1. Hemû Nûçe

  2. Wêje

  3. Hacî Qadir Koyî
Hacî Qadir Koyî,hacî,qadir,koyî

Hacî Qadir Koyî

A+ A-

Jêderk: http://aso-zagrosi.over-blog.com/article-30477328.html

Hacî Qadir Koyî, helbestvanê şoreşger û welatperêz li gundê Goreqerec (1) ku dikeve başûrê rojava yê bajarê Koyî li başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Di derheqa sala ji dayîk bûn û mirina Hacî Qadrî de remanên cur bi cur di navbera rewşenbîrên Kurd de hene. Ebdelrehman Saîd (2), Mıhemed Emîn Zekî (3) , Refîq Hîlmî (4) hemû sala 1232ê hîcrî (1816-1817 mîladî) ji bo, ji dayîkbûna Hacî Qadrî datînin. Eladdîn Secadî (5), Gîw Mukrîyanî (6), Mihemedê Mella Kerîm (7) ji sala 1815 ji bo dayîkbûna Hacî qebûl dikin. Mesud Mihemed (8) ji sala 1824 wekî berwara dayîkbûna Hacî datîne. Reşîd Findî (9) salên 1815-1816 ; Sadiq Borakayî ji wekî Mesud Mihemed sala 1824an ji bo dayîkbûna Hacî tîne zmên. Bi kurtî sala ji dayîkbuna Hacî heta niha cîyê gengeşêye di navbere dîrokvanên wêjeya Kurdî de. Li ser sala mirina Hacî Qadrî Koyî heta sala 1972ê li başûrê

Kurdistanê bîr û rayên cewaz di nevbera rewşebîran de hebûn. Lê bi gel komkirin û çapkirina rojnama Kurdistan ji alîyê Dr.Kemal Fuad (10) ve ew gîr û girift jî hatin çareserkirin. Ji ber ku di hejmara sê ya rojnama Kurdistan ya sala 1898an de hatibû xuyakirin ku Hacî Qadrî Koyî sala di wefat kir (11). Ango Hacî Qadrî di sala 1897 ande koça dawîyê kirîye. Bi saya rojnama Kurdistan sala koça dawîya Hacî û helbesta wî ya bi navê zemane resmî caranî nemawe gêhiştîye heta roja me.

Em dîsa bizivirin li ser jîyana Hacî Qadrî. Navê bavê Hacî,Ehmed bû û navê dîya wî jî Fatê bû. Her du jî gundî bûn. Û jîyanên xwe li gundê xwe bihûrîbûn. Em ji vê yeka hanê di saya helbestek Hacî pêdihesin:

Bawkim Ehmed bû nawî bîrîm dê
Xelqî ladê bû daykî min Fatê (12)

Wê dema bavê Hacî dimire hêj ew piçûkbû. Di gel dayîka xwe ji gundê xwe dihêlin û tên li bajêrê Koyî niştecî dibin. Dayîka wî,wî dideber xwendinê û dişîne ji bo mizgeftên Koyî ji bo perwerdbûnê. Ji bo xwendina Feqayetîyê û zanistên İslamê. Hacî diçe mizgefta Miftî, ya Hacî Bekir axa û ya Hacî Mella Eshdî li Koyî (13). Piştî mirina dayîka Hacî Qadrî, mirovekî wan bi navê Mella Omer Gunbedî li Hacî xwedan derdikeve û xwandin û perwerdekirina Hacî dide ser milên xwe. Hacî di zaroktîya xwe de jî jîr û jêhatî bû. Hertim amade bû ji dû zanistan bigere û biçe bajêr û welatên din ji bo xwendinê. Lewra jî ji bo xwendinê cara yekemîn Hacî û hevalê wî Ebdullah Celîzade (14) rêketin û çûn Balek. Li wê derê mamostayê wan Mehmudê İbn-û Adem (15) bû.
Adem xwe jî xelkê Balek bû wê demê di devera Soran de zanayên wekî wî yan tûne bûn yan jî gellek kêmbûn (16). Navê Adem ji devera wî derçûbû heta gihiştibû welatên din yên dewr û dora Kurdistanê.

Di helbestek xwe de Hacî Qadrî basa çûyîna xwe û Ebdullah Celîzade ji bo Balek dike ku dîyar dibe Hacî însanekî hejar, destkurt û belengaz bû. Di helbesta xwe de wê rewşa xwe bi awayekî zelal û dîyar tîne berçavan.

We bîrt dê zemanê çûyîne Balek
Be pêxawsî ne kewşim bû ne kalek (17)

Dîyar dibe ku wê demê Hacî bê sol, bê kalik û pêxas diçe ji bo Balek. Hacî Qadrî di helbestekî din de jî tê li ser wê geşta xwe bi gel Ebdullah Celîzade jî bo Balek, nîşan dide ku Ebdullah Celîzade siyar bû ew jî peya bi gel diçû. Lê bi awayekî hunerî û ciwan wê rewşê tîne berçavan:

To xoş debezî espî bezînit pêye
Min nageme to espî bezînim pêye (18)

Hacî Qadrî ji mella Ebdullah re dibêje ku tu xweş diçî te hespekî zînkirî heye, ez nagehîjim te hespê min yê zînkirî pîyên minin. Ev helbest jî rewşa aborî ya helbestvanê bi nav û deng Hacî Qadrî tîne holê û nîşan dide ku heta kîjan radê Hacî Qadrî jar û destkurt bû. Warîdata wî tune bû ji bo xwe hespekê bikire û bi gel hevalê xwe bi siwarî biçin Balek ji bo xwandinê.

Piştî 5 sal li Balek Hacî Qadrî dîsan rêdikeve ber bi Kurdistana rojhelat diçe û li dû zanîn û xweperwerdebûnê digere. Hevalê wî jî ango Mella Abdullah vedigere ji bo Koyî. Bi rastî jî Hacî Qadrî ne tenê hejar bû, kesekî wî jî tune bû. Wê dema em civata Kurdî ya wê demê tînin berçavan ku kur û kiç di darguşê de dizewicandin. Mirovên jin nedanîn yên hejar bûn yan jî yên ku nedikarîn next (qelin) bidin.
Em îro nikarin vê rewşa taybetî ya Hacî seda sed usa şîrovebikin. Lê ev rastîya civata me bû û heta niha jî gellek deveran her berdewame. Lê Hacî ji bo çi vegere? Kesî wî jî li Koyî nîne. Hacî xwe di helbestek xwe de vê rewsa xwe ya taybetî tînê zmên û dibêje:


Her minim esta warisî îsa
Bê jin û mal û bê kur û mewa

Hacîyê bêkes diçe ji bo rojhelata Kurdistanê û nêzîkî çar salan li bajêrên serdeşt, Mehabad û hinek bajarên din dimîne. Piştî qedandina xwendina xwe, Hacî vedigere ji bo bajêrê xwe, koyî.

Di derheqa nasnavê Hacî ji gellek niqaş di navbera rewşenbîrên başûr de hatine kirin û hêj cih bi cih berdewam dike. Gellek rewşenbîrên wêjenas û dîroknas ji xwe dipirsin, gelo Hacî Qadrî Koyî çûbû Hec,ji bo vê yekê navê Hacî bikardianî? Yan jî di zaroktîya wî de ev nav ji alîyê dê û bavê wî ve hatîye lêkirin?Piraniya rewşenbîrên Kurd li ser wê rayê ne ku Hacî Qadrî meha hecîyan yan jî di cejna hecîyan de ji dayîk bûye û ji bo vê yeka hanê jî ev nav hatîye lêkirin. Hacî xwe jî di helbestekî xwe de dide xuyakirin, ku neçûye hecê:

Menzîlî meymen nemawe êsteke eyameke
Rahetî mumkîn nîye neçîye Medîne ya Mekke (19)

Li Koyî di navbera Hacî û şêxan de gîr û girift durist dibin û nakokî kûr dibin. Çekek Hacî Qadrî hebû ew jî helbestên wî bûn. Bi gel helbestên xwe ve Hacî dijî şêxên Koyî dest bi şer kiri bû. Berxwedan û serî neçemandina Hacî, desthelatê şêx Nebî xistibû li nav metirsîyek mezin. Şêx Nebî û murîdên wî bi gel sofîyên Koyî helwestên gellek tuj û sext beramberî Hacî wergirtin û heta xwastin Hacî bikujin. Hacî, helbestên xwe yê wê demê ve bibû dengê çînên bindest, diji axa,şêx û derebegan. Di wê civata derebegayetîyê de Hacî Qadrî têdikoşîya dijî çînên serdest û dixwast bingehê civata Kurdî ya wê serdemê biguherine. Hacî Qadrî jî wekî mella û helbestvanekî bi nav û deng dikari bû biçînên serdest û zordar re rêk biketa û dû berjewendîyên xwe yên kesayetîyê bimeşîya. Lê Hacî Qadrî hemû jîyana xwe ji bo azadkirina welêt û çînên bindestên Kurdistanê terxan kiribû. Qet çarek jî nexwest bi gel nokerên dagirkeran yên li Koyî rêk bikeve.
Roj bi roj navbera wan pêtir xirab dibû û Hacî jî xwe her berdewam dikir. Bi wî awayî Hacî bibû armanca êrîşên kevneperestên Koyî.

