1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin
KCD: Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin,kcd,çapemeniya,azad,wê,neyê,bêdengkirin

KCD: Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin

KCD girtina dîhaber, rojnameya Rojeva Medya û Gazete Şûjin şermezar kir û destnîşan kir, ku çapemeniya azad mîna duh îro jî bêdeng nabe

A+ A-

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê nivîskî girtina dîhaber, rojnameya Rojeva Medya û Gazete Şûjin şermezar kir.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: 

"Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirinê meşandine û niha jî bi awayekî dijwar bi destên îktîdara AKP'ê ve ev qirkirin tê domandin.

Bi van polîtîkayên qirkirinê yên dîktatoriya faşîst a Erdogan û Bahçelî re di nava wan de siyasetmedar, rojnameger jî hene bi hezaran kesên muhalîf di girtîgehan rehîn tên girtin û her roj ev operasyonên qirkirina siyasî bênavber berdewam dikin.

Bi taybetî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê, roja 20'ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte re bi şaredariyên DBP'ê yê li Kurdistanê re bi dehan sazî û komele hatin dagirkirin-xespkirin û hatin girtin. Bi sed hezaran kedkar û karker ji kar hatin avêtin û her roj êrîşî nirxên gel dikin. Vê yekê jî li ser navê Biryarnameyên Bİ Hikmê Qanûnê pêk tîne. Herî dawî bi weşandina biryarnameyê re Rojnameya Rojeva Medya, Rojnameya Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcleyê (Dîhaber) ên ku pêkanînên faşîzan derdixe holê hatin girtin.

Ev îktîdara faşîst dibêje qey bi girtina saziyên çapemeniya azad wê sûcên xwe yên dijmirovahiyê, bajarên şewitandin û hilweşandin, Sûr û Heskîfa ku dixwazin tune bikin veşêrin lê xwe dixapînin. Ew jî vê yekê dibînin. Divê îktîdara faşîst vê yekê baş zanibe ku ew nikare bi van pêkanînan tirsa xwe veşêre. Êdî ew jî baş zanin ku têk diçin, ji ber vê yekê kesên ku dengê xwe derdixe hedef nîşan didin û êrîşî wan dikin.

Çapemeniya azad a ku Apê Mûsa, Gurbetelliî Ersoz, Metîn Alataş, Denîz Firat, Rohat Aktaş û bi dehan şehîdên wê hene wekî duh îro jî bêdeng nabe û wê neyê bêdengkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wekî her demê wê îro jî rûyê wan ên qirêj derxe holê. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku çapemeniya azad netenê ye  û girtina saziyên çapemenyê lanet dikin.

Em bang li hemû şoreşger, demokrat, rewşenbîr û herkesî dikin ku bi çapemeniya azad re di nava tevkariyê de bin û ji ev îktîdara faşîst a ku her roj dirize rojek beriya rojekê xelas bibin bi têkoşîna hevpar berxwedana xwe bilintir bikin."