kanserê gelekî hate bikaranîn, tê payin ku sala 2019'an jî mohra xwe li qada tipê bixe. Zanyar dibêjin, dibe ku li vê mijarê gavên nû bên avêtin û tedawiya kanserê ji serî heta binî biguherîne.

ORGANÊN ÇÊKIRÎ

Çav li rê ye sala 2019'an ji aliyê organên çêkirî ve jî bibe saleke girîng. Dest, mil û lingên protez ku heta niha di asta ceribandinê de bûn, tê gotin ku wê sala 2019'an li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilîstanê li ser nexweşan bên bikaranîn.

Tê gotin, heman teknolojî dibe ku li ser kesên bi nexweşiyên psîkiyatrî û depresyonê ne bê bikaranîn.

NEXŞEYA ŞANEYÊN MEJÎ

Tê payin, sala 2019'an lîsteya giştî ya tîpên şaneyên li mejiyê mirov bê eşkerekirin. Lêkolîna li ser vê mijarê ji aliyê saziya bi navê Cell Censûs Networkê ve tê meşandin. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji saziyê ve hate ragihandin, li mejiyê mirovan bi hezaran şaneyên bi cureyên cuda hene. Pênasekirina temamiya van şaneyan, dibe ku şêweyê karkirinê yê vî organê herî nepen ê bedena me vebêje.

DERMANÊ NEXWEŞIYA ŞANEYA DASIK

Tê payin, sala 2019'an derman ji Nexweşiya Şaneyê Dasik re bê dîtin. Li ser vê nexweşiyê heta çar ezmûnên cuda yên tedawiyê tên kirin. Her çaran jî encamên gelekî xurt û bi bandor afirandin.

Her wiha tê gotin, ji bo nexweşiya dîstofriya masûlke jî dibe ku sala 2019'an gavên girîng werin avêtin.

CRÎSPR WÊ BIKEVE NAVA BAZARÊ

CRÎSPR ku rêbazeke guhertina DNA ye, tê payin ku yekemcar sala 2019'an bikeve bazarê. Wer xuya ye, CRÎSPR wê destpêkê li ser nexweşiyên xwînê yên genetîk bê bikaranîn. Nayê payin ku di lêkolînên li ser CRÎSPR a tedawiya kanserê de sala 2019'an encamek derkeve.

QULIKÊN REŞ

Sala 2019'an bi bikaranîna teleskopên nû yên radyo re, dibe ku li ser taybetmendiya qulikên reş agahiyên nû bi dest bikevin. Zanyar wê bi giranî bala xwe bidin ser qulikên reş ên ku materyalên li dora xwe hîn jî dikişînin nava xwe û hewl bidin li ser 'xwe xwedîkirinê' ya qulikên reş agahiyekê bi dest bixin.

 

ANF