Em dizanin di wê serdemê de dewreki mezin yê şêxan di nav komên xelkê Kurdistanê de hebû. Şêxekî dikaribû gellek serokên eşîr û axa bi xwe ve girêbida yan jî bê desthelat bihişta û kontrola xwe ya niqaş li ser wan û mirıvên wan sazbikira. Wê
Dema em dewra Melayê Xetê di şikestina bizava Kurdî ya başûrê Kurdistanê de tînin berçavan wesa jî dewra şêxan xuya dibe. Wekî em dizanin îro jî hinek şêx kontrol li ser dehan hoza çêkirine, kirine murîdê xwe. Serhildan ji alîyê rewşênbîran ve di wê serdemê de dijî şêxan karekî asan nebû. Pêwîste di nav vê çarçovê de em mezintîya Hacî Qadrî û şoreşgertîya wî bi nirxînin.

Hemû nivîsevanên Kurd ku li ser Hacî Qadrî nivîsîne basa koçkirina wî ji Koyî bo İstenbolê û nakokîyên di navbera wî û şêxê Mawîllî de dikin. Piranîya rewşenbîrên Kurd ku yên li ser jîyana Hacî Qadrî nivîsîne, li ser wê bîr û bawerê ne ku sedema serekî ya derçûyîna Hacî ji Koyî, şêx Nebî û murîd û sofîyên wî bûn. Hinek nivîsevanên Kurd jî hene (pir degmenin) (20) dibêjin Hacî bi dilê xwe Koyî hiştîye û çûye istenbolê û carekê din venegerîyaye ji bo Koyî. Lê ji bo vê yekê jî tu grovan nîşan nadin. Dîsan ew jî dûr û dirêj li ser nakokîyên navbera Hacî û desta şêxan û sofîyan radiwestin. Dîsan Hacî xwe jî di helbestên xwe de dijî şêxan rawestîyaye û gellek bi tundî jî şêx û mellê û sofî rexne kirîye. Hacî xwe jî di helbest xwe de li ser sedemê çûyîna xwe bo İstenbolê radiweste û dibêje;

Le Quşxanewe ta demî Îçqela
Le Bayîz axa we ta mihelley Qelat
Hemû xizmî xomim dezanim dêlen
Le bê hurmetîman bû Hacî helat (21)

Wê dema em ji nêzîk ve bala xwe didin vê malka Hacî em dibînin ku Hacî gellekî bîrîya Koyî kirîye û di helbesta xwe de navê çar taxên Koyî ango Quşxane, Îçgela, Bayîz axa û Qelatê anîye zmên. Ji ber ku Hacî ev helbesta li İstenbolê nivîsîye û şandîye ji bo heval û hogirên xwe yên Koyî. Li ser peyîva 'bê hurmetîyê' jî li başûrê Kurdistanê di navbera rewşenbîran de gellek niqaş hatine kirin. Lê hemû rewşenbîr li ser wê bawerîyê ne ku kesî li Koyî ' bê hurmetî' bo Hacî nekiri bû û Hacî jî însanekî qedir giran bû, ji alîyê xelkê Koyî ve dihat hezkirin. Lê di ve çarînê de pêyîva 'Helat' ji bo mijara me gellek giringe. Ji ber ku Hacî xwe dibêje ku ez revîyam, Mirovekî qedir giran, hezkerê gel, bilbilê Koyî eger bi devê xwe vê yekê qebul dike û dibêje 'helatim'. Ev belge bîr û boçûnên duyemîn pûç dike û nîşan dide ku Hacî ji destên şêx û sofî û murîdan ji koyî revîya û çûye li paytextê dewleta Osmanî. Eger fişara şêx û murîdên wî nebûya ji bo çi Hacî di 50 salîya xwe de heval û hogirên xwe bihêle û biçe İstenbolê?

Hacî Qadrî di helbestên xwe de jî li ser şêx Nebî radiweste û wî tawanbar û rixne dike:

Site eşir jiniyetî bi mezhebî hîmarî
İbn-û Adem nemawe serî pan kat wek marî (22)

Li gor hemû nivîskarên ku li ser Hacî nivîsîne yan jî dîwana wî ji bo çapê amade kirine, ev helbest ya Hacîye. Bi taybetî jî xizmekî Hacî bi navê Mella Ebdulrehman yanzde yan dwanzde sal piştî mirina Hacî li ser jîyana Hacî nivîsîbû. Ew jî vê yeka hanê qebul dike û dibêje ku ev helbesta ya Hacî ye û li ser şêx Nebî vehandîye. Di derheqa ravekirina vê helbestê nivîsevanên Kurd xwedanê rayek hevbeş nînin. Beşek ji wan dibêjin ku şêxê Mawîlî 16 jin ji bo xwe anîbûn û pêk ve markiribû. Heta hinek ji wan dibêjin ku 16 jinan zêdatir jin ani bû (23). Beşek ji rewşenbîrên Kurd li ser wê bawerê ne ku şêx Mawîlî jinek ji bo xwe anibû, lê li gor rê û rêçkên civatê qebul dikir, ev yeka hanê nekiri bû. Encama bîr û bawerên herdu alîyan çi dibe bila bibe lê xwedanên her du bîr û bawerîyan bi gel hevdu ne ku Hacî, di vê derê de li şêx Mawîlî rixne kirîye û dîsan bi gel hevdune ku şêx Mawîlî mirovekî bê rewşt û fêlbaz bû. Ji bo vê yekê jî Hacî dibejê: 'Eger İbn-î Adem mabûya serî wî wekî yê mer pandikir'.

Hacî her di helbestên xwe de êrîş dibir li ser şêxayetîyê û hewil dida rêya zanistê nîşanî xelkê bide û du rûyîtîya şêxan nîşan bike:

Şiklî tekeye û xaneqahi şêxekan
Waqiha rengîne, ema bû riyan
Lem hemû şêx û murîdanay riya
Ferdekî naçîte mizgewtî xuda (24)

Li gor Hacî, şêx û murîdên wî xelkê dixapînin û zikrû dw'ayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser bibûya mirtiv wekî Qarun dewlemend dibûn:

Faydey ger bûyaye zikr û duw'a
Debû Qarûn gedayî ser rêga (25)

Ev gotinên Hacî wekî bruskê li mêjîyên şêx û sofîyan diket. Ji bo parastina berjewendîyên xwe û desthelatê xwe di nav civata Kurdî ya wê demê de hemûyan hev girtibûn û dixwastin Hacî holê rakin. Ev plana hêzên kevneperest dijî Hacî Qadrî serneket. Ji ber ku mella û sofîyên dostê Hacî rê nedan ev kuştina cih bi cih bibe. Mella Ebdullah Celîzade û Emîn axa (Hacî di helbestek xwe de pesna wî dike) dijî vî kiryara Şêx û murîdên wî derdikevın. Paşê jî bi gel Hacî diaxivin û jê daxwaz dikin ku piçekê halwestê xwe beramberî teke û şêxan nerm bike û êrîşên xwe rawestîne û xwe agadar bibe. Hacî daxwaza wan refus dike û naxwaze êrîşên xwe dijî 'Ker Nebî' (26) û hevalên wî rawestîne û dibêje: 'Heta ku ruhê min di bedena min de be waz jê naynim û ez jî vê derê jî namînim' (27).
Piştî vê gotinê Hacî ji Koyî dihêle û diçe Hewlêrê û li wê derê bi gel helbestvan Keyfî( Keyfî jî destê şêxên Koyî revîya bû ) dikevin rê ber bi paytextê dewleta Osmanî. Heta niha rewşenbîrên Kurd, yên ku li ser jîyana Hacî nivîsîne, berwar rasteqîn ya çûyîna Hacî ji bo İstenbolê dîyar ne kirine. Li gor Mesud Mimemeed Hacî di sala 1864 (28) de ji Koyî derçûyî û Gîw Mukrîyanî jî wesa bawer dike ku di navbera salên 1853 û 1854 an (29) de rêket ji bo İstenbolê. Ev derketina Hacî ji Koyî ya dawîyê bû. Hacî qet venegerîya ji bo bajêrê xwe. Ew jî wekî Nalî li welatê bigane ango li İstenbolê koça dawîyê kir û li goristana 'Qerece Ehmed' hate veşartin (1897).


