1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Mandela heta Ocalan; Essa Moosa
Ji Mandela heta Ocalan; Essa Moosa,ji,mandela,heta,ocalan,essa,moosa

Ji Mandela heta Ocalan; Essa Moosa

Xwediyê fikra çalakiyên ji bo Ocalan ên ku li Strasboûrgê 2 hezar û 194 roj in didome, Essa Moosa bû. Moosa yê ku di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da, li hemberî rejîma Apartheîd tevî Mandela têkoşiyabû û dostekî hêja yê gelê Kurd bû

A+ A-

  • ERKAN GULBAHÇE-BEDRAN DENÎZ/STRASBOURG/ANF

Xwediyê fikra çalakiyên ji bo Ocalan ên ku li Strasboûrgê 2 hezar û 194 roj in didome, Essa Moosa bû. Moosa yê ku di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da, li hemberî rejîma Apartheîd tevî Mandela têkoşiyabû û dostekî hêja yê gelê Kurd bû. Moosa yê ku parêzerê Mandela bû, di 30 salên xwe yên dawîn de ji bo azadiya Ocalan û gelê Kurd têdikoşiya.

Mûnzûr Emekçî yê ku sê salan çalakiya ‘Azadî ji Ocalan re’organîze dikir, di Nîsana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Salek piştî wê jî Essa Moosa di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Moosa piştî ku Mandela hat girtin, parêzeriya wî kir.

Beriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dîlgirtin, delegasyoneke Kurd diçin Başûrê Afrîkayê û li vê derê hevnasînek çêdibe. Endamê Înîsîyatîfa Azadiya ji bo Ocalan a Navneteweyî Essa Moosa li ser azadiya Ocalan tevlî gelek konferans û çalakiyan bû. Moosa di sala 1996’an de li Kerkûkê çûbû serdana gerîlayan jî.

REWŞA WEKHEV A MANDELA Û OCALAN

Essa Moosa ji bo çalakiyên ji bo Ocalan diyar kiribû ku, wan ji bo Mandela yê ku 27 salan hatibû dîlgirtin, li her dera cîhanê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Moosa diyar kiribû ku ew dikarin li pêşiya Konseya Ewrûpayê, li pêşiya CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ji bo Ocalan çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Piştî nîqaşan di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin.

Moosa di sala 2016’an de ji bo ku biçe serdana Ocalan çûbû Tirkiyeyê lê wezareta edaletê destûra hevdîtinê nedabû.Moosa li vê derê gotibû ku, “Tirkiye ji bo ku karibe kêşeyên bi cîranê xwe re çareser bike, divê berê kêşeyên di nav xwe de çareser bike.” Moosa ji bo tecrîda li ser Ocalan gotibû, “Rewşa Ocalan û Mandela ji aliyekî ve dişibin hev. Lê tecrîda li ser Ocalan gelekî giran e.”

ROJA PÊŞÎN A NOBETÊ

Li Strasboûrgê li qada ku Parlementoya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê heye çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û ev çalakî 2 hezar û 194 roj in didome.

Çalakvan bi paqijkirina derdorê dest bi çalakiyê dikin û belavok û broşuran didin kesên ji wê derê derbas dibin û bi wan re diyalog tê danîn.

MEHÊ CAREKÊ JIN DEWR DIGIRIN

Pêkhateyên TJK-E’yê mehê carekê nobetê dewr digirin. Di heman demê de ciwan, dayîkên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdan û hunermend jî, ji Elmanya, Fransa, Îtalya, Danîmarka, Swêd, Fînlandiya, Norweç, Hollanda, Belçîka, Avûstûrya, Îngîltere, Avûstralyayê tên çalakiyê.

Yek ji beşdarê çalakiyê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal gotibû ku, “Ev çalakî di nav dîroka me de, ew ê xwediyê cihekî girîng be. Heta ku Rêber Apo azad bibe, ev çalakî ew ê bidome.”

LI HEMBERÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYEKE BI BANDOR

Parêzer Mahmût Şakar jî yek ji wan kesan e ku tevlî çalakiyê bûye û çalakiyê dişopîne. Şakar dibêje ku, “Dema ku mesele tecrîda li ser Ocalan be, gelê me bihistyar û xwedîlêderketina xwe didomîne. Ev çalakî tê wateya ku Rêzdar Ocalan her tim di bîra me de be. Li hemberî tecrîdê ev çalakiyeke gelekî bi bandor e.”

Şakar dibêje ku ji 15’ê Sibata 1999’an û heta niha em komek parêzer bi vê meseleyê re eleqedar dibin. Li hemberî neheqiyên li rêzdar Ocalan tê kirin, em her dem dozên nû vedikin. Lê ji ber ku rewşeke wekî vêya tune, dewlet li gorî kêfa xwe tevdigere.

Şakar bal dikişîne ser vî tiştî ku divê parêzer, nûnerên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gel destê xwe bidin hev û bi vî awayî em dikarin vê tecrîdê bişkînin.