1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jinên Kurd azad dibin, lewma bûn hedefa destpêkê ya AKP'ê
Jinên Kurd azad dibin, lewma bûn hedefa destpêkê ya AKP'ê,jinên,kurd,azad,dibin,lewma,bûn,hedefa,destpêkê,ya,akp'ê

Jinên Kurd azad dibin, lewma bûn hedefa destpêkê ya AKP'ê

Guven: Li şaredariyên ku qeyûm lê hatin tayinkirin, destpêkê êrîş li hevserokên jin û saziyên jinan hate kirin. Ji ber ku jin bi rêya wan saziyan hişyar dibûn, zane dibûn û hesab dipirsîn. Ji bo pêşî li vê bigire, qeyûmên AKP'ê destpêkê êrîşî jinan kirin

A+ A-

  •  S. ASÛMAN DEMÎR
  •  NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, zêdebûna şîdeta mêr a li jinê, bandora polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê û têkoşîna jinê ya li dijî vê yekê ji me re nirxand.

Guven da xuyakirin ku sala 2017'an ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê bi taybetî ji bo jinan bû saleke zor û zehmet û got, bû salek ku bi polîtîkayên zordar ên Rewşa Awarte re kedkar, akademîsyen, rojnamevan hatin girtin û ji ber her gotinên xwe hatin darizandin.

Guven diyar kir ku di sala 2017'an de ji aliyê zayendî ve qirkirin li ser jinan hate ferzkirin û wiha dewam kir: "Di dema AKP'ê de ku şîdeta mêr a li jinê hezar û çar sed ji sedî zêde bû, zext û zordarî sala 2017'an gihîşte asta herî bilind. Li jinên ku xwestin cihê bibin şîdet hate kirin, piştî ku li nava kolanan hatin kuştin bedena wan hate teşhîrkirin, cenazeyên dayikên weke Dayika Taybet hefteyekê li naverastê hatin hiştin û bi vî rengî xwestin ku mesajekê bidin tevahiya civakê. Yanî faşîzma ku di desthilatdariya AKP'ê de şênber bû, herî zêde li dijî jinan hate kirin."

Li ser sedema vê yekê jî Guven ev nirxandin kir: "Ji ber ku di zîhniyeta AKP'ê de rol û mîsyonek li ser jinan hate ferzkirin. Ev yek jî modeleke jinê ya ku li malê rûdinê, ji hevser û malbata xwe re koletiyê dike, serî ditewîne, zarokan tîne dinyayê û li gorî sîstema wan jineke li nava malê ye. Jinên derketin derveyî vê, yên serî hildan, li mafê xwe geriyan, mîna Nûriye Gulmen gotin 'Em karê xwe dixwazin' ya jî weke wekîlên jin ên HDP'yî gotina xwe gotin, mîna Gultan Kişanak, mîna Selma Irmak, mîna Sebahat Tûncel, mîna Fîgen Yuksekdag hatin girtin û bi vî rengî xwestin pasîfîze bikin. Li ser hemû jinên ku li mafê xwe geriyan qirkirineke cidî hate ferzkirin."

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku li gelemperiya cîhanê jin li dijî binpêkirina mafên mirovan û li dijî despotan têdikoşin û got, "Di nava vê têkoşînê de hin nav bûne sembol. Em jî dibêjin 'Ji Clara heta Sara'. Em ê vê trena ji daxwaza azadiyê teqez bigihînin armanca xwe. Di vê rêwîtiyê de hin astengî derdikevin pêşiya me. Li Tirkiyeyê astengiya derdikeve pêşiya me desthilatdariya AKP'ê ye; ev yek li Misrê, li Iraqê, li Îranê dibe ku desthilatdariyên cuda bin. Lê belê di çavkaniya hemûyan de sîstema baviksalarî heye. Jinên Kurd ên li dijî vê zîhniyetê têdikoşin, ji şîdeta vê sîstemê para xwe her tim girtine."

Guven işaret bi şaredariyên ku AKP'ê bi rêya qeyûman desteser kiriye û destnîşan kir ku bi destê qeyûman hewl tê dayin hemû destketiyên jinan ji holê werin rakirin.

Guven got, "Bala xwe bidinê; li şaredariyên ku qeyûm li wan hatine bicihkirin, destpêkê êrîş li hevserokên jin piştre jî li saziyên jinan hatin kirin. Ji ber ku jin bi rêya wan saziyan hişyar dibûn, zane dibûn û hesab dipirsîn. Ji bo pêşî li vê bigire, qeyûmên AKP'ê destpêkê êrîşî jinan kirin. Me li Kurdistanê, perspekîfa Birêz Ocalan ji xwe re esas girt ku li gorî vê perspektîfa azadiya jinê divê jin di hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin û bi vîna xwe li ser piyan bin. Di çarçoveya vê perspektîfê de em têkoşiyan. Ji ber vê yekê, li gorî rewşa giştî ya li Tirkiye û gelemperiya cîhanê, jinên Kurd di warê têkoşîna azadiya jinê de gihîştin qonaxeke gelekî girîng. Lewma bûn hedef. Rastiyeke jinê derkete holê ku polîtîze bûye, xwe nas dike, pêşengiyê ji guherîn û veguherîna li nava civakê dike. Em vê girîng dibînin. Em teslîmî polîtîkayên paşverû yên AKP'ê nebûn."

Guven diyar kir ku li cihên qeyûm hatine bicihkirin dema ji nû ve hilbijartin hate kirin wê gel ji nû ve vîna xwe hilbijêre û ev têkoşîn wê hem ji aliyê jinê hem jî ji aliyê giştî ve dewam bike.

Guven anî ziman ku li qadên xwerêveberiyê jin bi rola pêşengiyê rabûn û got, "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê jin di hemû çalakî û xwepêşandanan de li refên pêş bûn. Ev têkoşîn wê nesekine, wê bidome. Dibe ku AKP'ê di nava 15 salan de hewl da sîstema xwe ava bike. Lê bawer bikin, bi destê jinê wê ew zîhniyeta faşîst û tekparêz ji holê rabe û gel wê aramî û aştiyê biafirînin û bi vî rengî jiyana xwe bidomînin."