Hacî Qadir û Peydabûna Hesta Netewî

Hacî Qadir Koyî di helbestên xwe de ne bi tenê dijî Şêx û sofîyan derdiçû, belku wê zêdetir jî dijî dewletên dagirker derdiket û hewl dida ji bo hişyarkirina gelê Kurd. Wê dema ku em basa jîyana Hacî Qadir dikin pêwîste li ser berhemên Hacî, bi taybetî jî li ser helbestên netewî yên Hacî rawestin. Ji ber ku Hacî Qadir jîyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê terxan kiribû. Min li jorê jî baskiribû ku Hacî nezevicî bû û zarokên wî jî tunebûn. Bi rastî jî Hacî evîndarê welêt û bav û rêberê Kurdan bû. Ew ji bo Kurdistanê jîya û xebata xwe jî heta roja mirinê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê terxan kiribû. Hemû rewşenbirên Kurd ku li ser Hacî Qadir nivîsîne her tim bala xwedevanan kişandine, li ser helbestên wî yên netewî. Lê, li ser peydabûna hesta netewî li cem Hacî Qadri Koyî gellek gengeşe di navbera rewşenbîrên Kurd de bûne û hêj ji berdewame. Ji ber ku Hacî Qadir yekemîn helbestvanê başure ku bi zaravê Kurmancîya jêre helbestên netewî nivîsîye. Ji bo agahdarbûn li ser rewşa wê demê ya civata Kurdî û rada bilindbûna hesta netewî, rewşenbîran gellek girîngî dane û didin vê mijarê. Hemî rewşenbîrên ku li ser Hacî lêkolîn kirine yan jî dîwana Hacî ji bo çapê amade kirine. Li ser peywendîyên Hacî bi gel mala Bedirxanan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û çûyîna wî ji bo İstenbolê radiwestin. Piranya van rewşenbîran peydabûna hesta netewî li cem Hacî Qadrî di nav van peywendîyan de digerin û basa kargerîya wan li ser Hacî Qadir dikin. Ji bo vê yeka hanê jî pêwîste em hineke li ser van xalên li jorê rawestin. Berîya ku em li ser vê yekê rawestin pêwîste em bizanin ku rewşenbîrên Kurd jî li ser vê mijarê ango li ser peydabûna hesta netewî li ba Hacî Qadri Koyî xwadanê rayek hevbeş nînin. Bi giştî rewşenbîr di nav xwe de bûne du beş: Beşek ji wan wesa difikire ku Hacî piştî çûyîna xwe ji bo Stenbolê dest bi nivîsandina helbestên netewî kirîye; beşê din jî li ser wê rayêye ku wê dema Hacî li Koyî bû helbestên netewî vehandibû û li Stenbolê jî her berdewam kirîye.

Hacî Qadrî Koyî evê dema bi gel hevalê xwe Keyfî (ew jî helbestvane) diçin ji Stenbolê, Keyfî destpêdike huquq dixwîne. Hacî jî ji bo zorakên Bedirxanîyan mamostayetîyê dike. Pêwîste em bizanîn ku Hacî Qadrî di pêvajoyek dîrokî de jîyabû. Di sed sala 19'an de hemû mîrnîşînên Kurdan ji alîyê dewleta Osmanî ve yeko yek hatin ruxandin. Hacî jî wekî şahîdekî dîrokî ev karesatên ku li ser Kurdan de peyda bibûn yan didît yan jî dibihîst. Di encam de kargerîyek gellek mezin li ser vî zanayê Kurdperwer û welatparêz dikir. Wê dema Hacî çûbû ji bo paytextê dewleta Osmanî mîrnîşîna Botan jî hatibû ruxandin. Weku tê zanîn serhildana mezin ya mîr Bedirxan di sala 1846 de şikestin xwar. Ya Yezdan Şêr jî ji 1853 heta 1864'an berdewam kiribû. Piranya rewşênbirên Kurd li ser wê bîr û bawerê ne ku Hacî Qadîr li silaa 1864'û 1865'an de çûbû ji bo paytextê dewleta Osmanî. Wesa xûya dibe ku binemala Bedirxanîyan li Stenbolê desteser û di bin çavderîya dewleta Osmanî de bûn.

Li gor Elaaddîn Sicadî sedema serekî ya guherîna naveroka helbestên Hacî ji helbestên klasîk ve bo helbestên netewî 'vexwarina ava bîr û bawerîyên' (30) Bedirxanîyan bû. Gîw Mukrîyanî jî vê guherîna ku di Hacî û helbestên wî de peyda bûye bi 'hesta pak' ya binemala Bedirxanîyan ve girê dide. Mîr Celadet Bedirxan jî basa Hacî dike ku dibêje 'Ez nikarim bêjim ez Hacî nasdikim, ji ber ku sala ku çûye rehmetê ez hêj nû ketibûm ser lingan' (31) û em dikarin dehan belge û nîşan bînin ku peywendîyên Hacî bi gel vê mala bi nav û deng ve heye. Dîsan em dikarin dehan nivîserên rewşenbîrên Kurd wekî nimûne bînin ku mala Bedirxanîyan tesîr li ser Hacî kirîye di niştimanî bûna wî û helbestên wî de. Lê ez hezdikim di helbestên Hacî de hinek mînakan derxim û nîşan bidim li ser tesîra vê binememala welatparêz li ser Hacî Qadrî Koyî:

Bedirxanî li ser la çê le mew paş
Le her lawe detanharin weku aş (32)

Di vê helbestê de xûya dibe ku hêj Bedirxanîyan li çîyê bawerîyêne û Hacî dibêje 'ger Bedirxanîyan qada xebat û şoreşê biçin, dujmin we wekî aşî dihêrin'. Helbestvanekî wekî Hacî di wê wextê de xwedanê helwestekî wesa bû û dîsa em peyamê ji bo Hacî bihêlin:

Emîrek mawe paşaye
Gotî Kêye? Gotim şêre
Goti Lêre? Gotim lêre heta Taran û Hîndîstan
Be xoy şêre wekî nawî le şerda dujmin endaze
Temayan her bew mawe tewawî xakî Kurdistan
Heçî cêgay umêd mane û ewey dil xoş deka emro
Kesî dî lew beder nabête xemxurî gelî Kurdan (33)

Reşîd Findî jî li ser vê helbesta Hacî Qadrî radiweste û dibêje ev helbest li ser Êzdan Şêr hatîye vehandin. Tiştek ji bo me xuyaye ku wê dama serhildana mîr Bedirxan,Êzdan Şêr ser leşkerê mîrê Botan bû. Di dema şer de peywendî bi gel Osmanîyan çêkir û diji şoreş derçûbû. Piştî ruxandina şoreşa Mîr Bedirxan dewleta Osmanî soz û peymanên dabûn Êzdan Şêr cih bi cih ne kirin û êzdanşêr jî serhilda dijî dagirkerên Osmanî. Şêre êzdan Şêr ji 1853 heta 1864'an dewam kir û ew jî hate fetisan din di nava xwînê de. Di vê helbestê de jî xuya dibe ku wê dema Hacî dibêje: 'Emîrêk maye, paşaye' 'bi xwe şêre wekî navê xwe', di vê yekê de qesta wî Êzdan Şêre.(34)

Wê dema em nêzîk ve bala xwe didin dîwana Hacî û lêkolînên li ser vî hatîne kirin bi hêsanî tê dîtin ku Bedirxanîyan kargerîyek gellek mezin li ser wî kiribû. Piştî şikestina şoreşên Bedirxanîyan Hacî bi gel kul û kesera dilê xwe bi xem, hêsiran ve ev helbesta hanê bi awayekî gellek ciwan û hunerî nivîsîye:

Cihan bûyite Cizîrey behrî gîryem
Bebê bohtan e'to Zîn emin Mem

Di vê helbestê de peyîva 'Cizîre' tê du wata. Yekem wekî di zmanê erebî de mana dûrgeh di nav deryaya giryanê de; wata duyem jî Cizîra Botane. Peyîva Bohtan jî di du mana de hatîye bi karînan; yek ji wata Botan cih û warê Zînê ya duyemîn jî di mana direw de hatîye bi karînan. Hacî ne tenê dibêje hêsrê çavên min bûye derya ew her berdewam dike û pesna mîrên Botan û Baban dike û wan wekî Seyîd û şêxên netewa Kurd nîşan dide:
Hakim û Mîrekanî Kurdistan
Her li Botane we heta Baban
Yek be yek hafizî şerîyet bûn
Seyîd û şêxî qewim û millet bûn (36)

