1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêzên Barzanî ew radestî dewleta tirk kiribûn!
Hêzên Barzanî ew radestî dewleta tirk kiribûn!,hêzên,barzanî,ew,radestî,dewleta,tirk,kiribûn

Hêzên Barzanî ew radestî dewleta tirk kiribûn!

Hemwelatiyên Komara Çek şervanên YPGê Markéta Všelichová û Miroslav Farkaš di 2yê tebaxê de ji aliyê dadgeha tirk ve 6 sal û 3 meh cezayê giran a girtîgehê girtin

A+ A-

Di dema ji Rojava ji bo demeka kin xwestin vegerine welatê xwe Komara Çek, ji aliyê pêşmergeyên Barzanî ve li Beşûrê Kurdistanê hatine girtin û pêşmergeyan ew radestî dewleta tirk kirin.

 

Her du şervanên YPGyî Markéta Všelichová û Miroslav Farkaš, beriya biçine Rojava û tevlî şoreşê bibin, zewicandî bûne û mamoste bûne. Ji bo alîkariya gelê Rojava dev ji mamostetiya xwe berdane, hemû mal û milkên xwe firotine û bixwe re birine Rojava, hemû perên xwe dane mexdûrên şer û tevlî YPGê bûne û li dijî DAÎŞê şer kirine. Piştî demek dirêj li Rojava di nav şer de mane, xwestine ji bo demeke kin ji ser Başûrê Kurdistanê re biçine welatê xwe Komara Çek û ji aliyê hêzên Barzanî ve hatine girtin û hêzên Barzanî ew radestî dewleta tirk kirine. Markéta Všelichová û Miroslav Farkaš ku ev nêzî salek û nîv e li girtîgeha Wanê girtî ne doh ji aliyê dadgeha tirk ve bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

 

Lînka derbarê vê nûçeyê de: http://www.blesk.cz/clanek/zpravy-svet/485159/marketu-a-mirka-odsoudili-mladi-cesi-dostali-v-turecku-6-let-a-3-mesice-vezeni.html