1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heskîfa kevnar ji her alî ve tê talankirin
Heskîfa kevnar ji her alî ve tê talankirin,heskîfa,kevnar,ji,her,alî,ve,tê,talankirin

Heskîfa kevnar ji her alî ve tê talankirin

A+ A-

Heskîfî dibêjin, qirkirina li bajarê kevnare yê 12 hezar salî sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê cîhan li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.


Ji şêniyên Heskîfê Mûsa Şengel bi bîr xist ku hîmê mirovahiyê li Mezopotamyayê hatiye danîn û destnîşan kir ku dîrok li Heskîfa kevnare veşartî ye. Şengel diyar kir ku berî salekê gorek hate dîtin û eşkere bû ku gor 15 hezar salî ye. Şengel bi dewamî got, "Heskîf dilê Mezopotamyayê ye. Nasnameya dîrok û mirovahiyê ye. Bêdeng nemînin. Em ê Heskîfê biparêzin."


Tûrîzmvan Firat Argun ku ji bo parastina Heskîfê demek dirêj e li ber xwe dide, anî ziman ku mizgeftên li Heskîfê jî bi makîneyên kar hatine xerakirin. Argun got, "Li Heskîfê destpêkê mizgeft xera kirin. Bêhurmetî li baweriya me kirin. Piştre malên şêniyên navçeyê xera kirin. Zîhniyeteke ku mala Xwedê xera dike, bêguman wê mala welatiyan hê bi hêsanî xera bike. Hêlîna heywanên kurk ketine jî xera kirin. Divê her kes li ber zext û zordariyê rabe."


Dewleta Tirk dema dawî hewl dide nîşan bide ku ji bo 'parastina Heskîfê' hin berheman dibin cihekî din. Lê belê berhemên dîrokî yên li Heskîfê ku dewlemendiya herî girîng a cîhanê ye, bi makîneyên kar tên hilweşandin. Yên mayî jî wê bi nava avê de bêne hiştin. Tûrîstên biyanî û xwecihî ji bo dîtina Heskîfê berê xwe didin herêmê.