1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê agahî û belgeyên krîtîk ên li ser MÎT'ê eşkere kir
KCK'ê agahî û belgeyên krîtîk ên li ser MÎT'ê eşkere kir,kck'ê,agahî,û,belgeyên,krîtîk,ên,li,ser,mît'ê,eşkere,kir

KCK'ê agahî û belgeyên krîtîk ên li ser MÎT'ê eşkere kir

A+ A-

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, encamên Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz a Tebaxa 2017'an eşkere kir ku di encamê de 2 rêveberên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Milî ya Dewleta Tirk hatin girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên hatine girtin ragihandine ku şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan bi fermana Erdogan bi rengekî taybet ew wezîfedar kirine. KCK'ê diyar kir ku bi operasyona yekîneya taybet a HPG'ê re li ser rêveber, endam û xebatkarên MÎT'ê agahî û belgeyên gelekî girîng bi dest ketine û destnîşan kir, vê operasyonê derbeke gelekî mezin li MÎT'ê xistiye.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat ragihandin, bi girtina 2 payebilindên MÎT'ê re ku bi 'fermana taybet' a Tayyîp Erdogan ji bo sûîqest an jî girtina payebilindên PKK'ê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, agahî û belgeyên girîng hatine bidestxistin. Hat destnîşankirin ku operasyon berî 5 mehan hate destpêkirin û gelek personelên MÎT a Tirk hatine girtin.

LI DIJÎ MÎT'Ê, OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ A HPG'Ê

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ encamên girîng bi dest ketine" û bal hate kişandin ser polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk ku li ser bingeha qirkirina Kurdan dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Stratejiya bingehîn a TC'ê ji berê ve qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê polîtîkaya tedîp-tenkîl-tehcîrê qet neguheriye û didome. Bi vê yekê re dixwaze gerîla tasfiye bike, îradeya gel bişikîne û bi tecrîda giran a li ser Rêberê me re gelê Kurd qir bike. Ji ber vê yekê, li dijî Rêberê me, gelê me û gerîla hemû rêbaz û amûrên qirêj tên bikaranîn. Tayyîp Erdogan û hemû tifaqên faşîst hebûna xwe spartine tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan, lewma van êrîşên qirkirinê dişidînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li pêşberî têkoşîna azadiyê qesl bûne û destnîşan kir, ku dewlet bi rêbazên şerê taybet û amûrên şerê psîkolojîk hewl dide xwe xurt nîşan bide.

KCK: KOMPLOYÊN NÛ YÊN FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê HATIN PÛÇKIRIN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dawiya salên 1990'î, dewleta Tirk di şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de ji bo pêşî li têkçûna xwe ya leşkerî, siyasî, aborî, civakî û çandî bigire, bi hêzên navneteweyî re li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo kiriye û hat gotin, "Çawa ku dewleta Tirk serî li NATO û DYA da û bi komploya li ser Rêber Apo re xwest Tevgera Azadiyê tasfiye bike, îro jî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku ji gelek aliyan ve têk çûye û hildiweşe, dixwaze derbê li rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bixe û bi vî rengî xwe ji vê rewşê rizgar bike."

Hevserokatiyê da xuyakirin ku dewleta Tirk biryara li ser tasfiyekirinê sala 2011'an daye û got, "Konsepta xwe ya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ku bi derba li rêveberiya PKK'ê re xwest pêk bîne, di destpêkê de li dijî yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd Fîdan Dogan û ji pêşengên ciwanan Leyla Şaylemez xist meriyetê. Lê belê tevî ku bajar şewitandin, hevşaredar, parlamenter û bi deh hezaran siyasetmedar girtin jî nikarin li pêşberî berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd encamê bigirin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku desthilatdaryia faşîst a AKP-MHP'ê li pêşberî berxwedana Tevgera Azadiyê hem li hundir hem jî li derve di serdema xwe ya herî qels de ye û got, "Faşîzma AKP-MHP ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike û xwe xurt nîşan bide, bi fermana Tayyîp Erdogan ji bo tasfiyekirina rêveberên PKK'ê di nava MÎT'ê de yekîneyên taybet ava kir."