Bi kurtî em dikarin gellek nimûna bibînin di nav helbestên Hacî de û nîşan bidin ku Hacî di bin tesîra mîrê Botan de maye û wan ji kargerîyek gellek mezin li ser hesta netewî ya Hacî de kirîye. Di vê helbestê de xuya dibe ku wê dema Hacî ev helbesta dinivîsî, mîrnîşînên Kurdan hati bûn ruxandin. Ji bo vê yekê jî Hacî ji bo mîrên Kurdan dibêje: 'Hafizi şerîyet bûn' yan jî 'Seyîd û şêxî qewim û Millet bûn'. Dîyar dibe ku dema raburdî ya vê karê hatîye karînan wekî 'bûn'.
Piranya rewşenbîrên Kurd di derheqa Hacî Qadrî Koyî de nivîsîne yan jî lêkolîn kirine hertim bi awayekî yan jî awayekî din basa E. Xanî û kartêkirina wî li ser paydabûn û geşkirina hesta netewî li cem Hacî kirine. Ji bo mînak em dikarin bêjin Gîw Mukrîyanî wê dema basa peydabûna hesta netewî li nik Hacî dike 'xwendina Mem û Zîn'(37) a xanî wekî sedemekê nîşan dide. Sadiq Bihaddîn Amêdî jî li ser peywedîyên Hacî û Xanî radiweste û dibêje: 'Hacî li ser rêç û şopa Xanî çûy'(38). Dîsan Kerîm şareza jî li ser vê peywendîyê radiweste û basa 'dest dirêjkirina Hacî ji bo yekemîn helbestên netewî yên Ehmedî Xanî'(39) dike. Ji bilî van nivîskarên ku min li jorê navê wan anîye zmên dehan rewşenbîrên din jî li ser kartêkirina 'pexemberê helbesta netewî'(40) ango ya E. Xanî li ser Hacî Qadrî Koyî kirine. Lê pêwîste em gotinên Mîr Celadet Bedirxan jî di derheqa vê mijarê de bînin holê. Ji ber ku Hacî Qadrî wê dema ji Koyî ve hate ji bo Stenbolê û bû mamostayê zarokên Bedirxanan karîbû 'Mem û Zîn' û berhemên din yên Ehmedê xanî destbixe û bixwîne. Ji bo vê yekê jî gotinên Mîr Celadet Bedirxan serokanîyek hêja û binirxe. Celadet Bedirxan wesa dibêje: 'Hacî Qadrî Koyî, xanîyê duane,ew jî wekî Xanî bi derdê milletê xwe şewîtî, şîîr û qesîdeyên wî tevde li ser millet û welatin .. Ez îro şîireke Hacî nê çapbûye belavbikim, her wekî me gotî Hacî peristkarê Xanî bû, Hacî li ser (Mem û Zîn) a babê min û destnivîs şîîra jêrîn nivîsandîye (Zemane resmî caran nemawe)..'(41)
Di gotinên Mîr Celadetî de jî xuya dibe ku Hacî li ba Bedirxanîyan bû û li ser bergê destnivîs ya Mem û Zînê ev helbesta navbirî nivîsîye. Ji şîrovekirin û ravekirinên hemû ev rewşenbîrên Kurd jî derdikeve ku tovên helbesta netewî yên ji alîyê Ehmedê Xanî ve hatibûn çandin bi gel Hacî Qadrî Koyî û helbestên wî ve dubare şîn bûn.

Serokanî herî giring ji bo peywendîyên Hacî û Xanî helbestên Hacî bi xwene. Bi saya helbestên wî em dikarin rada kartêkirina Xanî li ser Hacî bibînin. Ji bo yê yekê jî pêwîste em payemê didin Hacî û bibînin ew çi li ser E. Xanî û berhemên wî difikire:

Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Li dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanîn bawe
Eman qedrî bizanin em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyamî heyatî şêxî Xanî
le ser nusxey xetî ew nusrawe
le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
xezîney gewhere û kîsey dirawe
le mecmûhî duwel Soran û Botan
le sayey em kitêbe nasrawe
le Kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
esasî nezimî Kurdî danenawe.(42)

Di vê helbestê de Hacî gili û gazindên xwe ji zemanî dike û dibêje;
Edet û resmên zemên winda bûne, daxwaz ji xwendevanan dike ku nirxa vê pirtûkê bizanin. Ji ber ku di dinê de pirtûkêkî wekî wê niha nemaye. Dîsan li gor Hacî, mîrgehên Botan û Baban ji saya bîr û bawerên di vê pirtûkê de hatine xuyakirin, tên naskirin. Ji nêzîk ve wê dema em bala xwe didin vê helbestê wekî Reşîd Findî jî dibêje: ' gotinên Mîr Celadet rastin'(48) ku 'Hacî ev helbesta li ser bergê destnivîsa Mem û Zînê nivîsîye. Ji ber ku Hacî dibêje: 'qedrê vê pirtûkê bizanin'. Ev tê wê manê ku pirtûk di destê Hacî daye. Pêwîste bê zanîn ku Hacî jî qebul dike ku bingeha helbesta netewî wî û E.Xanî avêtine. Lê gellek nivîsevan rixne ji Qadirî girtine ku navê xwe berî E. Xanî nivîsîye.(44)

Dîsan Hacî Qadrî di helbestên xwe de pesna Mem û Zîna E.Xanî û dîwana Mellayê Cizîrî dike û dibêje ev herdu pirtûk gellek bi nav û dengin.
Tercumên wan gîhîştine heta Fransayê û hewil dide ku heval û dostên wî jî wan bixwînin:
Mem û Zîn û dîwanî şêxî Cizîrî
gelê çakin be sehlî bênine gîr
em duwane emêste tercemeyan
zore hetta le nêw Frengistan.(45)
Pêşgotina Mem û Zîna E. Xanî gellek bala Hacî dikêşîne û Hacî jî li ser rewşa Kurdan û debaca pirtûka navbirî helbestên tijî hesta netewî dinivîsîne. Ji bo Hacî 'Mem û Zîn pirtûka netewa Kurde'(49) û Ehmedê xanî jî şahbaze, nizm nafire û ew hertim di nav 'fezayê bilind' de difire:
Ehmedî xanî sahîbî Mem û Zîn
Şahbazî Fezayî eylîn.(46)

Piştî van çend gotinên kurt di derheqa peywendîyên Hacî bi gel E. Xanî ez dixwazim bêm li ser helwestê Hacî beramberî bajêrvanîyê, bûyerên nav netewî û helbestên wî yên netewî. Lê berîya ku li ser vî alîyê Hacî rawestim, ez dixwazim bi kurtî li ser hatina Hacî ji bo Stenbolê bisekinim.
Wekî me li jorê jî baskir wê dema Hacî hat ji bo paytextê dewleta Osmanî wî ne tenê berhemên E. Xanî xwand û peywendî bi gel binemala welatparêz ya Bedirxanan sazkir. Wekî tê zanîn ku paytextê dewleta Osmanî navenda peywendîyên sîyasî û çandî jî bû. Bi gel çûyîna Hacî bo Stenbolê, asoyê wî jî fireh bû û karîbu bi saya peywendîyên xwe ji nêzîk ve bala xwe bide bûyerên nav netewî û pêşketinên çandî, pîşesazî û sîyasî yên ku li Ewrupa rûdidan,sûd wergire. Dîsan Hacî li Stenbolê karîbû peywendîyên xwe bi nûnerên bizavên rizgarîxwaz yên dijî dewleta Osmanî duristke û hevberkirinê di navber wan û Kurdan de bike. Bi vî awayî jî karîbû bi başî rewşa Kurdan û Kurdistanê têbigihîje.
Wekî me li jorê jî bas kiribû ku Hacî Qadrî Koyî jîyana xwe ji bo welatê xwe terxan kiribû. Hemû xebata wî ji bo hişyarkirina gelê Kurd bû. Di helbestên xwe de Hacî hertim wekî rêberekî bizav kirîye û li ser hemû mijaran helbest vehandîye ji bo pêşxistina civata Kurdi. Hacî Qadrî Koyî di serdema xwe de nekaribû bîr û bawerîya xwe bi rêya pirtuk, namilke rojname û belavokan belav bike. Ji ber ku wê demê dagirkerên Kurdistanê dujmînê hacetên hişyarîyê bûn. Weşanên hêzên rêkeberîyê hertim qedexebûn. Loma jî eger em dixwazin bîr û bawerîye Hacî bizanin pêwîste di nav helbestên Hacî de vê yekê bigerin. Ji ber ku Hacî bi gel hemû gir û giriftên civata Kurdî ya wê çaxê ve mijûl bû. Hacî bi gel hemû hêza xwe ve xebat dikir, ji bo serxwebûn û Yekîtîya Kurdistanê. Hêvî ya wî ya pîroz sazkirina dewletekî yekbûyî ya Kurdan bû. Ji bo vê yekê ji wê dema Mesud Mihemed dibêje: 'Yekîtîya Kurd û Kurdistanê û pêkhatina dewletek Kurdî di nav çarçova Kurdistanek mezin de ne her hêvîya pîroz ya Hacîye'' û bes, belkî mezintirîn,pîroztirîn,ronaktirîn
Paktirîn,çêtirîn û asmantirîn armanc û hêvî xewn û xeyala Hacî bû'' Ev rastîyê Hacî tîne li berçavan. Helbestên Hacî dev bi dev,dever bi dever di nav xelkê Kurdistanê de belav dibûn. Wekî avek bê deng dibû rubar ber bi sazkirina golekê ku dewr û dora wê bîr û bawerîyên netewî bi saya av û tava Hacî şîn dibûn. Hacî wê dema destpêkir bi Kurdî, li ser Kurd û Kurdistanê binivîse,fikra xwe jî li ser vê yekê bi awayekî zelal dida xuya kirin:

