1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin li gundê Jinwar, bingehek nû ava dikin
Jin li gundê Jinwar, bingehek nû ava dikin,jin,li,gundê,jinwar,bingehek,nû,ava,dikin

Jin li gundê Jinwar, bingehek nû ava dikin

A+ A-

RIHA – Endama Komîteya Projeya Gundê Jina Azad a Jinwar Dîmen Evîn, diyar kir ku ev gund dê li ser asasê ekolojiyê bê ava kirin û wiha got “Ev gund wê ne gundekî jin havînan werin û zivistanan vegerin bajêr be. Berovajê wê êdî wê gundekî ku jin derbasî qonaxekê mayînde û girtina biryareke radîqal bibin.” 

Saziyên jinan ên Rojava, li nêzî navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava, dest bi avakirina gundekî tenê jin lê dijîn kirin û navê Jinwar lê kirin. Ji bo avakirinê dest bi lêkirina xaniyan kirin. Nêzî 30 xaniyên ku temelên wan hatine avêtin dê ji kevir û kerpîçan bê avakirin. Li ser armanc û projeyên gund Endama Komîteya Projeya Gundê Jina Azad a Jinwar Dîmen Evîn pirsên dîhaberê bersivand. 

Nûner û endamên saziyên Jinan ji bo avakirina gundê jinan komîteya Jinwar avakirin. Ji endamên Komîteya Avakirina Jinwarê Dîmen Evîn, diyar kir ku vê fikirê her kes kêfxweş kir. Dîmen Evîn, da zanîn ku nêrîna ku jin dê li ser esasê hêza xwe ya cewherî û qada jiyana xwe ava bike ya her kesî kêfxweş kir. Lê hinek jî kesên bûn şahidê vê xebatê û ev xebat bihîstin gotin “Xebatek pir xweş û pir girîng e lê wê çewa çêbe? Dîsa wê jin karibin xwe biparêzin?” Dîmen Evîn, destnîşan kir ku wan li ser gelo, dest bi xebata xwe nekirine û wiha got: “Îdea û plankirina vê pir zelal e. Lewra em vê pêkanînî li ser qadeke ku şoreşa jinê pêk hatiye, ango li Rojava pêk tînin." Dîmen Evîn, fikra projeyê û xebata yekemîn çewa destpê kir wiha vegot: “Pêşî bi avakirina komîteya înşeayê û plansaziya xebatê ya derbarê mijarê de hewildan hat destpêkirin. Bi guhdarkirina nêrîna dayikan ku zanyarên civakê ne re feraseta xebatê hat pêşxistin. Bi nîqaşên rengîn ên li ser esasê feraseta dewlemendiya çandên cuda yên ol, ziman, kêmanên civakê re hat pêşxistin. Ji bo proje bikeve meriyetê û alîkariya pêvajoya înşeayê nîqaşeke bi awayekî giştî hatin kirin. Xebatên avakirinê pêşî di mejî de şênber bibe û gihiştandina piştgiriya pêwîst ji avakirina pratîkê pir girîngtir e. Li ser vê yekê platformên nîqaşan jî didom in.” 

DIXWAZIN JIYANA CIVAKÎ LI SER KOKA WÊ ZINDÎ BIKIN

Dîmen Evîn, da zanîn ku jin li ser bingeha biryarên xwe qadên jiyanê pêşxistin pêdiviyeke jiyanî ye û wiha axivî: "Êdî pêdivî bi derbasbûna qonaxeke radîqaltir û mayîndetir hebû û avakirina Jinwar jî vê qonaxa radîqal îfade dike. Di dîrokê de gelek mînakên cihwariya jinê heye û dîroka Rojava jî referans e. Qadên baweriyê yên hevpar an jî mabedên di dîrokê de hene. Li gor encamên lêkolînan ev di heman demî de welatên yekem û şêwazên niştecihbûnê ne. Armanca me jî ew e ku vê şêwaza jiyana cuda, şêwaza jiyana ku xwe dispêre jinê li ser koka xwe careke din zindî bikin. Gotina ‘gundeke nû’ an jî ‘avakirina gundekê nû’ di nêrîn û ramanan de tiştekî zelal nake. Ev, gundê jin an jî qada jiyanê şênber nake. Di esasê xwe de divê em vê jî destpêkê diyar bikin. Li vir jinûve gundek nayê avakirin; li ser esasê pêdiviyên jiyanî, dîrokî û civakî qadên jiyanê ya jinê li ser koka xwe careke din tê zindîkirin.”

