1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 5em ya yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi kurdî ‘Psychology Kurdî’ derket
Hejmara 5em ya yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi kurdî ‘Psychology Kurdî’ derket,hejmara,5em,ya,yekem,kovara,derûnnasiyê,ya,bi,kurdî,psychology,kurdî,derket

Hejmara 5em ya yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi kurdî ‘Psychology Kurdî’ derket

A+ A-

Hejmara 5em ya yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi kurdî ‘Psychology Kurdî’ derket. Edîtoryaya kovarê. di vê hejmarê de weke dosyayê cih daye “Derûnnasiya Civakî” û bi derûnnasê civakî Prof. Dr.Philip ZIMBARDO re hevpeyvîneke balkêş kiriye. Prof. Dr. Philip Zimbardo bixwe gelekî navdar e û bi ceribandina xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê” ku di sala 1971ê de çêkiroye, di dinyayê de navûdeng daye. 

Ev hejmar bi nivîsarên dosyayê û nivîsarên cihêreng derdiçe:

Prof.Dr.Dr. Jan Îlhan KIZILHAN weke her car dîsa bi me re ye û bi gotara xwe ya “Derûnnasiya Civakî, Koçberî û Transkoçberiya Kurdan” berê me dide koçberî û diyasporayê û bi zimanekî zanistî sedem û encamên koçberiyê rave dike. 

Doç. Dr. Burhanettin KAYA bi nivîsa xwe ya “Divê Em Bitirsin?” bandora tirsê li ser civak û takekesan ji xwendevanan re dinirxîne. 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR di nivîsara xwe ya dirêj ya “Derûnnasiya Polîtîk ji bo Civakê” de profîla civaka polîtîk û derûnnasiya polîtîk bi çavekî derûnkolînerî bi hurgulî vedibêje.

Prof. Dr. Philip G. ZİMBARDO, derûnnasê civakî yê ku li dinyayê de nav û deng daye û bi xebata xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanford”ê bala zanyarên civakî kişandiye di vê hejmarê de bi hevpeyvîna xwe ya li ser vê ceribandinê û li ser derûnnasiya civakî pirsên me dibersivîne. 

Derûnnas Siyabend ASLAN jî ceribandina Zimbardo bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê” bi awayekî berfireh vedibêje û rexneyên ku li ser vê ceribandinê hatine kirin xwendevanan agahdar dike.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCΠbi gotara xwe ya “Helwest di Derûnnasiya Civakî de” li ser têgeh û hebûna helwestê radiweste û merhele, cih û war û sûda wê ji hev vediçirîne û dibêje: “Ji bo mirov xwe û derdora xwe bi hêsanî binase hewcedariya wan bi helwestê heye.”

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Hêz û Bandora Civakî” li ser hevahengiya civakê û bandora wê ya li ser takekesan radiweste.  

Derûnnas Samed DOĞAN bi gotara xwe ya “Bîrdoziya Geşedana Sincê ya Kohlberg” derbarê bîrdoziya Kolberg me agahdar dike.

Derûnnas Beritan GÜNEŞ bi nivîsa xwe ya “Şêmayên Venasînî û Cudakerî” li ser têgehên pêşdarazî, cudakerî, qalibên darizandinê û dûrperêziya civakî radiweste û bandora wan ya li ser takekesan vedibêje.

 

Xebatkarên Civakî Erdal ALADAĞ û Gulperî GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya “Penaberî, Saziyên Civakî û Pîşeya Xizmeta Civakî” pênaseya penaberî û pêleberiyê dikin û li ser mafên wan, pirsgirêkên wan disekinin û rêyên çareseriyê nîşanî xwendevana didin. 

Derûnnas Darius WINZER bi gotara xwe ya “Mobîng”ê li ser kurtedîroka mobînge radiweste, vexûyanî, bertek û çareseriya wê bi me dide nasîn.

 

Herwiha Vecdi DEMİR bi “Xwarineke Totemî”, Derûnnasê Klînîkê Mesut UMAR bi “Teoriya Cihêbûn û Takekesbûnê - “Zayîna Derûnî ya Pitikan”, Derûnnas Leyla NISÊBÎNΠbi “Nêrîneke Rexneyî li Derûnnasiyê”, Derûnnas Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hevdîtina Motîvekirî”, Derûnnas Gulistan BARIK bi “Ragihandina Netund”, Derûnnasê Klînîkê û Terapîstê Zayendiyê Murat CAYMAZ bi “Pirsgirêkên Zayendî û Sedemên Wan yên Derûnî” û Kenan ÖRMEK bi “Tora Civakî û Pisîk”ê bi me re ne.

 

Hûn dikarin hejmara 5em ya ‘Psychology Kurdî’ ji pirtûkfiroşan û ji malperên weke www.ajansjj.com, www.pirtukakurdi.com, www.kurtcekitap.com, www.jederk.com  peyda bikin. 