Mehlûme boye Hacî medhet deka bi Kurdî
Ta kesî nelê bi Kurdî nekirawe medhî barî(47)

Hacî Qadrî girîngîyek gellek mezin dida zmanê Kurdî û kar anîna wê û wekî şagirtekî dilsoz û xemxwerê E. Xanî hewil dida ku hemû Kurd bi zmanê Kurdî bixwînin û binivîsin. Ji bo wî kêmasîya zmanê Kurdî tunebû.
Ji bo vê yekê jî gellek rexnên tund ew zaneyên Kurd ku bi zmanên bigane ve dinivîsîn,digirt. Ji bo wan 'zanayên' Kurd dibêje ku biganene ji tercuma zmanê xwe,esrara kitêbê xelke dizanin,yekser ulemane gir û hîr van ne xwendine du herfê Kurdî. Wê dema em ji nêzîk ve bala xwe didin helbesta Hacî wesa tê xuyakirin ku tê bêjî ji bo dumahîka sedsala 19'an ne nivîsîye ji bo îro ango dumahîka sedsala bîstan nivîsîye. Ji ber ku îro gellek Kurd yê ku 'zana' û ûlemane' dehan zmanên bigane dizanin. Lê wek Hacî ji dibêje 'du herfên Kurdî nizanin'. Dîsan Hacî ji bo wan dibêje:'Ustadê xetin ji wan hersê zmanan' ango pisporê zmanê erebî,farsî û tirkîne. Wê dema em bala xwe didin dîroka wêjeya Tirkî,erebî û farsî em dibînin di van welatan de gellek Kurd hene yan 'mîrê helbestê' yan jî 'yekemîn roman nivîs' in. Lê 'du herfê Kurdî nizanin'.
Dîsan Hacî ew kevneperestên ne dihiştin yan jî ne dixwastin ji bilî zmanê erebî,zmanekîtir bihata bikaranîn,bi navê musulmanetîyê wê dema rêya nivîsandin bi zmanê Kurdî digirtin rexne jêdikir. Ew mirov û dewltên wesa hêj hene û halwestê xwe her berdewam dikin. Piştî van hemû rixnan û gazindên xwe Hacî dibêje ji bilî Kurdan milletên 'bê pirtûk û nivîsîn li ser erdê nemane'. Wesa jî serinca Kurdan dikişîne li ser rewşa aloz ya Kurdan. Em peyimê bidin û binêrin Hacî çi dibêje:

Her Kurde le beynî kullî mîllet
Bê behrye le xwêndin kitabet
Bêganeye le tercemey zmanî
Esrarî kitêbî xelkî dizanî
Yekser ulema dirişt û ûrdî
Ney xwênduwe du herfî Kurdî
Ustadî xetin le em sê zmane
Wek dê le zmanî xoy bêgane
Sahîb kitêb û peyame herkes
Ême nebê bûne qewnî çerkes
Xo muminîn ne rusin
Bo çi kufre zmanman bi nûsîn
Milletî bê kitêb û nûsîn
Xeyrî Kurdan nîye le rûyî zemîn (48)

Hacî li ser peywendîyên zman û dîrokê radiweste û nîşan dide ku eger dîroka Kurdan bi Kurdî bihata nivîsandin,mîr û padşahên Kurdan heta hetayî dijîyan. Ji ber ku îro jî wê dema em bala xwe didin lêkolînên li ser dîroka Kurdan gellek tişt nexuyane û pêwîstîya lêkolînên kûr dixwaze. Yek ji sedemên van alozîyan nenvîsandina dîroka kevn ya Kurdistanê û negêhiştina belgên nivîskî heta roja meye. Li ser vê mijarê Hacî wesa dibêje:
Kitêb û defter û kaxez
Ger bi Kurdî benûsraye zemanî
Mella û zana û pîr û padşaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî(49).

Hacî Qadrî Koyî di helbestekî xwe de jî zmanê Kurdî û yê Farsî hevber dike û dibêje zmanê Kurdî çi cewazîya wê bi gel zmanê Farsî heye? Ji bo çi Farsî raste Kurdî kêmîya wê heye? Hacî ji xwe dipirse eyba Kurdî çîye ?. Her peyîvên wê heqin û eyba wê jî nîne. Hacî Qadrî bala însanan dikêşîne li ser metirsîya têkçûyîn û windabûyîna zmanê Kurdî. Paşê jî ew helbesta xwe di gel vê yekê dumahîk tîne ku zmanê Kurdî yê Farsî kevntire û dîsan dibêje: ''Di pêtî bûnê de bila kêm jî be, çi qîyamete mîna Êrmenî jî nabe''. Bi vî awayî nîşan dide ku pêwîste Kurd bi zmanê xwe binivîsin û bixwînin.Eger kêmasî jî hebin pêwîste jê netirsin û di hemû zmanên din de jî kkêmasî hene. Em dora gotinê ji bo Hacî bihêlin ka ew bi xwe çawavê yekê tîne zmên.

Kurdî axir çîye eyîbî
Her kelamî heqe nîye eyîbî
Lefzî Kurdî, belaw nebû, girbû
Wa le mabeynî ême da têçû
Le fesahet bila muherabê
Çi qîyamet be ermenîş nabe
Ya le gel farsî çi ferqîy heye
Bo çi ew raste em kêmîye
Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degey kam le kamîye sîrqet
Çunke ême qedîmtirîn le wan
Be tawarîxî cumleyî edînan (50).

Dîsan di vê helbesta jorê de Hacî wesa dide xuya kirin ku Farisan peyîvên Kurdî dizîne û zmanê Kurdî yê wan kevntire. Pêwîste vê yekê jî bêjin ku di sala 1968'an de li Îranê kongreya Rojhilatnasan kombûbû, tê de hate xuya kirin ku regeza Kurd ya Farsan kevntire. (51)
Gellek helbestên Hacî hene di derheqa zmanê Kurdî de em nikarin di vê gotarê de basa hemûyan jî bikin. Em vê berê jî bi helbestekî Hacî ve dumahîk bînin:

Eger kurdek qisey babî nezanî
Muheqqeq daykî hîze babî zanî.(52)

Di vê helbesta jorê de Hacî dide xuya kirin ku eger Kurdek qisên bavê xwe ango zmanê bavê xwe nizane muheqqek dayîka wî qeypeye bavê wî jî vê yekê dizane. Yan jî vê yekê bizanin. Ji ber ku ''ba bizanî'' tê du maneya wekî min li jorê daye xuya kirin.

Hacî Qadrî Koyî di helbestên xwe de li ser netewa Kurd dûr û dirêj radiweste û pesna Kurdan dike ji bo bilindkirina hesta wan ya netewî û bilindkirina bawerî ya wan bixwe. Wê dema em vê helbesta Hacî bi gel hinek sîyasetmedarên Kurd ku hertim çêran li Kurdan dikin, hevberî hev dikin, dûrbînî û rastîya helwestê Hacî jî xuya dibe.

Xo dezanin sulaley Ekrad
Lêrewe bigire ta degate qubat
Hemû zana û hunerwer û mîrin
Zîrek û jîr û ehlî tedbîrin

Dan û bexşînyan lela bawe
Xwênî meydanyan lela awe
Le şecawet hemû wekû Rustem
Le sexawet hemû wekû Hatem(53).

Hacî di vê helbestê de pesna Kurdan dike li vê derê heta Qubatê hemû sulala Kurdan hesab dike. Hemû Zana, Hunermend, Mîr, Zîrek û Jîr nîşan dide, xwe bexşandin li cem Kurdan edete, xwîna xwe di meydanan de wekî avê dirêjînin ji azayetîyê wekî Rustem, ji mêrantîyê wekî Hatem, Kurdan nîşan dide.

Hacî Qadrî Koyî di helbesteke xwe de jî yekek ji şivan û gavanên Kurdan besî sed hezaran leşkerên dujmin dibîne. Canfedaya wan wekî Hatemê Tey, qurbanîya wan wekî Elî Berdek nîşan dide.

Le gawan û şuwanî Kurdekan yek
Bese bo leşkerê sed kere dulek
Bi fîday şuwantan Hatemî Tey
Bi qurbanî sepantan Elî Berdek

Mirîşkî ewê seyadî şehene
Le kin enqa firûce hacî lek lek
Şuwanî mêgelî êwe le şer da
Wekû qessabe dujminî mêgelî şeg (54).

