1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Gelê Şengalê vedigere cih û warên xwe
Gelê Şengalê vedigere cih û warên xwe,gelê,şengalê,vedigere,cih,û,warên,xwe

Gelê Şengalê vedigere cih û warên xwe

Endamê Meclîsa bajarokê Xanesorê yê Şengalê Emer Salih diyar kir, Êzidî ref bi ref vedigerin ser axa xwe û ji bo ji nû ve avakirinê banga alîkariyê kir

A+ A-

Şêniyên Şengalê, ku 3 sal in derbeder in êdî pêl bi pêl vedigerin cih û warên xwe. Endamê Meclîsa Xanesorê Emer Salih têkildarî vegera malbatan ji ANF'ê re axivî û got: "Heta niha ji hemû gundên Şengalê heta navenda bajêr rojan bi dehan malbat vedigerin. Em weke Meclîsa Xanesorê bi her awayî piştgiriyê didin wan."

Emer Salih diyar kir, ku ew alîkariyê bi malbatan re dikin û got: "Em bi mehane alîkariyê didin malbatan. Heta niha me alîkarî dane 3 hezar malbatan. Me navendek ava kiriye. Em alîkariyê di carekê de didin 2 heta 3 gundan. Li gorî hejmara malbat û malê em erzaqê didin welatiyan. Em mehane ji derveyî alîkariya mehane, alîkariyê didin 100 malbatên hejar ku ti kesên wan tine, wan xwedî bikin."

'LI AXA XWE VEDIGERIN'

Salih destnîşan kir ku alîkariya ard, şekir, birinc, sabûn û pêwîstiyên din ên jiyana rojane didin malbatan û wiha dewam kir: "Niha ti gund nemane ku bi dehan malbat venegeriyane û hê jî vedigerin. Heta niha 3 hezar kes vegeriyane gundê Borikê. Li gundên din jî veger dewam dike.

'DI MEHA HEZÎRANÊ DE ZÊDETIRÎ 150 MALBAT VEGERIYANE ŞENGALÊ'

Endamê Meclîsa Xanesorê Emer Salih anî ziman, ku di meha Hezîranê de zêdetirî 150 malbat vegeriyane Şengalê û wiha got:

"Di meha Hezîranê de bêhtirî 150 malbatî hatine Şengalê. Em di wê baweriye de ne, di vê meha em tê de ne, zêdeyî 300 malbatî vegeriyan. Ev hejmar wê rojên pêşiya me jî zêde bibe. Ji ber ku gelek malbatên me li Başûrê Kurdistanê ne û zarokên wan diçûn dibistanê. Bi girtina dibistanê re wê ev hejmar her ku biçe zêde bibe. Bi rizgarkirina temamê Şengalê re wê vegara gelê me jî zêde bibe."

BANGA ALÎKARIYÊ

Salih herî dawî banga alîkariyê kir û got: "Em wek Meclîsa Giştî ya Bajarokê Xanesorê bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi me re bibin alîkar da ku em jî karibin, gelê xwe bi awayekî baş birêve bibin û Şengalek nû ji bo wan bidin avakirin. Malên ku hatine teqandin an jî hatine xerakirin ji nû ve nûjen bikin."