1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 4. a Kovara “Psychology Kurdî” derket!
Hejmara 4. a Kovara “Psychology Kurdî” derket!,hejmara,4,a,kovara,psychology,kurdî,derket

Hejmara 4. a Kovara “Psychology Kurdî” derket!

A+ A-

Hejmara nû ya (Îlon-Cotmeh-Mijdar-Kanûn) Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket. “Psychology Kurdî” yekem Kovara Derûnnasiyê Kurdî ye û wek di çar mehê de yek derdikeve.

Yekem Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” bi hejmara xwe ya 4em derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara derûnnasiyê dosyayeke derbarê “ziman û derûniya perwerdehiyê” bi xwendevanên xwe re parve dike. Edîtoryaya kovarê derbarê hejmara 4em wisa dibêjin;

Silav gelî xwendevanên hêja,

Weke ku hûn jî dizanin di ragihandinê de tiştê herî girîng ziman e. Armanca me ya sereke ew e ku em bi zimanê xwe hevdu fêhm bikin û bi zimanê xwe, rê li ber wê vekin ku kesekî/e kurd çû cem derûnnasekî xwe lal hîs neke. Em bikaribin platformekê ava bikin ku hemû lêkolîner, akademîsyen û derûnnas û hwd. derbirînên xwe bînin zimên. Mixabin ev xebateke dijwar e û em nabêjin di vî karî de kesek di ser me re nîn e lê em dixwazin bingehekê deyinin. Ji xeynî vê jî nivîsên ku di warê derûnnasiyê de hatine nivîsîn bigihîjînin hev. Li gel van armancan em bikaribin “psychology” bi kurdî bi kar bînin û di vî warî de dewlemendiya kurdî derbixin holê.

Di ser xebata Psychology Kurdî re salek derbas bû. Bi vê hejmarê re em bi hev re saleke nû pêşwazî dikin. Ji ber eleqeya we em spasdar in. Di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyayekê bi giranî em li ser ziman, xweza û girîngiya zimên, duzimanî û derûniya perwerdehiya bi zimanê dayikê rawestiyan.

Me ji bo xwendavanên hêja hejmareke dewlemend amade kiriye. Di vê hejmarê de nivîsên curbicur û balkêş hene;

Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Pêwistiya Çareseriya Dîrokî û Derûniya Trawmayê” bi zimanekî zanistî û lêkolînan li ser şidet, trawma, trawmaya nifşî, takekesî û ya hevpar radiweste. Doç. Alk. Dr. Duygu CANTEKİN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî ya Penaberên Sûrî”yê cih dide lêkolîna xwe ya ku li ser tendirustiya derûnî ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û agahiyên derbarê van penaberan de bi me re parve dike. Vecdi DEMİR bi nivîsa xwe ya “Li ser Tepisandinê” nasîna tepisandinê dike û bi çavekî derûnkolînerî li ser temsîlên tepisandinê, pêvajo û qonaxên wê radiweste. Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bi Çavekî Derûnkolînerî ‘Xwe’bûn û Nasname”yê avakirina nasname û ‘xwe’bûnê rave dike û pirsgirêkên wê bi nêrîneke derûnkolînerî bi xwendevanan re parve dike. Bi nivîskar, zimanzan û lêkoler Deham EBDULFETTAH re me hevpeyvîneke balkêş li dar xist. Di vê hevpeyvînê de em li ser girîngiya zimanê bavûkalan, derûnî û rola zimên rawestiyan. Luqman GULDIVÊ bi nivîsa xwe ya “Helwêsta Beramberî Ziman û Tecrûbeyên Erênî” behsa xweza û guhestina zimên û helwêsta beramberî zimên dike û girîngiya zimanê dayîkê ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Li Ser Zimanê Zikmakî” behsa lêkolînên ku li ser zimanê dayîkê hatine kirin dike û rola zimanê zikmakî bi xwendevanan re parve dike. Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Zarokên Bêziman” pênaseya zimên vedibêje û pêşketina zimanê zarokên pêşdibistan û dibistanê, bandorên nêyînî yên perwerdehiya ne bi zimanê dayikê, duzimanî û nîvzimaniyê bi me dide nasîn. Mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Perwerdehî û Hîndekariyê ji bo Astengdaran” armanc û girîngiya perwerdehiyê ji bo kesên astengdar bi xwendevanan re parve dike. Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser “Derûndermaniya Alîkar” bi me re ye. Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Depresyon”ê sedemên depresyonê, nîşêt, vexuyanî û cureyên wê û dermankirina wê ji xwendevanan re dide nasîn. Xwendekara Beşa Derûnnasiyê Jiyan AY bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Milgram”ê behsa rê û rêbazên ceribandina Milgram dike û hêza rewşê ya li ser reftariyan vedibêje. Derûnnasê Klinîkî û Terapîstê Zayendî Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya “Jiyana Zayendî û Mafên Zayendî”yê behsa tendirustî û mijara zayendî, têkiliyên zayendî û danezana mafên zayendî dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna kurte-fîlmê derhênêr Kadir EMAN û Velit ATAKLI ê bi navê “Baskên Şikestî” jî em bi we re parve dikin ku ev kurte-fîlm di hêla peyamên civakî û hezkirina ajalan û kesayetiya mirovan de pir bi angaşt e.

Navnîşanên Ragihandina Kovara Psychology Kurdî

Facebook:  https://www.facebook.com/psychologykurdi

İnstagram:  https://instagram.com/psychologykurdi

Twitter: https://twitter.com/psychologykurdi

Hûn dikarin ji pirtûkfiroşan û ji van malperan kovara Psychology Kurdî peyda bikin:

http://www.ajansjj.com

http://www.pirtukakurdi.com

http://www.kurtcekitap.com

http://www.jederk.com