1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Şengalê bi merasîmeke bi heybet gerîla bi rê kir
Gelê Şengalê bi merasîmeke bi heybet gerîla bi rê kir,gelê,şengalê,bi,merasîmeke,bi,heybet,gerîla,bi,rê,kir

Gelê Şengalê bi merasîmeke bi heybet gerîla bi rê kir

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê yên li Şengalê bi merasîmeke bi heybet xatir ji gelê Şengalê xwestin û ji herêmê çûn

A+ A-

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku erk û wezîfeya xwe ya li Şengalê bi cih anîn, bi merasîmeke bi heybet xatir ji gelê Şengalê xwestin.

Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi hawara civaka Êzidî ya Şengalê hatin, di nava çar salan de gel parastin û kirin ku civaka Êzidî bibin xwedî hêza xwe. KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan bi rengekî serketî erk û wezîfeya xwe bi cih anîne û ji ber ku civaka Êzidî êdî dikare xwe bi xwe biparêze, gerîla dikarin bi dilrehetî vegerin qadên xwe.

Beriya niha bi dmekê hin komên ji hêzên gerîla ji Şengalê derketibûn. Koma dawî jî li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke bi heybet xatir ji gel xwest û bi rê ket. Gelê Şengalê ji dil û bi bextewarî gerîla bi rê kir.

Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Kelar li merasîmê axivî û destnîşan kir ku gerîla heta niha bûne parçeyek ji têkoşîna mezin a li Şengalê û ji niha û pê ve jî wezîfeya wan a sereke wê parastina vî gelî be. Kelar diyar kir ku bi dilekî rehet ê ku wezîfeya xwe ya parastina jiyana mirovan bi cih aniye, ew vedigerin qadên xwe yanî vedigerin çiyayên azad.

Kelar got, "Em îro li Çiyayê Şengalê li hizûra şehîdên xwe merasîmekê dikin û koma xwe ya dawî ya gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê derdixînin. Dema ku em bi hevalên xwe re ji bo parastina Şengalê hatin vir, armanca me ya destpêkê parastina civaka Êzidî û gelê herêmê bû. Gerîlayên me bi rengekî bê kêmasî ev wezîfeya xwe bi cih anîn. Civaka Êzidî qedîm û bi rûmet e. Ji ber vê yekê parastina vê civakê wezîfe û şerefa me ye. Dilê me rehet e ji ber ku me ev wezîfeya xwe bi cih anîne."

'CIVAKA ÊZIDÎ ÊDÎ BÊ PARASTIN NÎNE'

Fermandar Kelar anî ziman ku wan fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih anîne, wezîfeya xwe temam kirine û wiha dewam kir: "Me karîbûn vî gelî ji nava lepên komkujiyê derxînin. Gelê me xwe gihandiye wê astê ku êdî gelek saziyên xwe ava kiriye. Saziyên wan ên siyasî û siyasî gihîştine asta ku têra wan dikin. Ev gel êdî dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Ya ku ji bo vê civakê pêwîst bû, ev bû. Gelê me xwedî li hevalan derket û her tim weke zarokên xwe dît. Çawa ku hevalên me xwedî li vî gelî derket, gelê me jî xwedî li hevalan derket.

Em niha li şehîdgehê ne. Li vê derê bi sedan şehîdên me radizên. Ji bo parastina vê civakê û azadkirina gelê xwe bi sedan gerîlayên me canê xwe feda kirin. Em niha li vê derê hevalan bi bîr tînin. Em şehîdên xwe emanetî gelê xwe dikin. Bi rengekî serbilind em niha li pêşberî şehîd û gelê xwe ne. Em kêfxweş in ji ber ku gelê me gihîştiye asta ku karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi xurtî bidome. Em pê bawer in ku gelê me wê li dijî çeteyên barbar ên AKP û DAÎŞ'ê wê karibe xwe biparêze. Gelê me gihîştiye wê astê ku van çeteyan biqedîne. Ji niha û pê ve moralê me bilind e. Çûyina gerîla ya ji vir wê ji bo gelê me bibe hêzek e."

Kelar di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku bi banga rêxistina xwe, bi rengekî bicihanîna wezîfeya xwe ew ji Şengalê vedikişin, lê belê eger êrîşek li civaka Êzidî were kirin wê careke li cem vî gelî be.

'GERÎLA JIYAN JI NÛ VE HÎNÎ ME KIR'

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Huseyîn Hecî piştre axivî û got, "Ji roja destpêkê ya fermanê ve gerîlayan di ber me de canê xwe feda kirin. Piştî ku 3'ê Tebaxa 2013'an ferman li me rabû, gerîla ji bo rizgarkirina civaka Êzidî hatin. Ji bo gelê me rizgar bike, roja destpêkê gerîla xwe gihand Şengalê. Piştî ku DAÎŞ hate şikandin, hevalan gelek cih rizgar kirin. Gerîla bi rengekî hêja û serketî wezîfeya xwe bi cih anîn û ev wezîfe niha radestî Meclîsê û hêzên parastinê kirin. Ji bo careke din ferman ranebin al radestî me kirin. Bi têgihiştina wan em ê jî vê alê timî li ba bidin. Hebûna saziyên heyî û YBŞ û YJŞ ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e. Her şehîdên ku wan di vê oxirê de dane, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan em îro li vir û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne."

Hecî herî dawî işaret bi girîngiya yekîtiyê kir û got, "Divê ji bo parastina Çiyayê Şengalê her kes seferber bibe. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em spasiya hemû şervanan dikin. Li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bila serê malbatên wan sax be. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dilsozê şehîdên xwe bin. Şehîd şehîdên Êzîdxanê û Çiyayê Şengalê ne. Bijî Rêber Apo."

Endama TAJÊ Xoxê Cîndî jî diyar kir ku wê timî bi minetdarî gerîla bi bîr bînin û got, "Çûyina gerîla me diêşîne, lê belê bi saya wan em bi serbilindî dimeşin. Ji ber ku ew mîna ewladên me bûn. Her tiştên xwe di ber de feda kirin, bi sedan şehîd dan. Bila xeman nexwin, em dayik û bavê van şehîdan e. Bila zanibin, wê Êzidî ti carî we ji bîr nekin û her tim cihê we li gel me hebe."

Piştî merasîmê gerîla bi konvoyeke dirêj bi rê ket û li her cihê jê derbas bû bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku nexwestin gerîal biçin wextekê konvoy sekinandin. Piştre gerîla heta bi cihekî bi gerîla ve çû û gerîla ber bi çiyayên azad ve bi rê kir.