KCK: ERDOGAN FERMANA TAYBET DA MÎT'Ê JI BO RÊVEBERÊN PKK'Ê TASFIYE BIKE

KCK'ê da zanîn ku Tayyîp Erdogan di mijara êrîş û qirkirina Kurdan de biryarên taybet digire, dike kirin û got, "Tayyîp Erdogan li pêşberî têkoşîna azadiyê ewçend tengav bûye ku ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike, bi rêya MÎT'ê her roj zextê dike û ferman daye ku çend rêveberên PKK'ê were girtin an jî bi sûîqestan werin kirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, MÎT a ku di avakirin û bicihanîna polîtîkaya qirkirinê de bi roleke sereke radibe, 2 rêveberên xwe yên payebilind wezîfedar kiriye. Hevserokatiyê diyar kir, ev her du rayedarên payebilind ên MÎT'ê ku xwedî pasaporta dîplomatîk in û li cihekî nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariya operasyona li dijî rêveberên PKK'ê dikirin, hatine şandin.

KCK: RÊVEBERÊN PAYEBILIND ÊN MÎT'Ê YÊN HATINE GIRTIN AYDIN GUNEL Û ERHAN PEKÇETÎN IN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser detayên operasyonê agahiyên girîng da û got, "Yekîneyên tevgera me piştî wextekê bi amadekariyên vê operasyonê hesiyan, ji her alî ve kontrol kirin û dest bi şopandinê kirin. 2 rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên ku bi mehan xwe amade kiribûn, dema ku wê êrîş bikira, yekîneyeke taybet a HPG'ê dest bi OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ kirin û ev her du rêveberên payebilind girtin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "2 rêveberên MÎT'ê bi operasyoneke mezin a şoreşgerî ya îstîxbaratê hatin girtin. Ev rêveberên MÎT'ê serokên wê daîreyê ne ku bi fermana Tayyîp Erdogan yekser bi Hakan Fîdan re dixebitin. Ev yek jî mezinahiya vê operasyonê radixe pêş çavan."

Di daxuyaniyê de li ser rêveberên MÎT'ê ev agahî hatin dayin: "Rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên ahtin girtin, Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel in ku 20 salan li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê bi wezîfeyên girîng rabûn û piştre li navenda MÎT'ê hatin wezîfedarkirin. Erhan Pekçetîn serokê karên cihêkariya etnîkî ya navxweyî ye ku daîreya herî stratejîk a MÎT'ê ye. Aydin Gunel jî rêveberê çavkaniyên mirovan ê MÎT'ê ye ku ji hundir û derve berpirsyar e. Ji ber ku ev li navenda MÎT'ê dixebitin û bi erkên payebilind radibin, her wiha ji ber ku têkiliya xwe bi daîreyên din re heye, haya wan ji hemû karên MÎT'ê û operasyonên wan heye. Yekser an jî neyekser agahiya wan ji hemû operasyonan heye."

DU RÊVEBERÊN MÎT'Ê YÊN LI CIZÎRÊ JÎ AGAHIYÊN GIRÎNG DAN

KCK'ê her wiha ragihand ku beriya niha li Cizîrê jî 2 rêveberên MÎT'ê hatin girtin û li ser polîtîkayên gemarî yên MÎT'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê agahiyên girîng daye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "2 rêveberên MÎT'ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê hatin girtin û van her du payebilindên MÎT'ê yên vê dawiyê hatin girtin agahiyên girîng dan. Ev agahî û belgeyên bi dest ketin, karaktera AKP'ê û komployên MÎT'ê yên li dijî gelê Kurd, sosyalîstan, hemû mûxalîfan, rewşenbîr, nivîskar, Elewî û hemû civakên etnîkî û olî radixe pêş çavan."

KCK: SABAHATTÎN ASAL Ê KU DI HEYETA DEWLETÊ YA ÎMRALIYÊ DE BÛ PLANSAZIYA QETLÎAMA PARÎSÊ KIR

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin ku dema desthilatdariya AKP'ê ya di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan li Îmraliyê hevdîtin dikir, siyaseta îmhakirinê jî dimeşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Yek ji rêveberê MÎT'ê Sabahattîn Asal ê ku tevî Mûhammed Dervîşoglû li ser navê heyeta dewletê tevlî hevdîtinên li Îmraliyê dibûn, plana qetlîama li Parîsê ya di sala 2013’an de kiriye û ev tişt dibe delîla karakterê komployî yê desthilatdariya AKP’ê û MÎT’ê. Ev careke din hatiye dîtin ku ji bo dewleta Tirk û MÎT’ê tunekirina Kurdan, dikarin serî li her rêyê bidin. Agahî û belgeyên di vê operasyonê de hatine bidestxistin diyar dike ku rola desthilatdariya AKP’ê di hilweşandina Sûriyeyê de gelek e."

