1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Google mejiyekî çêkirî afirand ku dema mirinê dizane
Google mejiyekî çêkirî afirand ku dema mirinê dizane,google,mejiyekî,çêkirî,afirand,ku,dema,mirinê,dizane

Google mejiyekî çêkirî afirand ku dema mirinê dizane

Şîrketa mezin a Amerîkî Google sîstemek afirand ku li gorî daneyên nexweşekî dikare îhtimalên mirinê texmîn bike

A+ A-

Sîstema ku ji aliyê Google ve hate afirandin rê li ber fikaran vekir. Lê belê ji bo derfetên tenduristiyê yên paşerojê jî weke gaveke ku dikare alîkariyeke mezin bike tê dîtin.

Mejiyê çêkirî yê nû ji aliyê lêkolînerên Google Brain û hempîşeyên wan ên li zanîngeha Stanfordê ve hate afirandin. Navê "Medical Brain" li mejiyê çêkirî hate kirin. Mejiyê çêkirî li ser şensên mirinê yên nexweşekî dikare texmînên statîstîkî bike. Ev sîstem wê karibe li ser mirovên li nexweşxaneyê tên dermankirin an jî rewşa nexweşiya wan di asta herî dawî de ye, bê bikaranîn.

Sîstem li gorî pîvaneke hêsan kar dike. Medical Brain hemû daneyên li dosya nexweş li hev dicivîne û ji bo alîkariyê bide rayedaran ku karibin biryarê bidin, encaman derdixîne. Li gorî afirînerên mejiyê çêkirî, sîstem wê karibe li ser dema dirêjkirina pêvajoya dermankirina nexweşekî jî nêrîna xwe eşkere bike.

Hate ragihandin ku encamên ji testên hatin kirin derketin holê, nêzî rastiyê ne. Mejiyê çêkirî, li ser rêjeya mirinê ya nexweşan, 95 ji sedî tespîtên rast kir. Rêbazên heta niha tên bikaranîn jî 86 ji sedî tespîtên rast kir. Google diyar kir, mejiyê çêkirî yê hatiye afirandin, ji bo dewamkirina razemeniya li vê qadê, serketineke rasteqîn e.

 

ANF