1. Hemû Nûçe

  2. Ger

  3. Hêzên QSD Û YPG'ê li dora Reqayê ne
Hêzên QSD Û YPG'ê li dora Reqayê ne,hêzên,qsd,û,ypg'ê,li,dora,reqayê,ne

Hêzên QSD Û YPG'ê li dora Reqayê ne

A+ A-

REQQA – Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) beşekî mezin ji bajaroka El-Kerama ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û şerên dijwar di beşê herî dawî yê gund de rû dide.

Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên Reqqayê  bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên me raghandin ku ji şeva din ve di  navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de li bajaroka El-Kerama ku 20 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve şerên giran rû didin. Di encamê de heta niha şervanan beşekî mezin ji bajarok rizgar kirin û li beşê din ê bajarok şerên dijwar diqewimin.

Nûçegihanan dane zanîn ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistine.

Ta kêliya amadekirina vê nûçeyê şer bi dijwarî li bajarok rû dide.

Bajaroka El-Kerama yek ji bargehên sereke yên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Reqqayê ye û çeteyan ji wir êrîşe çeperên QSD`ê dikirin.

(ekip/kc)

ANHA