KCK: OPERASYONA KU 5 MEH JI SER WÊ DERBAS BÛYE, DERBEKE MEZIN LI MÎT'Ê XISTIYE

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "2 rêveberên payebilind ên MÎT’ê yên ku 5 meh in di destê Tevgera Azadiyê de ye û 2 rêveberên MÎT’ê berê hatibûn girtin, li gorî zagonên hiqûqa gerdûnî û zagonên Tevgera Azadiyê em nêzî wan bûne. Ligel ku şer jî heye, jiyana wan hatiye mîsogerkirin û piştî hatine girtin jî nasname, kesayetî, rûmeta wan nehatiye rencîdekirin. Agahî, belge û daneyên elektronîk ên ji ser van kesan hatine desteserkirin, piştre hatine nirxandin û 'OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ’ hatiye berfirehkirin. Ji ber vê jî di warê eşkerekirina wê ya ji bo raya giştî derengmayîn çêbûye."

KCK'ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê têkildarî MÎT'ê gelek agahî bi dest xistiye û têkildarî rêveber, xebatkarên MÎT'ê xwedî gelek agahiyan in û got, "Di çarçoveya vê operasyonê de ya ku di Tebaxa 2017’an de hate destpêkirin, avadaniya saziyî ya MÎT'ê, rêxistinbûna wan, xebatkarên wan, navendên wan, îkametgahên wan, têkiliyên wan ên derve û hundir, sîxurên wan ên di nav dewlet û rêxistinan bi rêjeyeke zêde hatiye deşîfrekirin. Qetlîama Parîsê, sûîkastên li Rojava, gelek çalakiyên wan û malên lêpirsînê yên nepen ên derzagonî tevî kitekitên xwe hatine deşîfrekirin. Di heman demê de nasnameya endam, sîxûr û xebatkarên MÎT’ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di serî de yên li Ewrûpa, Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine deşîfrekirin. Beşeke van sîxur û xebatkarên wan bi operasyonên taybet hatine girtin. Di gelek qadan de derbeyên giran li tora rêxistinbûna MÎT’ê hatiye xistin. Bi her girtinê re, agahî û belge zêdetir bûne û xebatên MÎT'ê tên li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê di warê pratîk de hatiye felçkirin."

KCK: PLANÊN ERDOGAN ÊN JI ÎMHAKIRINA RÊVEBERÊN PKK’Ê HATIN PÛÇKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin konsepta êrîşê ya bi ser rêveberên PKK'ê de hatiye pûçkirin, dewleta Tirk derbeke giran xwariye û hate gotin, "Bi 'OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ' jî komploya ku bi rengekî berbiçav li dijî qadroyên pêşeng ên tevgera me hatî kirin û hemû xebatên bi vê çarçoweyê hatine pûçkirin. Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û hemû tifaqa faşîst ku bi heweseke mezin li bendê bûn ku qadroyên Pêşeng ên PKK’ê werin girtin û qetilkirin, girtina peywirdarên wan ên girîng, ev hewesa wan di gewriya wan de hiştiye. Bi vî rengî jî derbeke wiha li êrîşên Tayyîp Erdogan ên bi ser gelê Kurd de xistiye ku demeke dirêj wê nikaribin pişta xwe rast bikin."

KCK: DERBARÊ OPERASYONA BI SER MÎT'Ê DE EM Ê AGAHIYÊN NÛ PAR VE BIKIN

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî kir û got: "Kesên ku di belgeyên rêveberên MÎT’ê de derketine hatine deşîfrekirin, şopandin kontrolkirin, piştî fêhmkirin tora wan a têkiiliyan rêbaza operasyonê hatiye sazkarkirin. Em ê di nêz de li ser hin sûcê ku MÎT’ê li ser gelê me û gelan kirine bi raya giştî re par ve bikin.

Dema ku mirov dêhn û bala xwe bidiyê ku desthilatdariya AKP’ê û MÎT’ê di vê demê de şerê gemarî geş kirine, em bang li welatparêz, demokrat û hemû gelê xwe dikin li ser arestekirina şaş a desthilatdariya faşîst, li ser nûçeyên şerê taybet û şerê psîkolojîk hişyar bin û li dijî êrîşên bi vê çarçoweyê bibin xwedî helwest."