1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêvî Mustefa: Em li hember êrîşan tedbîrên parastinê digirin
Hêvî Mustefa: Em li hember êrîşan tedbîrên parastinê digirin,hêvî,mustefa,em,li,hember,êrîşan,tedbîrên,parastinê,digirin

Hêvî Mustefa: Em li hember êrîşan tedbîrên parastinê digirin

A+ A-

CEFER CEFO 

Efrîn – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku ew amade ne bersiva hemû êrîşên li ser herêmê bidin û tedbîrên parastinê digirin.

Di hevdîtineke bi ANHA′yê re Hêvî Mustefa li ser rewşa herêma Efrînê û amadekariyên wan li hember êrîşên dijmin de, axivî. Di destpêka axaftina xwe de Hêvî Mustefa diyar kir ku ew amade ne bersiva hemû cureyên êrîşên li ser herêmê bidin.

Hêvî Mustefa di axaftina xwe de li ser gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker axivî û got: ″Ev ne cara yekê ye ku Efrîn rastî êrîş û ambargoyê tê, ev 6 salin hikûmeta AKP′ê bi hemû rêbazan êrîşî me dike. Di dawiyê de jî  bin ket, wê ev êrîş jî tekez vala derkevin″.

Gelê me biryara hebûn û tinebûnê daye

Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvî Mustefa destnîşan kir ku gelê Efrînê li hember her cûreyê êrîşan tedbîrên xwe girtine û wiha pêde çû: ″Di aliyê leşkerî de roj bi roj hêza me ya YPG/YPJ′ê xurtir dibe û hijmara şervanan zêdetir dibe. Her wiha focên leşkerî jî têne ava kirin. Bi vî rengî hêzeke profesiyonal ava dibe. Li kêleka wê xortên me berê xwe didin Erka Xweparastinê û li noqteyên xwe belav dibin. Di  aliyê ewlehiya hundir de jî hêza me ya Asayîşê jî hijmara Endamên wê gîhaştiye bi hezaran kes. Niha hemû beşên civaka me jî wek girûp perwerdeyên leşkerî dibînin û li ser rastiya gelê berxwedêr xwe birêxistin dikin, yanî mirov dikare bêje gelê me biryara hebûn û tinebûnê daye″.

Li ser amadekariyên di aliyê aborî de jî Hêvî wiha nirxandin kir: ″Dijminên me xwestin bi riya ambargoyê vîna gelê me bidin şikandin, lê di vî aliyê de jî bin ketin. Li kêleka wê jî beşê me yê aborî di aliyê çandinî û pêşesazî de gelek proje pêş xistin. Van projeyan asta xwe têrkirinê ya herêmê bilind kirin″.

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Meclîsa Rêveber A Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa bal kişand ser Komîteya rewşa awarte û got: ″Ev du salin Rêveberiyê Komîteyek ji bo rewşên awarte ava kiriye. Ev Komîta di rewşên şer ên giran de bi rola xwe radibe û li gorî derfetan tev digere, taybet di aliyê peydakirina derman û xwarinê de. Lê tenê amadekariyên me têrê nakin, divê her malbatek bi xwe jî tedbîrên xwe bigire″.

(kş/mm) 

ANHA