 

e-mail: [email protected]

 

twitter: @psychologykurd    facebook: @psychologykurdi   instagram: psychologykurdi

 

Hejmar 5 – Ji Edîtoryayê…

 

Bi vê hejmarê em saleke nû pêşwazî dikin. Hêviya me ji vê salê ew e ku em hîn bêtir berê xwe û xwendevanên xwe bi nivîs û gotarên nû bidin hejmarên têr û tije. Heta vê hejmarê bi alîkariya xwendevanên xwe em li ser piyan mane. Helbet ji vir û şûnde jî dê alîkariya me bi xwendevanan hebe û em dê her dem li hêviya we û xwendevanên nû bin.

Di her hejmarê de nivîskarên nû bi nivîsên xwe tevlî me dibin. Bi alîkariya van nivîskarên nû her ku diçe em dewlemend dibin ku ev yek me bêtir li karê me motîve dike. Lewre bi vê hejmarê ji ber pirbûna nivîsên têr û tije, me hewce dît ku em rûpelên xwe zêde bikin. 

Weke ku hûn jî dibînin bi her hejmareke nû em berê xwe didin mijarên curbicur. Di vê hejmarê de me berê xwe daye “Derûnnasiya Civakî.” Li ser tevger, hest û ramanên takekes bandora derûnnasiya civakî mezin e ku takekes jî li gor vê bandorê tevdigere. 

Ev hejmar bi nivîsarên dosyayê û nivîsarên cihêreng derdiçe:

Prof.Dr.Dr. Jan Îlhan KIZILHAN weke her car dîsa bi me re ye û bi gotara xwe ya “Derûnnasiya Civakî, Koçberî û Transkoçberiya Kurdan” berê me dide koçberî û diyasporayê û bi zimanekî zanistî sedem û encamên koçberiyê rave dike. 

Doç. Dr. Burhanettin KAYA bi nivîsa xwe ya “Divê Em Bitirsin?” bandora tirsê li ser civak û takekesan ji xwendevanan re dinirxîne. 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR di nivîsara xwe ya dirêj ya “Derûnnasiya Polîtîk ji bo Civakê” de profîla civaka polîtîk û derûnnasiya polîtîk bi çavekî derûnkolînerî bi hurgulî vedibêje.

Prof. Dr. Philip G. ZİMBARDO, derûnnasê civakî yê ku li dinyayê de nav û deng daye û bi xebata xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanford”ê bala zanyarên civakî kişandiye di vê hejmarê de bi hevpeyvîna xwe ya li ser vê ceribandinê û li ser derûnnasiya civakî pirsên me dibersivîne. 

Derûnnas Siyabend ASLAN ceribandina Zimbardo bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê” bi awayekî berfireh vedibêje û rexneyên ku li ser vê ceribandinê hatine kirin xwendevanan agahdar dike.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi gotara xwe ya “Helwest di Derûnnasiya Civakî de” li ser têgeh û hebûna helwestê radiweste û merhele, cih û war û sûda wê ji hev vediçirîne û dibêje: “Ji bo mirov xwe û derdora xwe bi hêsanî binase hewcedariya wan bi helwestê heye.”

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Hêz û Bandora Civakî” li ser hevahengiya civakê û bandora wê ya li ser takekesan radiweste.  

Derûnnas Samed DOĞAN bi gotara xwe ya “Bîrdoziya Geşedana Sincê ya Kohlberg” derbarê bîrdoziya Kolberg me agahdar dike.

Derûnnas Beritan GÜNEŞ bi nivîsa xwe ya “Şêmayên Venasînî û Cudakerî” li ser têgehên pêşdarazî, cudakerî, qalibên darizandinê û dûrperêziya civakî radiweste û bandora wan ya li ser takekesan vedibêje.

 

Xebatkarên Civakî Erdal ALADAĞ û Gulperî GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya “Penaberî, Saziyên Civakî û Pîşeya Xizmeta Civakî” pênaseya penaberî û pêleberiyê dikin û li ser mafên wan, pirsgirêkên wan disekinin û rêyên çareseriyê nîşanî xwendevana didin. 

Derûnnas Darius WINZER bi gotara xwe ya “Mobîng”ê li ser kurtedîroka mobînge radiweste, vexûyanî, bertek û çareseriya wê bi me dide nasîn.

 

Herwiha Vecdi DEMİR biXwarineke Totemî”, Derûnnasê Klînîkê Mesut UMAR bi “Teoriya Cihêbûn û Takekesbûnê - “Zayîna Derûnî ya Pitikan”, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ bi “Nêrîneke Rexneyî li Derûnnasiyê”, Derûnnas Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hevdîtina Motîvekirî”, Derûnnas Gulistan BARIK bi “Ragihandina Netund”, Derûnnasê Klînîkê û Terapîstê Zayendiyê Murat CAYMAZ bi “Pirsgirêkên Zayendî û Sedemên Wan yên Derûnî” û Kenan ÖRMEK bi “Tora Civakî û Pisîk”ê bi me re ne.

 

Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de.