1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Helbestên kurdî digîhîjin gundan
Helbestên kurdî digîhîjin gundan,helbestên,kurdî,digîhîjin,gundan

Helbestên kurdî digîhîjin gundan

A+ A-

AMED – Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê li Pale Hunerê Şevbihêrka Helbestan li dar dixe, şevbihêrka xwe ya vê heftê li gundê Xirbizilê ya Çinarê li dar xist. Bi dehan helbestkar û helbesthez beşdarî şevbihêrkê bûn û helbest xwendin û guhdar kirin. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê li Pale Hunerê Şevbihêrka Helbestan li dar dixe, şevbihêrka xwe ya vê heftê li gundê Xirbizilê ya navçeya Çinarê ya Amedê li dar xist. Şevbihêrk li mala endamê komê Saît Arzu pêk hat û Arzu û malbata xwe bi çandekî kurdewar komê pêşwazî kirin. Şevbihêrk bi beşdariya bi dehan helbestkar û helbesthez hat lidarxistin. Di çarçoveya şevbihurkê de xwarina ku di beroşan de ji aliyê jinên gund ve li ser kuçikan (tifik) hatibû amadekirin jî hat dayîn. 
 
LI GUND ŞEVBIHÊRKA YEKEMÎN
 
Piştî dayîna xwarinê bernameya şevbihêrkê, xwendin û guhdarkirina helbestan destpê kir. Axaftina destpêkirina şevbihêrkê Berpirsê Koma Helbestê ya Amedê Hasîp Yalniç kir. Yalniç diyar kir ku care yekemîn e şevbihêrka helbestê li gundekî Kurdistanê li dar dixin û wiha got: “Heta niha hemû şevbihurkê me li navenda Amedê dihatin lidarxistin. Em bi vê şevbihêrka xwe sînordarkirina mekan jî dişikînin.”
 
Yalniç destnîşan kir ku ji niha şûn de dê şevbihêrkê xwe ji bilî navenda Amedê li gundên cûda yên Kurdistanê jî li dar bixin û ev tişt anîn ziman: “Armanca me ji van şevbihurkan ew e ku em wêjeya kurdî derxin lûtkeya herî jor. Ji bo vê yekê jî em xebatên xwe tenê bi Amedê sînor nakin û dixwazim li gelek deverên Kurdistanê komên wêjeyê yên bi vî rengî ava bikin.”
 
HELBEST NIRXANDIN
 
Piştî Yalniç, mêvanê vê hefteyê ya şevbihêrêk endama komê helbestkar Roza Metîna bû. Metîna jî axaftinek kir û diyar kir ku ji ber ku dibistanên pergalê xwendiye heta demekê helbestên xwe bi tirkî nivîsandiye û wiha got. “Min piştî perwerdeya xwe ya kurdî ya li KURDÎ-DER’ê û nasîna Baba Tahîrê Uryan dest bi nivîsandina helbestên kurdî kir.”
 
Piştî van axaftina şevbihêrk bi xwendin û guhdarkirina helbestan berdewam kir. Ji ber ku mêvanê Şevbihêrkê Metîna bû, piranî helbestên wê hatin xwendin. Di şevbihêrkê de ji bilî helbestên Roza Metîn helbestên gelek helbestkarên kurd ên din jî hatin xwendin. Her wiha di şevbihêrkê de li ser helbestên Metîna nirxandin hatin kirin. 
 
ŞEV BI ERBANÊ BI DAWÎ BÛ
 
Li aliyê din di dawiya şevbihêrkê de li ber erbanê stran jî hatin gotin. Beşdarên şevbihêrkê li ber lêdana erbanê bi yek dengî stranên kurdî yên gelerî gotin û bi vî awayî şevbihêrka xwe ya li gundê Xirbizilê bi dawî kirin. Dema xatirxwestinê xwediyê malê tabloyên ku pirtûkên kurdî di wan de dihatin nasîn û qehwe diyarî hemû beşdarên şevbihêrkê kirin.