1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HSD Herêmek Mezin Dorpêç Dike
HSD Herêmek Mezin Dorpêç Dike,hsd,herêmek,mezin,dorpêç,dike

HSD Herêmek Mezin Dorpêç Dike

A+ A-

REQA– HSD bi armanca dorpêçkirina herêma bakurê Reqayê ketiye tevgerê. Di çarçoveya operasyonê de 2 gun hatin rizgarkirin û operasyon didome.

Her roja diçe xeleka dora Reqayê teng dibe û HSD pirtir nêzîkî bajarê Reqayê dibe. Her çi qas ji aliyê rojhilat ve HSD pir nêzîkî bajarê Reqayê bûbe jî, ji alî bakur û rojava ve hîn cî bi cî 40 kîlometiran dûrî bajarê Reqayê ne. Bi armanca tengkirina xeleka dora Reqayê HSD'ê dest bi derpêçkirina gelek gundên bakura Reqayê kirin.

HSD'ê di çarçoveya operasyonê de do du gun rizgar kirin, ku yek ji wan Kêbiş Şergî bû, gundê din jî Royan bû. Hêzên Çekdar ên HSD'ê li van her du gundan dest bi lêgerîn û paqijkirina mayin û teqemeniyan kirin. Operasyon ber bi gundê Mezra Hikûmî ve didome.

Di operasyonê de lo gor daxuyaniyên HSD'ê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.