Hacî Qadrî Koyî wisa nîşan dide ku gelê Kurd kevntirîn gelê Kurdistanêye. Gellek xelk jî ji Kurdan peyda bûne û li vê cîhanê de belav bûne. Bingeha vê teorîya Hacî li ser keşta Nuh hatîye danîn. Hacî dibêje: Wê roja ku bi emrê Xudayê xweştevî ew xelk tev bûn nonan, kesek nema ji du cinsên candaran ji bilî yên ku hatin nav gemîya Nuhî. Hacî her berdewam dike û dibêje. Ew roja ku gihîştîye wexte nîşan kirî, sekînî li ser çiyayê Cudî her sê kurrên wî ew cîh û warên mîna gulşena ji xwe re kirin mesken. Niha ev Cizîra me ya xweştevî yekem avadanîya dinyayêye, kurrên wan yên rasteqîn jî Kurd in li warê bav û kalên xwe ne. Xelkê tevaya runiştivanên welatan jî ji wan belavbûneOl û olza û peyaman ew kirine grup û Qebîle. Bi vî awayî Hacî dixwaze nîşan bide ku Kurd kevntirîn xelkê deverêye û xwedanê dîrokeke kevnare. Ka em binêrin Hacî çawa vê yekê di helbesta xwe de tîne zmên:

Ew roje be ehrî heybî mennan
Ew aleme pakî bûwe nonan
Taqêkî nema le cînseynî di roh
Xeyrî ewey hate keştîy Nuh
Ew roje gehişte wextî Mehûd
Westawe le ser çîyeyekey Cûd
Her sê kurrî kirdyane mesken
Ew cêy û mekane mîslî gulşen
Êsta ke Cizîre bê muhaba
Mehmûreyî ewwele le dunya
Ewladî sehîbyan be burhan
Kurdin le şwênî ceddî xoyan
Sukkanî bîladî rubhê meskûn
Ser pakî lemane munşehîb bûn
Bê tefreqe bûn munih û hem deng
Hem meşreb û haw libas û hem reng
Ayîn û mezahîb û resaîlî
Wa kirdaye firqe û qebayîlî (55).

Ev bîr û boçûyîna Hacî di nameyên pîroz yên Êzidîyan de jî tête xuyakirin ku yekem car li ser dinyayê Kurdistan peyda bûye li pêş 12 hezar sal ji cara yekemîn ''WEHÎ'' ji alîyê xwedê ve ji bo Melekê Tawus bi zmanê Kurdî hatîye xwarê.
Hacî hewl dide ji bo yekîtîya welatê Kurdan û daxwaz dikir bibin xwedanê perwerde, nivîsîn, kinc û berg, zman, resîm û ol. Şêwrên wî ji bo yekgirtina axa Kurdistanê wisa ye:
Le Botan ta Baban û Serhedî rey
Le ew latir weha noş bête ser dey
.. . .. . .. .. .. ..
. . . .. . . .. . .. .. ..
bibîne yek le tehlîm le nûsîn
cil û berg û zuban û resîm û ayîn (56).

Hacî Qadrî Koyî hertim bi gel gir û griftên der û dora xwe, nemaze bi gel yên welatê xwe ve mijûl dibû. Dumahîka sedsala 19'an wê dema hizbên ''Daşnak'' û ''Hincak'' yên Ermenîyan daxwaza Ermenîstaneke serbixwe dikirin,gellek bajêrên Kurd, wekî Amed jî, di nav Nexşeya xwe de dihîştin. Dewletên Ewropî jî alîkarîya Ermenîyên hevalê xwe dikirin yan jî xwe wekî parêzerên wan nîşan didan. Di pêymanên nav netewî de ango di pêymana Berlîn(1878) û ya ''Sanstefano'' de basa Ermenîyan û çarenivîsa wan dihat kirin. Daxwazên Ermenîyên nîjadperest jî li ser axa Kurdistanê roj bi roj zêde dibûn. Rewşenbîrên Kurd yên wekî Hacî ditirsîyan ku welatên rojava li ser axa Kurdistanê dewletekê ji bo Ermenîyan sazbikin. Ji bo vê yekê jî Hacî di helbestek xwe de li ser vê mijarê radiweste û usa dibêje:

Xakî Cizîrî û Botan, yanî welatî Kurdan
Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenîstan
Hîç xîretek nemawe sed car qesem be Quran
Peyda be Ermenîstan namênî yek le Kurdan(57).

Di vê helbestê de jî xuya dibe ku Hacî ditirsîya ku dewleteke Ermenîyan li ser axa Kurdistanê saz bibe, Kurd nikarin li Kurdistanê bimînin. Ji bo vê yekê jî Hacî hewl daye bi rêya helbestên xwe ve serinca xelkê Kurdistanê bikêşîne li ser rewşa aloz ya wê demê.

Dîsan wê demê li ser daxwaza Ermenîyan dewletên rojava ji dewleta Osmanî daxwaz dikin ku nehêlin eşîrên koçer biçin bo zozanan. Ji ber ku bi çek ve êriş dibirin li ser gundên Ermenîyan ?.. Dewleta Osmanî ji di nav xelkê de ev yeka belav dikir û wisa dida xuyakirin ku ji bilî siwarîyên Hemîdî çekên herkesê tê wergirtin. Qedexekirina çek û neçûyîna Zozanan ji bo Kurdan mirin bû ji bo vê yekê jî Hacî usa dibêje:

Wa rêgetan debestê êlatî Caf û Bilbas
Ger mirdun li german memn'uhe biçine Kwêstan.(58).

Di navbera rewşenbîrên Kurdistanê de li ser vê helbesta Hacî( Xakî Cizîrî û Botan) gellek niqaşên tund û tîj hatin kirin, bi taybetî jî di navbera Mihemedê mella Kerîm û Pîrot(Celal Talabanî) de. Mihemedê Mella Kerîm, Hacî rexne dike ku bangî xelkê Kurd kiriye dijî xebata bizava azadîxwaza Ermenîyan rawestin. Pîrot jî, rexne ji Mihemedê Mella Kerîm digire û dibêje: ''Emperyalîstan bi taybetî Rusya û Îngîltere dixwast dewletek kevnperest ji bo Ermenîyan damêzrênin û beşek ji axa Kurdistan bixine li ser''. Gellek gengeşên din jî hene li ser vê mijarê. Lê pêwîste em rewşa Kurdan ya wê demê helwestê dewleta Osmanî û çalakîyên dewletên emperyalîst bînin berçavan ku bikaribin awayekî rasteqîn vê helbesta Hacî fêm bikin. Lê em nikarin di nav qewara vê gotarê de rewşa wê demê şîrove bikin. Ji ber ku gotar gellek dirêj dibe.

Hacî Qadir Koyî wê dema li paytextê dewleta Osmanî bû bi hesret û evîna Kurdistanê ve dijîya. Hertim li gel Kurdistanê radibû û rûdinişt. Xema Kurdistanê ya wî bû. Car û bar jî ji bo wê digirîya. Ka em binêrin Hacî di helbesta xwe ya bi navê '' Le Roma kewte berçavim'' de çawa vê yekê tîne zmên:

Le Roma kewte ber çawim kesekî hayim û heyran
Le renga têgeyîm kurde, be şêwey Kurdî, Kurdistan
Ke çûme xizmetî pirsîm: Brader xelkî kam cêgay
Le kam la hatûy? Girîya û gotî: Baban .. gotim Baban!!!!
Dilim dawe gotim : Bawke hemûman bêkesin lêre
Çi qewmawe gelê heyfe, megîrî her wekû baran. (59)

Hacî Qadir Koyî wekî helbestvanekî welatparêz û şoreşger dijî şerê navxweyî ango şerê xwekujîyê jî rawestîya bû. Gellek helbest jî dijî vê yekê nivîsîye. Hacî hertim bi gel yekîtîya rêzên Kurdan û dijî pêywendîyên Kurdan bi gel dewletên dagirker yên wê serdemê ango Fars û Osmanîyan bû.

Yeke lemlawe rûdekate Ecem
Du ewlawe debine dujminî hem
Du hezar jin fesatkira lemla
Bûne qetlî ewanîtir lewla(60).

Çiqas raste ev gotinên Hacî, tê bêjî wî ne ji bo serdema xwe, ji bo ya me nivîsîye. Rewşa Kurdan ji alîyê pêywendîyan bi gel dewletên dagirker her berdewame ''Yek ji vî alî berê xwe dide Ecem, du jî alîyê dinê dibin dujminê hev'' û şerê hevdu dikin û xwîna hezaran Kurdan dirijînin. Piştî serhildanê li Kurdistana Başûr gellek destkeftên pîroz hatin destxistin. Lê şerê navxweyî hemû destkeft xistin li nav metirsîyek mezin hêj jî ev rewş berdewame. Ev gotinên Hacî yên jorê wê dema bi gel vê rewşa Kurdistanê bi giştî bête berawirdkirin rasyîya wê jî derdikeve holê. Bi rastî jî wekî Hacî dibêje em bûne ''Qetîlên hevdu''.

