1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HRW: Pêşniyarqanûn bi têkoşîna jinan sekinî
HRW: Pêşniyarqanûn bi têkoşîna jinan sekinî,hrw,pêşniyarqanûn,bi,têkoşîna,jinan,sekinî

HRW: Pêşniyarqanûn bi têkoşîna jinan sekinî

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ragihand ku qanûna li jinan a Parlamentoya Iraqê bi ser neket û got: “Di encama hewldan û keda zêde ya Komîteya Mafê Jinan li Parlamentoya Iraqê de qanûna destûrê dide zewaca di bin temenê 18’an de bi bin ket.”

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) têkildarî pêşniyarqanûna destûrê dide ji derveyî dadgehê zewaca li gorî kevneşopiyên mezhebî û rê tê dayîn bi zarokeke 9 salî re zewac bê kirin, daxuyaniyek da û ragihand ku ev pêşniyarqanûn pêşî li zewaca di temenê biçûk de vedike, bi bin ketiye.

 

Rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî pêşniyarqanûna li dijî jinan a parlamentoya Iraqê daxuyaniyekî da û ragihand ku ev pêşniyarqanûn di encama hewldan û israra Serokê Komîsyona mafê jinan a parlamentoya Iraqê de hatiye sekinandin û bi ser neketiye.

 

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Parlamentoyê destpêkê ev pêşniyarqanûna ji bo qanûnên medenî yên Iraqê erênî pêşwazî kiribû. Di nava vê pêşniyarqanûnê de xalek hebû ku pêşî li zewaca di bin temenê 18 salî vedikir û destûrê dida ku zewac li gorî usûlên mezhebî werin pêkanîn. Lê serokê komîsyona mafê jinan vê pêşniyarqanûnê red kir û li dijî wê sekinî. Ji lewma ev pêşniyarqanûn hatiye sekinandin.”

 

Rêxistinê diyar kir tevî ku ev pêşniyarqanûn hatiye sekinandin jî, hê metirsî heye ku hinek parlamenterên Iraqî israr bikin ev pêşniyarqanûn were qebûlkirin û got: “Dibe ku hinek parlamenter derkevin û bixwazin van pêşniyarqanûnan bidin qebûlkirin, ji ber dibe ku ji bo di hilbijartinan de dengên zêde bigirin, vê pêşniyarqanûnên bi kar bînin.”

 

Rêxistinê diyar kir ku lêkolîner Belqiz Walîlî ku ser bi Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan li Iraqê ye ragihandiye ku di sekinandina vê pêşniyarqanûnê de komîsyona mafê jinan a Iraqê roleke mezin lîstiye û li hember ti gefan jî gav paşde neavêtine.

 

Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên medenî ve metirsîdar tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice û rê tê dayîn bi zarokeke 9 salî re bizewice.

 

 

2’yê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hate xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protesto kirin û rûniştin terk kiribûn.

 

 

Rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî bi çalakî û daxuyaniyên curbicur nerazîbûn nîşanî vê pêşniyarqanûnê dabûn û daxwaza betalkirina vê pêşniyarqanûnê ji Parlamentoya Iraqê kiribûn. Di sala 2003’an de jî ku hewldaneke wiha çêbûbû, di encama nerazîbûnên jinan de pêşniyarqanûn hatibû betalkirin.

 

(rn)