1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ ROMANEKE DÎROKÎ LI SER JIYANA OSMAN SEBRÎ
JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ ROMANEKE DÎROKÎ LI SER JIYANA OSMAN SEBRÎ,ji,weşanxaneya,sîtavê,romaneke,dîrokî,li,ser,jiyana,osman,sebrî

JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ ROMANEKE DÎROKÎ LI SER JIYANA OSMAN SEBRÎ

A+ A-

 

 Pirtûka Şihîna Hespên Azad berhemeke gelek giranbuha ye ku li ser jiyana Osman Sebrî hatiye nivîsandin. Nivîskar serdema ku Osman Sebrî tê de jiyaye gelek baş xwendiye û lêkolîn li ser kiriye, li gel vê yekê hemû berhemên Osman Sebrî xwendine (berhemên ku hê nehatine çapkirin jî di nav de), dîsa hemû hevpeyvînên ku li gel Osman Sebrî hatine kirin (hevpeyvînên ku hê jî nehatine weşandin jî di nav de) û hemû pirtûkên ku derbarê Osman Sebrî de hatine nivîsandin xwendine û di encama bêjîngkirina van agahiyan de ji zarokatiya Osman Sebrî destpêkiriye û heta mirina wî bi uslûb û nirxandina xwe di tama berhemeke çîrokeke zargotinî de ev berhem pêkaniye. Pirtûk her çi qas roman be û di tama berhemeke çîroka zargotinî de be jî wekî berhemeke dîrokî ye. Hûnê gelek agahiyên balkêş, dîrokî û tarajîk yên der barê Osman Sebrî de ku qet nayên zanîn di vê berhemê de bibînin. 

Hûnê di vê berhemê de darizandina trajîk  ya Osman Sebrî ya di temenekî gelek ciwan ya di Dadgehên Îstîklalê yên Diyarbekirê de bibinin. Hûnê îdamkirina her du apên wî; Şukrî û Nûrî Axa ya li ber çavên wî, her wiha darizandin û darvekirina Cemîlê Çeto û gotina wî ya navdar “Cemîlê Çeto ji kerê keto” bibînin. Hûnê rojên wî yên zîndanê, piştî zîndanê rewa wî ya Sûriyê bibînin. Hûnê tevlîbûna wî ya di nava refên Xoybûnê de bibînin. Hûnê bibînin ka piraniya pêşengên rêxistina Xoybûnê çawa di nava tevgerên sîxurtî de ne. Hûnê bibînin ka ji aliyê hin pêşengên Xoybûnê ve çi tê serê Osman Sebrî û di encamê de Osman Sebrî çawa ji Xoybûnê vediqete û Xoybûnê wekî rêxistineke sîxurî dibîne. Hûnê bibînin ku tevî hemû zext û teklîfên Fransiyan, li hemberî wan serî natewîne û nabe sîxurê wan. Di encama vê yekê de hûnê bibînin ka çend caran ji aliyê Frensiyan ve tê girtin û sirgûnkirin. Hûnê bibînin piştî girtin û sirgûnan ku paşve gav naavêje, vê carê çawa ji bo Grava Madagaskar a Efrîkayê tê sirgûnkirin. Her wiha hûnê jiyana wî ya zor û zehmet ya li Filistîn, Ûrdin û Iraqê bibînin. Dîsa hûnê bibînin ka li Iraqê dema li hemberî Ingilîzan serî natewîne vê carê çawa ji aliyê wan ve tê girtin û sirgûnkirin. Tevî van hemûyan hûnê dostanî, şer û jiyana li gel rewşenbîrên kurd ên wekî Celadet û Rahşan Bedirxan, Cegerxwîn, Nûrettîn Zaza, Nûrî Dêrsimî û gelek axa û begên ku muhra xwe li wê serdemê xistine bibînin. Hûnê wan rojên dîrokî bibînin ên ku li gel Celadet Bedirxan kovara Hawarê derdixistin, hûnê dersên wî yên kurmancî bibînin ku heta dawiya temenê xwe dest jê berneda. Hûnê bibînin ku li gel gelek hevalên xwe yên rewşenbîr çawa Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê avakiriye. Hûnê bibînin ku wî çawa ji bo Kurdistaneke azad bi dehan gundên bi xêr û bêr li pey xwe hiştine, çawa dest ji mal û maldariya mezin berdaye, çawa dest ji navdariya axa û begitiyê berdaye  û ketiye dûv doza welatekî azad. Herî dawî hûnê bibînin ku rêya wî û Abdullah Ocalan digihîje hev. 

Hûnê di vê berhemê de Osman Sebrîyekî serhildêr ku li hemberî tu kesî serî natewîne; Osman Sebrîyekî şoreşger û zana, Osman Sebrîyekî ku ji bo evîna xwe ya azadiyê her tiştê xwe feda kiriye bibînin. Hûnê Osman Sebrîyekî bibînin ku heta kêliyên jiyana xwe ya dawî dilê wî ji bo Kurdistaneke azad lêdide. Ji bo ku hûn Osman Sebrî baş nas bikin, ji bo ku hûn trajediyên bi serê wî de hatine bibînin, ji bo ku hûn zor û zehmetiyên ku wî kişandine, ji bo ku hûn îxanetên li hemberî wî pêkhatine bibînin û ji bo ku hûn trajedî û nokeriya hin kurdan ku bi têkoşîna wî derketiye holê bibînin teqez vê berhemê bixwînin.

Ev berhem di heman demê de berhemeke dîrokî ya serdema Osman Sebrî tê de jiya ye. Hûnê bi jiyana Osman Sebrî re wêneyekî dîroka vê serdemê yê zindî bibînin. 

 

Mehmet Oncu;

Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar û berhevkar ji sala 1983’yan û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, JiyanaRewşen, Kovara W yê de weşiyane. Bi hevalekî xwe yê nivîskar re, bi navê “Rojnameya Semsûr” rojnameyeke ku li bajarê Semsûrê bi kurdî weşanê dike derxistin. Nivîskarê ku demekê jî di wê rojnameyê de, di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina kurdan dinivîse, zewicîye, bavê du keçan û kurekî ye.

 

Berhemên Nivîskar

1)    Çîrokên Kurdan-I Weşanxaneya Dozê-2006

2)    Çîrokên Kurdan-II Weşanxaneya Dozê-2007

3)    Gotinên Pêşiyan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê-2009-Çapa duyemîn- 2014

4)    Mêhrîmah (Çarîn), Weşanxaneya J&J-2012

5)    Ezîze (Çarîn), Weşanxaneya J&J-2012

6)    Eware (Çarîn), Weşanxaneya J&J-2012

7)    Meyîr, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê-2014 Çapa bi tirkî-2015

8)    Yeklo Duklo Dumbazê, Weşanxaneya J&Jê-2013

9)    Çîrokên Efsanewî yên Kurdan, Weşanxaneya Nûbihar-2014

10) Ferhenga Biwêjan, Weşanxaneya Sîtav-2015

11) 101 Biwêj, 101 Çîrok Weşanxaneya Avesta-2015

12) Cemîle (Pêjgeha Herêma Semsûrê Weqfa Danasîna Semsûrê-2015

13) Ji Kaniya Dil (Çarîne) Weşanxaneya Sîtav -2016

14) Ji Deftera Kurdekî-Weşanxaneya Sîtav-2016