1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Bila 3'ê Tebaxê bibe roja têkoşîna navnetewî li dijî qirkirinê
KCD: Bila 3'ê Tebaxê bibe roja têkoşîna navnetewî li dijî qirkirinê,kcd,bila,3'ê,tebaxê,bibe,roja,têkoşîna,navnetewî,li,dijî,qirkirinê

KCD: Bila 3'ê Tebaxê bibe roja têkoşîna navnetewî li dijî qirkirinê

KCD'ê bi wesîleya 3. salvegera qirkirina Şengalê bal kişand ser rewşa Êzidiyên li kampên AFAD'ê û diyar kir, rewşa wan ji rewşa Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de ne, ne cuda ye. KCD'ê bang li her kesî kir, ku li hemer vê hovîtiyê bêdeng nemîne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 3. salvegera qirkirina Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên emperyalîst-mêtînger û hevkarên herêmî bi sedsalan e di serî de li ser gelên Kurdistanê, li Tirkiye û Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinê dikin. Li Rojhilata Navîn a ku bûye cihê şerê mezheb û olan herî zêde li ser civaka Êzidî komkujî pêk hatiye û 73 ferman li vê civakê rabûye."

 

KCD'ê bibîr xist, ku 3 sal beriya niha, roja 3'ê Tebaxa 2014'an bi destên çeteyên DAIŞ'ê êrîş li cih û warê pîroz ê Şengalê hate kirin û komkujî li civaka Êzidî hate kirin.

 

'Rewşa Êzidiyên li kampên Afad'ê û ya Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de ne, ji hev ne cuda ye'

 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê komkujiyê xwestin di şexsê jinên Êzidî de şoreşa Rojava a bi pêşengiya jinan pêşketiye ji holê rakin. Ev çeteyên dijminê mirovahiyê li aliyekî civaka Êzidî qir kirin, di aliyê din de jî bi hezaran jinên Êzidî kirin kole, li bazaran firotin û îşkenceya zayendî li wan kirin. Êzidiyên ji destên çeteyan xilas bûn û hatin Tirkiyeyê niha li wargehên AFAD'ê hatine bicihkirin. Rewşa Êzidiyê li wargehan tên girtin ji rewşa êzidiyên di destên çeteyan de ne cuda ye. Diktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî wargeh li Êzidiyan kirine cihê zilm û îşkenceyê. Divê ku kes li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne û Êzidiyan bi pêkanînên hovane re rû bir û nehêlin."

 

'Bêdengiya Hêzên Navneteweyî nayê qebûlkirin'

 

KCD'ê bibîr xist, ku civaka Êzidî îro bi hêza xwe parastina xwe dike, jinên Êzidî di nava 'Cenga Mezin' de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê şer dikin û wiha dewam kir: "Ev yek ji bo Êzidiyan destketiyeke mezin e. Xwedîderketina li van destketiyan û ji bo em careke din Êzidiyan bi fermanên nû re rû bi rû nehêlin peywir û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê herkesî."

 

KCD'ê ragihand, ku hê jî jinên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û destnîşan kir, bêdengiya hêzên navneteweyî li ya di vê mijarê de nayê qebûl kirin.

 

‘Bila 3'ê Tebaxê bibe 'roja çalakiya navneteweyî li dijî qirkirinê û qirkirina jinê'

 

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê bingehê em piştgiriyê didin pêşniyara jinên Êzidî ku 3'ê Tebaxê bibe 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Hemberî Qirkirin û Qirkirina Jinan' û daxwaz dikin ku ji bo ev pêşniyar were qebûlkirin her kes bi awayekî çalak têkevin nava liv û tevgerê.

 

Her wiha bang li hemû jinan dikin ku beşdarî kampanyaya TJA'yê ya bi şîara 'Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin' bibn, ku wê starta wê sibe li Êlihê were dayin."