1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin li Fransayê navê kolanan diguherînin
Jin li Fransayê navê kolanan diguherînin,jin,li,fransayê,navê,kolanan,diguherînin

Jin li Fransayê navê kolanan diguherînin

Zêdeyî 50 ji sedî ya nifûsa Fransayê ji jinan pêk tê. Lê belê jin li qada cemaweriyê hîn wekhev nayên dîtin. Ji bo navê kolanan bi rengê jinê bên guhertin, hewldan zêde dibin

A+ A-

Zêdeyî nîvê nifûsê jin in, lê tenê 6 ji sedî navê kolanan navê jinan e. Tevgerên jinan li gelek bajarên Fransayê çalakiyan li dar dixin û navê kolanan diguherînin.

Seroka Copines Strasbourgê Maureen Morlet ji rojnameya 20 minutes re axivî û got," Ev rastiyek e, em her roj dibînin. Tevî ku gelek kesayetên jin ên naskirî hene jî, li qada cemaweriyê cihê jinê gelekî kêm e." Morlet ku li Strasbourgê xwendekara zanîngehê ye, ji bo navê kolanan biguherîne tevî hevalên xwe kampanya afîşan dimeşîne.

Li meydana navdar a Strasbourgê, li Kleberê navê Simone Veil, li pira Saint Etienne jî navê Sainte mêre Teresa hate kirin. Ji bo jinan derxînin pêş, li 70 dîwarî afîş hatin zeliqandin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di kampanya xwe ya hilbijartinê de wekheviya jin û mêr derxistibû pêş. Lê belê mîna li gelek qadan, baweriya bi Macron re jî nemaye. Morlet got, "Em destpêkê bi hêvî bûn ku hin tişt dikarin bên guhertin. Lê belê hewldanên dawî yên hikumetê nîşan dide ku ev doz di nava karên sereke yên hikumetê de nîne."

Ji bo jin li qada cemaweriyê derkevin pêş, li gelek bajaran hewldan tên kirin. Li herêma 'Ile-de-France ya li paytext Parîsê, ji bo guhertina navê du stasyonên metroyê dengdan hate kirin û 30 hezar kesî dengê 'erê' dan. Navê berxwedêr Lucie Aubrac li stasyona Bagneuxê, navê stranbêj Barbara jî li stasyona Montrouge hate kirin. Lê belê ev hewldan hê jî di asta sembolîk de ye. Li Parîsê tenê çar stasyonên metroyê bi navê jinan e.

Berdevka Osez le feminisme (bila cesareta we ji bo femînîzmê hebe) Raphaelle Remy-Leleul bi bîr xist ku bi kampanya FemiCite re ku wan sala 2015'an dest pê kir, navê rêyan bi lewhayên sexte guhertine û got, "Ji wê wextgê ve li Montpellier û Nantesê ev operasyon qels bû, lê belê em îro dibînin ku bi vê hewldanê re li gelek bajaran belav bûye."

Şaredariya Nantesê ku di destê Partiya Sosyalîst de eye, da xuyakirin ku ji bo navê jinan li kolanan bê kirin gelek telefon ji wan re hatiye. Alîkara serokê ji şandeya jiyana hevpar û têkoşîna li dijî cihêkariyê ya şaredariyê berpirsyar Aicha Bassal got, "Ji bo em bikevin nava liv û tevgerê, em li bendê neman ku wekheviya jin-mêr veguhere dozeke mezin a neteweyî." Bassal diyar kir ku sala 2016'an ew pê hesiyan ku 1000 ji kolanên wan bi navê mêran e û tenê 100 ji kolanên wan bi navê jinan e, lewma wan dest bi atolyeya welatiyan a ji bo wekheviya rasteqîn kirine. Di çarçoveya vî karî de navê 500 fîgurên jin ên mezin hate pêşniyarikrin. 380 ji van hatin qebûlkirin. Bassal da xuyakirin ku dema pêwîstî bi lêkirina nav li dibistan, meydan an jî cihekî hebe, ew bi atolyeyê dişêwirin û got, "Tenê îsal 38 navên nû yên jinan hatin qebûlkirin."

Nivîskarê pirtûka "Les noms de rue disent les villes" profesorê zanîngeha Aix-Marseille Jean-Claude Bouvier anî ziman ku hewldana ji bo lêkirina navê jinan li kolanan êdî gihîştiye asta neteweyî û got, "Sala 2007'an navê jinan li Fransayê bi rastî jî kêm dihate temsîlkirin. Li hemberî her 10 navên mêran tenê navekî jinan hebû. Ev pênc, deh sal in polîtîkaya femînîzasyonê tê dîtin." Profesor La-Ville-aux-Dames a li herêma val de Loireyê ji bo vê yekê mînak nîşan da. Li vî bajarî navê jinan li 75 ji sedî yê kolanan hatiye kirin. Yanî 84 ji 112 kolanan bi navê jinan e.

Ev yek li Parîsê hinekî lawaz e. Tenê 5 ji sedî yê kolanên Parîsê bi navê jinan e. Sala 2015'an av rêje 2.5 ji sedî bû. Komeleya Osez le feminisme li bendê ye ku sala 2019'an rewşeke hîn wekhv derkve holê.