Hacî wê demê ji nêzîk ve gir û giriftên di nav Kurdan de hebûn didît.
Nakokîyên di navbera Eşîran de hevrikên di nav Mîrên Kurdan de, li berçavên Hacî derbas dibûn. Hacî wekî rêberekî sîyasî û zanayekî dûrbîn hewl dida ku bala Kurdan bikêşîne li ser vê rastîya civata Kurdî:

Hemîyan şerî bîşene Hatemî Cûd
Le şer da Kêwî Cudî û Behrî memdûd
We lêkîn faydey çî herc û mercin
Le dehwada le gel yektir be mercin(61).

Bi vî awayî hem Hacî pesna Kurdan dike wekî Hatemên Cudî yan jî çiyayê Cudî wan nîşan dide. Lê, li ser duberkên di nav Kurdan de jî radiweste ''di dozê de bi gel hevdu bi mercin'' dibêje.
Hacî diqehirî wê dema ev rewşa Kurdan didît. Bi awayekî hunerî û bi zmanekî gellek bi tund û Tuj şerê di nav Kurdan de dihat holê rexne dikir û bi gel nezanîn û paşketina Kurdan ve girê dida. Sed mixabin ku wê dema Hacî dibêje '' Kurd bi gel hevdu wekî agir, pûş û newtin'' ev pêşbînaya Hacî wê demê jî îro jî alîyek rastîya me Kurdan tîne zmên.

Kurdî ême nezan û paşkewtin
Pêkewe agir û pûş û newtin.(62)

Ne hewceyî jî ev yeka hanê bê şîrovekirin wê dema em bala xwe didin dîroka şerê navxweyî di nav Kurdan de. Hacî li Stenbolê li ser welatên din û bizavên xelkê din jî şareza bû û dikaribû vê rewşa ne li rê û aloz ya Kurdan bi gel xelkên din hevberî hev bike. Hacî serinca xelkê Kurdistanê dikişîne li ser xîretkêşîya Ermenîyan ji bo hevdu û şerên Kurdan di nav xwe de wisa nîşan dide ku Ermen hevdu diparêzin, Kurd jî gora hevdu dikolin:

Hem heqqîyane Ermen xîretkêşî yektirîn
Wekî ême nîn le gel yek dehwa biken bi şîran(63).

Dîsan Hacî qadir Koyî, sedemê başbûna rewşa Rûm û Cûyan bi îttîfaqan wan ve nîfaqî û bê xîretîya Kurdan jî wekî sedemê rewşa xirap ya Kurdan nîşan dide, wisa dibêje:

Rûm û Cû çake, îttîfaqî heye
Kurd bêxîretî û nîfaqî heye(64).

Dîsan Hacî di helbestên xwe de navên gellek welatên din tîne zmên û wek nimûna hevgirtin û pêşketinê nîşan dide. Yek jî wan welatana Japonyaye. Hacî wisa peywendîyên Japon û Çînê tîne berçavan:

Be qisey muxbîr û muerrîxî kon
Milletî Çîne çar sed mîlyon
Ser be ser dewletî hemû Japon
Zor be zehmet degate çil mîlyon
Ehlî Japon be fenin û senhetî çak
Seyrî çon çînî girt û kirîye xak(65).

Ez naxwazim dagirkirina Çînê ji alîyê Japon ve biparêzim. Lê di vê helbestê da jî Hacî bala gelê Kurd dikêşîne li ser pêşketinên ''fenî'' û ''Senhetî'' ku li Japon hatibûn destxistin. Li saya wan pêşketinane ku Japon karibû li ser Çînê serkeve. Ji bo vê yekê jî Hacî dibêje:

To were fennê fêrbe çîte lewe
Gawire,Hînduwe weya xo Cûwe.(66)

Dîsan Hacî di helbesteke xwe de bala xelkê Kurd dikişîne li ser wan xelkên ku dijî dewleta Osmanî şerkiribûn û azadîya xwe destxistibûn:

Bulgar û Sirp û Yunan, hem Ermen û Qeretax
Her pençyan be tehdad, nabin be qeddî Baban
Her êke musteqîllîn kullêkî dewletêkin
Sahîbî Ceyş û rayet, erkanî herb û meydan.(67)

Xuyaye ku ji bilî Ermenîyan xelkên din wê demê mafên xwe yên rewa destxistibûn. Hacî jî li ser bûyerên cîhanê û bi taybetî jî li ser bizavên xelkê bindest agahdar bû 3u piştgîrî pesna wan dikir. Li ser bizava rizgarîxwaza Sudan bi awayekî aşkere vê fikra xwe usa dide xuyakirin:

Her donî ehlî Sûdan hestanepê wek şêr
Estêke musteqqîllîn mehsudî kullî edyan. (68)

Pêwîste vê yekê jî bibêjim ku Hacî wê dema basa çêbûna penç dewletên serbixwe û xwedanê Artêşê dike ji bo bilindkirina hesta netewî ya Kurdan dide xuya kirin ku herpenç nikarin bibin qasî Baban. Gellek helbestên Hacî li ser xelkê din jî hene û dide nîşan kirin Hacî jî nêzîk ve li ser bûyerên cîhanê agahdar bû.
Hacî Qadir Koyî di çerxa xwe de li ser pirsgirêka jinan jî radiweste û dixwaze jina Kurd bixwine û pêşbikeve. Li gor şerîhetê li ser vê kêşê radiweste, daxwaz dike jin jî wekî mêran li dû zanînê bigerin. Ji bo wî di navbera herdu cînsan de qet cewazî nîne û mellayê ku vê yekê înkar bike bê dîne ji ber ku Hz. Mihemed jî dibêje: ''pêy zanînê bigerin eger ew li Çînê be jî''. Ev hedîsa ji bo herdu cînsane nek ji bo mêran bi tenê. Hacî li ser vê yekê wisa dibêje:

Bo çi fermûyetî Nebî Emîn
Îtlebwa elhelîm w lufî El-sîn
Nêr û mê lew Hedîse ferq nîye
Ger mella nehî fermû dînî nîye.(69)

Bi rastî jî ji bo sedsala 19'an ev gotinên Hacî eger em rewşa civatên Misulman jî bînin ber çavan helwestekî pêşketîxwaz bûn. Heta îro jî gellek însanên me naxwazin ku keçên wan biçin Dibistanê û sûd ji zanînê wergirin. Wê dema em vê helwestê Hacî û rewşa sîyasî ya wê serdemê tînin berçavên xwe rada nûxwazîya Hacî jî derdikeve holê.
Hacî ji bo pêşketina civata Kurdî giringîyek gellek mezin dida zanist û pîşesazîyê. Li gor Hacî xelkê pêşketî ''Xwedanê huner, zanist û îrfanin, ne şivan û gavanin''. Hacî vê yekê wisa tîne zmên:

Ehlî cennet ne şuwan û gawane
Sahîbî fenin û îlm û îrfanin.(70)

Hacî li ser gellek mijaran helbest vehandibû ku pêywendî bi gel Kurd û Kurdistanê û azadîya Kurdan heye. Ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bawerîya Hacî ji xebatê û tekoşînê hebû. Ew dujminê tembelîyê bû. Li gor wî bi gel zikr û du'a Kurd qet nikarin tiştekî jî bikin. Dîsan Hacî dibêje : Eger sûd ji zikr û du'a hebûya, parsekçîyên ser riyan dibûn Qarun. Hacî vê yekê jî wisa dide xuya kirin:
Tembelî karî hîz û bêxêre
Destî mandû le ser zigî têre
.
..
Faydey ger bûwaye zikr û du'a
Debûwe Qarun gedayî ser rêga.(71)

Min li jorê jî bas kiribû ku Hacî jiyana xwe ji bo Kurdistanê terxan kiribû. Hacî hertim hewl dida hesta netewî ya Kurdan bilin bike, hûner, çand, pîşesazî, bazirganî pêşbikeve, jinên Kurd bixwînin ji zanistan sûd wergirin. Dîsan Hacî di helbestên xwe de hertim piştgirî û pesna Mîrên Kurdan yên ku dijî dewletên dagirker şerkiribûn, dikir, bi hemû hêza xwe ve dijî dewletên dagirker derdiket, êrişên wan li ser kurdan tawanbar dikir. Hacî di helbestên xwe de cîyekî giring dida zmanê Kurdî û daxwaz dikir ku Kurd hemû bi zmanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin. Dîsan Hacî di helbestên xwe de gellek pesna helbestvanên Kurd yên berî xwe û dema xwe dikir. Wî giringîyek bÊhempa dida wan helbestvanên ku bi zmanê Kurdî dinivîsin. Hacî dijî sîstema derebegayetîyê bû . Helwestê wî gellek tund bû beramberî Şêx û Sofîyan.

