1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Geliyê Gordenê û 50 gund wê di binê avê de bimînin
Geliyê Gordenê û 50 gund wê di binê avê de bimînin,geliyê,gordenê,û,50,gund,wê,di,binê,avê,de,bimînin

Geliyê Gordenê û 50 gund wê di binê avê de bimînin

A+ A-

  • DENÎZ ÎKE / AMED

Dewleta Tirk bi rêya bendav û santralên hîdroelektrîk (HES) erdnîgeriya Kurdistanê diherimîne. Li gel nerazîbûnan jî hikumeta AKP'ê hewl dide dîrok, mîrateya çandî û xwezaya Kurdistanê tine bike. Yek ji van karên AKP'ê jî Bendava li Farqînê ye. Karê ji bo çêkirina bendavê di çarçoveya Projeya GAP'ê de sala 2009'an dest pê kir û 80 ji sedî qediya ye. Bendav ji santrala hîdroelektrîk û 23 tesîsên avdanê pêk tê û wê di nava 2 salan de tije av bibe. Bendava li Farqînê ku 175,5 metre bilind e, piştî bendava Atatruk wê ya herî mezin be. Tevî vê yekê, tê plankirin ku 16 bendavên din ên ewlekariyê li herêmê bên çêkirin. Bendava Ilisûyê ya li Heskîfê jî ku li gel nerazîbûnên mezin hîn tê çêkirin, 95 ji sedî qediya ye. Endamê Platforma Parastina Hewselê Guner Yanliç li ser mijarê ji me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 1940'î û vir ve di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de li herêma Kurdan bendavên ewlekariyê çêdike.

Yanliç da xuyakirin ku di çarçoveya vê polîtîkayê de bi navê Projeya GAP'ê heta niha 11 bendavên ewlekariyê yên mezin hatine plankirin. Bêguman ji fêhmkirina vên projeyê, pêwîste polîtîkayên ewlekariyê, avê, çandiniyê û enerjiyê yên Tirkiyeyê bên nirxandin. Hem ji bo li derve û hundir serwer be, hem têkiliya civakî ji hev qut bike, hem jî ji bo mirovan koçber bike, dest bi çêkirina bendavên mezin kir."

Yanliç diyar kir ku mînaka destpêkê ya bendavên ewlekariyê yên li bajarên Kurdistanê Bendava Kebanê ya li Xarpêtê ye û wiha pê de çû: "Gelê li vê herêmê bi desthilatdariyê re ne li hev e. Li ku derê Kurdên ku serî li ber desthilatdariyê natewîne heye, li wir bendav tên çêkirin û bi rêya bendavan hewl tê dayin ku bên koçberkirin."

50 GUND WÊ DI BINÊ AVÊ DE BIMÎNIN

Yanliç anî ziman ku bendava li Farqînê tê çêkirin duyemîn benava herî mezin a li herêmê ye û ji ber vê bendavê wê Geliyê Godernê yê dîrokî ku di navbera navçeyên Farqîn, Lice, Pasûr û Hezroyê de ye ji holê rabe. Yanliç diyar kir ku ev herêm malovaniyê ji mîrateya dîrokî dikin û got, bi bendavê re wê ev herêm û 50 gund di binê bendavê de bimînin. Yanliç bi bîr xist ku mirovên li herêmê jî wê neçar bimînin ku koç bikin.

HIŞÊ CIVAKÎ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN

Guner Yanliç got, armanceke din ji çêkirina bendava li Farqînê tinekirina bîrdarî, gor û tehtên ji serdema neolîtîk mane û diyar kir, bi bendavê re wê qada jiyanê ya gelek gihayên endemîk, beraz, rovî û pezkoviyan di binê avê de bimînin.

Yanliç bi bîr xist ku Geliyê Godernê ji her alî ve di hedefa sermayedaran de ye û destnîşan kir ku bendavên li herêmê tên çêkirin, encameke polîtîkaya sed salî ya yektîpkirinê û tinekirina hişê civakî ye.

Yanliç bi dewamî got, "Geliyê Godernê, Newala Sonide, Çemê Holada û Heskîf wê bi bendava di binê avê de bên hiştin. Bi vî rengî hewl tê dayin dîroka civakê û hişê civakî ji holê were rakirin û girseyeke ji yek tîpî û serî li ber desthilatdariyê ditewîne bê afirandin."