1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê cejna Êzî pîroz kir
KCK'ê cejna Êzî pîroz kir,kck'ê,cejna,êzî,pîroz,kir

KCK'ê cejna Êzî pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir

A+ A-

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya cejna Êzî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Peyama KCK'ê ya ji bo cejna Êzî wiha ye:

"Em cejna Êzî ya civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin. Hêvîdar in ku wê civaka me ya Êzidî cejnên xwe ji niha û pê ve li Êzîdxana xweser pîroz bike.

Civaka me ya Êzidî bi hezaran sal in ku van cejnên xwe pîroz dike, bi vî rengî hebûna xwe diparêze û nirxên bingehîn ku hucreyên sereke yên mirovahiyê ne, diparêzin. Nirxên çandî û bawerî yên civaka me ya Êzidî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê ev cejn ne tenê ji bo Êzidiyan, her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê hêja ne.

3'ê Tebaxa 2014'an fermana 74'an li Ezidiyan rabû. Çeteyên li dijî mirovahiyê ne, xwestin ku civaka me ya Êzidî ji holê rakin. Lê belê gerîlayên me ku di mijara civaka me ya Êzidî de timî hesas in û bala wan li ser e, bi 12 fedayiyên xwe pêşî li van çeteyan girtin û nehiştin ku civaka me ya Êzidî bê qirkirin. Bi vî rengî mirovahî ji şerma qirkirinê rizgar kirin.

Rêber Apo ji bo jiyana azad û demokratîk a civaka me ya Êzidî, timî bi hesasiyeteke mezin tevgeriya û hewl da. Di nava şert û mercên giran ên zindana Îmraliyê de jî timî ferman da ku xwedî li civaka me ya Êzidî bê derketin û ew bên parastin. Ev hesasiyeta Rêber Apo ya der barê Êzidiyan, ji bo tevgera me û gerîlayên me her tim bûye telîmatek ku divê bi cih were anîn. Pêkanîna xweseriya demokratîk a civaka me ya Êzidî û avakirina hêza xweparastinê ya li dijî fermanan, ji bo me berpirsyariyeke dîrokî ye û telîmata Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê, ji bo civaka me ya Êzidî cejnên xwe ji niha û pê ve li Êzîdxana demokratîk û azad pîroz bike, em ê bi her awayî destekê bidin wan. Em ê timî bi têkoşîna xweseriya demokratîk a Êzidiyan re bin.

Cejna Êzidî yek ji cejnên herî kevn ên dîrokê ye. Ji ber vê yekê, xwedî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ye. Bi vê wesf û giraniyê, divê civaka me ya Êzidî cejnên xwe hê bi rêxistinî, hê bi coş û nirxên bedew ên van cejnan pîroz bike.

Cejn, nirxên hebûnê yên civaka me ya Êzidî ye. Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku wê civaka me ya Êzidî hê bi sedan salan, bi hezaran salan li welatê azad cejna Êzî pîroz bike û Rojhilata Navîn a demokratîk biafire ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê yên Êzidiyan dipejirîne û pêşî li fermanan bê girtin."

 

ANF


Bêjeyên Miftehî