1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCDK-E ji bo meş û mîtînga li Kölnê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E ji bo meş û mîtînga li Kölnê banga tevlîbûnê kir,kcdk,e,ji,bo,meş,û,mîtînga,li,kölnê,banga,tevlîbûnê,kir

KCDK-E ji bo meş û mîtînga li Kölnê banga tevlîbûnê kir

Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E ji bo meş û mîtînga 24'ê Adarê ya li Kölnê ku wê ji eyaleta NRW tevlîbûn çêbibe, bang kir

A+ A-

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî bazirganên ol û faşîzma AKP'ê ya kujer dengê xwe bilind bikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E diyar kir, faşîzma AKP'ê bi bikaranîna ol, polîtîkayên xwe yên komkujî û zilmê bi cih tîne û got, "Ev polîtîkayên zilm û komkujiyê yên AKP'ê herî zêde zerarê didin Misilmanên ji dil. Li dijî înkar, komkujî û polîtîkayên dijminatiyê yên tifaqa kujer a eniya AKP-MHP û Ergenekonî, divê herî zêde Kurd, Elewî, Ezidî, Xiristiyan dengê xwe bilind bikin.

Li Efrînê cih û warê pîroz ên Misilman, Elewî, Êzidî û Xiristiyanan tên tineikrin. Mirovên me tên kuştin. Vê yekê jî bi hevkariya dijminên mirovahiyê; DAÎŞ, El Nûsra dikin. Ev bazirganên ol ên kujer, li Efrînê hem pîrozmendiyên hemû olan tine dikin hem jî jin, zarok, extiyar, mirovên li hemû nasname û baweriyan dikujin.

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, têkoşîna jiyana hevpar û îstema jiyana wekhev û azad a hemû bawerî û nasnameyan e. Berxwedana Efrînê têkoşîna bi rûmet û azadiyê ya hemû bawerî û nasnameyan e. Mirovên ji dil ên Misilman, Xiristiyan, Êzidî û Elewî divê li gorî baweriyên xwe tevbigerin, pîrozmendî û baweriyên xwe biparêzin û li dijî komkujî û zilmê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. Ev yek şertekî mirovbûnê ye.

Weke KCDK-E û Platforma Efrînê, ji bo meş û mîtînga 24'ê Adarê ya li Kölnê ku ji aliyê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ve tê organîzekirin û wê ji eyaleta NRW tevlîbûn çêbibe, em bang li hemû mirovên ji her baweriyê û xwedî wijdan dikin ku tevlî bibin."