DÊ PIRSGIRÊK BI AQILÊ JINÊ BÊN ÇARESERKIRIN

Dîmen Evîn anî ziman ku hedefa wan ji bo derbaskirina zilm û êşa hatî jîyîn, qirkirina netew-çînî-zayendî ya li ser jinê hatiye meşandrin, bi aqilê jinê çaraser bikin û wiha got: “Pêdiviya jinê ya bi qadên ku karibe xwe vebêje, xwe karibe birêxistin bike, cudahiya xwe ya aborî, civakî, çandinî û jiyana xwe bi awayek vekirî derxîne holê, heye. Ev proje zêdetir ji bo jiyana jinê baş bike û ferqa şêwaza jiyana bi jinê ve girêdayî derxînin holê ye. Bi nêrîn û pêşniyara niştecihên gund ya rastî niştecihên destpêkê re li ser pêdiviya wan şêwaza jiyana civakî bê rêxistinkirin. Ji ber ku xebata gundê jinên azad Jinwar wê nebe qada stariyê, qadeke îstrehatê ya demkurt, an jî qadekî ku pirsgirêka jinan çareser bikin û piştre jî biçe nîn e. Wê evder bibe qada berhemî û jiyana jinan a demdirêjî û li ser bingeha şêwaza jiyana niştecihbûnê bê pêşxistin. 

JINA LI CEM ZILAM DIJÎ MÎSOGERIYA EWLEHIYA WÊ TUNE YE

Dîmen Evîn, balkişand ser hin fikarên tên ziman û wiha pê de çû: “Her çiqas hin fikar pir zelal ji me re neyê kirin jî (ev fikar piranî ji hêla zilaman ve tên) bi hin pirsan re tên kirin. Mînak di nîqaşekî de pirsek wiha hat pirsîn; ‘baş e, jin lihev bikevin wê çibibe?’ an jî ‘jin wê çewa li hev bikin, çewa bên perwerdekirin?’. Ev pirs rastin û dicih de ne. Lê hevpeymanekê me ya ku van hemû tiştan di nav de dihewîne û van fikaran çareser bike heye. Lê ez dikarim vê jê bêjim ku di hêla jinan de fikarekê wisa tune ye. Ji ber ku di navenda pirsgirêkên civakî ya heyî de, zihniyeta zilam heye. Jinên ku vê êşî baş dîtine, wê di xwedîderketina projeyê û şêwaza tevlîbûnê wê pir samîmî û jidil be. Pirsgirêka ewlehiyê ya jinê li cem zilam pêk tê. Di roja me de jina ku li cem zilam jiyan dike tu garantî û ewlehiya jiyana jinê tune ye; li jinan tê xistin, dijmînê wan didin, bera wan didin û dikûjin. Em dizanin ku jin di qada civakî ya heyî de bi pirsgirêkên jiyanî û ewlehiyê ya cidî re rû bir û ne. Li hemberê vê çareseriya herî radîqal jî hebûna mekanên azad ên jinan e. “

HER TIŞT EKOLOJÎK Û XWEZAYÎ NE

Dîmen Evîn, diyar kir ku avakirina gundê Jinwar bi her awayî bi xebatekî ekolojîk tê meşandin û da zanîn ku amûrên di avakirina gund e tên bikaranîn jî ji amûrên xwezayî û ekolojîk pêk tê. Dîmen Evîn ev tişt gotin: “Amûrên xwezayî û ekolojîk hene, ev tên zanîn. Tenê hinek kevir, ax, ka, av û hinek jî zanîna avakirinê hebe bes e… Civaka me civakeke ku hêj jî xwezayiya xwe winda nekiriye, bi berhemdariya dê-bavên me yên zana û bi nirx û heta roja îro hatiye ye. “

XANÎ DÊ JI AX Û KEVIRAN BE

Dîmen Evîn, destnîşan kir ku wê amûrên avakirina gund kerpîç be û wiha got: “Di serdema ji sedî 75 a dîrokê xaniyên ku ji axê hatine çêkirin û qadên civakî serwer bûye. Di dîrokê de qadên jiyanî yên ji kerpîçan hatine çêkirin hene. Avahiyên kerpîç û kevir ên ku berî 9 hezar salan hebûn, ligel hezaran sal di ser de derbasbûne qewîbûna xwe parastine. Em dikarin mînaka herêma çayê ya li rojavayê başurê navçeya Erxanî ya Amedê nîşan bidin. Li wir, gelek xaniyên ku pêşî bi keviran hatiye destpê kirin û piştre bi kerpîçan bilind kirine, dîwarên wan sitûr hene, derketiye holê.”

‘ARMANC EWE KU ÊDÎ PERE DERBAS NEBIN

Dîmen Evîn, balkişand ser danûstandina çandiniyê û sewalkariyê û diyar kir ku wê her niştecihên gund baxçeyên xwe biçînin û pêdiviyên kesayet û gund, sewal, hemû cure çandiniyê, ji bo kincan jî terziyek ku ji niştecihê gund pêk tê bê vekirin. Dîmen Evîn, anî ziman ku belkî niha ev hinek xeyalî be lê di demên pêş de danûstandinê ya li gund û derveyê gund, bi awayek taqas bê kirin û got: “Belkî were wê astî ku di vê gundî de pere derbas nebe. Hemû tiştên ku ji gundên derdorê an jî bajaran bigirin, bi rêbaza çanda taqasê bê kirin.” 

Erdogan Altan - dihaber