Ji bo destxistina van daxwazên ku min bi Kurtî li jorê navên van birîye Hacî li ser pêywendîya ''Şûr û Qelemê'' radiweste û li ser perwerdebûnê û şerê çekdarî dijî dagirrkeran gellek helbest belavkirîye. Ji bo nimûne:
Şîr û Qelem şerîkin lem esreda dîrrêxa
Şîrîm Qelemtiraşe û kalanîye qelemdan
..
Be şîr û xame dewlet paye dare
Emin xamen heye şîr ne dîyare(72)

Dîsan Hacî gazî Kurdan dike ji bo xwe çek peydakin:

Coşek biden wekû heng
Tekbîr biken be bê deng
Esbabî şer peydaken
Top û hawan û tiveng(73)

Hacî wê demê didît ku gelê Kurd ne xwedanê hesta netewîye û hêj hişyar nebûye. Wî bi xwe kiryarên dagirkeran didît û digot ku eger Kurd jî wekî wî vê rastîyê bibînin xwe bê bend dixenîqînin. Hacî wê demê bi texmînî hejmara Kurdan 12 Mîlyon datîne û dibêje: ''Xewa min nayê qehra milk û millet''. Li ser vê yekê Hacî wisa dibêje:

Eger wek min xeberdarbin le dewlet
Le heyfa xo dexinkênin be bê pet
Duwazde Mîlyon Kurd nifûsî
Be qisey ehlî texmînî ku nûsî (74).

Di derheqa nizmbûna rada rewşenbîrîyê û lawazîya hesta netewî ya Kurdan de ev helbesta Hacî nimûneyek aşkereye. Ji ber ku Hacî bi xwe devê xwe dibêje: Gotinên pak yên min şik digirin, wahîmên Şêxan ji dil digirin:

Kê delê ? Kurdekan bê îdrakin
Bese em neqse guê li min naken
Le qisey safî min xelet degirin
Wahîmey şêxkan le dil digirin(75)

Hacî di helbestek xwe de jî dibêje: Heta roja mirinê ezê hewl bidim ji bo hişyarkirina Kurdan, ezê qisên baş destên wan bigirim û waz ji rexnên xwe nayînim heta dimirim:

Be qisey çake destyan degirim
Terkî nakem heta demirim(76)

Hacî hewlên xwe yên di hişyarkirina Kurdan de heta wê qonaxê tê ku dibêje:

Ta le jêr barî Romîyan nemirin
Zehmete qedrî beytî min bigirin(77).

Wê dema em vê helbesta Hacî bi gel rewşa Kurdan ya îro hevberî hevdu dikin pêşbînîya Hacî jî bi awayekî rast û zelal derdikeve holê.
Dîsan Hacî di wê bawerîyê de ye ku rojek tê, ew gotinên wî yên ku Kurd îro refuz dikin, yê ji bo bimirin û hevdu bipirsin qanûna Hacî çiqas raste. Hacî wisa dibêje:

Em qisey êsta eybî lê degirin
Ew demeş dê zemanî boy demirin
Em be ew, ew be em dêle kake
Seyrî qanûnî Hacî çend çake
Her çilonî îşaretî fermû
Wek keramet hemûy weha derçû.(78)

JÊDER
1)Goreqerec: Gundekî wêrankirîye. Di derheqa vî gundî de Ebdulsetar Tahîr Şerîf di pirtûka xwe ya bi navê ''Hacî Qadir,şaîrê şoreşger û pêşkewtinxwaz û demokratîy netewê Kurd'' de çapa Bexda 1977,rûpelên 43-47'an de gellek agahdarî dide.
2)Ebdulrehman Seîd, Komele şîîrî Hacî Qadir Koyî, çapxana dar el-selam, Bexda 1925.
3)Mihemed Emîn Zekî, Mişaîr El-Kurd, Bexda 1952.
4)Refîq Hîlmî, Şîîr û Edebîyatî Kurdî, r 99, Bexda, Çapxaneyî Tefeyuz 1941(bergî yekem).
5)Eladdîn Secadî, Mêjûy Edebî Kurdî, r 308, Çapî yekem, Bexda 1952, çapxaney Maruf.
6)Gîw Mukrîyanî, Dîwanî Hacî Qadir Koyî, r 3, Çapî sêyemîn , Hewlêr 1969, Çapxaney Hewlêr.
7)Mihemedî Mella Kerîm, Hacî Qadir Koyî, Şaîrî Qonaxekî Nûye le Jiyanî Netewey Kurd, Bexda 1960.
8) Mesud Mihemed, Hacî Qadir Koyî, Beşî yekem, Bexda 1972, r 100
9) Reşît Findî, Xanî û Hacî (vekolîneka edebîye), Duhok, 1996, r 38
10)Kemal Fuat, rojnama Kurdistan, Yekemîn Rojnameya Kurdî, Qahîre sala 1898, Bexda 1972.
11)Jêdera berê r 10
12)Kerîm Şareza, Serdar Mîran, Dîwanî Hacî Qadir Koyî, Hewlêr 1986, r 9.
13)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 39.
14)Muderisî, Binemaley Zanyaran, Çapxaney Şefeq, Bexda 1984, r 557.
15)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 39.
16)Jêdera berê, r 39.
17)Kerîm Şareza, Pirtûka navbirî, r 246.
18)Jêdera berê, r 271.
19)Jêdera berê, r 271.
20)Mesud Mihemed, Hacî Qadir Koyî, Bergî sêyem, r 195.
21)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 46.
22)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 48.
23)Jêdera berê, r 48.
24)Jêdera berê, r 50.
25)Husên Reşwanî, Kovara Karwan, Jimara 7, Sala 1983, r 30.
26)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 50.
27)Jêdera berê, r 50.
28)Mesud Mihemed, Pirtûka navbirî
29)Gîw Mukrîyanî, Pirtûka navbirî
30)Eladdîn Secadî, Pirtûka navbirî, r 355.
31)Reşîd Findî,Pirtûka navbirî, r 69.
32)Gîw Mukrîyanî, Pirtûka navbirî, 7.
33)Kerîm Şareza, Pirtûka navbirî, r 92.
34)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 69.
35)Kerîm Şareza, Pirtûka navbirî, r 73.
36)Mesûd Mihemed, Hacî Qadir Koyî, Bergî Sêyem, Bexda 1976, r 110.
37)Gîw Mukrîyanî, Pirtûka navbirî, r 7.
38)Sadiq Bihaddîn Amêdî, Hozanvanêd Kurd, r 315-316.
39)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 103.
40)Eladdîn Secadî, pirtûka navbirî, r 214-238.
41)S. B. Amêdî, Hozanvanêd Kurd, r 319- 320.
42)Kerîm Şareza, Pirtûka navbirî, r 106- 107.
43)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 74.
44)Reşîd Findî, Pirtûka navbirî, r 75.
45)Kerîm Şareza, Pirtûka navbirî, r 209.
46)Jêdera berê, r 221.
47)Husên Reşwanî, Kovara navbirî, r 209.
48)Kovara navbirî, r 29.
49)Kovara navbirî, r 29.
50)Kovara navbirî, r 29.
51)Kovara navbirî, r 29.
52)Mihemedî Mella Kerîm, Dîwanî Hacî Qadir Koyî, Bexda 1989, r 202.
53)Pirtûka navbirî, r 281.
54)Husên Reşwanî, kovara navbirî, r 28.
55)Kovara navbirî, r 28.
56)Mihemedî Mella Kerîm, Pirtûka navbirî, r 314.
57)Dr. Kemal Mazhar Ehmed, Kurdistan, le Salakanî Şerî yekemî Cihanî da, Bexda 1975, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, r 225-226.
58)Jêdera berê, r 227.
59)Mihemedî Mella Kerîm, Pirtûka navbirî, r 123.
60)Pirtûka navbirî, r 285.
61)Pirtûka navbirî, r 306.
62) Kerîm Şareza, Pirtuka navbirî, r 188.
63)Mihemedî Mella Kerîm, pırtûka navbirî, r 119.
64)Pirtûka navbirî, r 350.
65)Jêdera berê, r 256-257.
66)Jêdera berê, r 252.
67)Jêdera berê, 119.
68)Kerîm Şareza, jêdera berê, r 88.
69)Jêdera berê, r 186- 187.
70)Mihemedî Mella Kerîm, Pirtûka navbirî, r 254.
71)Kerîm şareza, pirtûka navbirî, r 187.
72)Mesud Mihemed, Hacî Qadir Koyî, Bergî Sêyem, Bexda 1976, r261.
73)Reşîd Findî, Pirtuka navbirî, r 88.
74)Husên Reşwanî, kovara navbirî,27.
75)Jêdera navbirî, r 27.
76)Jêdera berê, r 27.
77)Jêdera berê, r 27.
78)Mesud Mihemed, Pirtûka navbirî, r 261.


Bêjeyên Miftehî