1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên dewleta Tirk bang kir
KCK'ê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên dewleta Tirk bang kir,kck'ê,ji,bo,boykotkirina,tûrîzm,û,malên,dewleta,tirk,bang,kir

KCK'ê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên dewleta Tirk bang kir

A+ A-

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di şerê qirkirina Kurdan de bi taybetî çavkaniyên Kurdan têne bikaranîn.

Komîteyê bi bîr xist ku tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê li Kurdistanê şerê qirkirinê dike û ji bo vî şerî fînanse bike derfetên gelekî zêde yên aboriyê xerc dike.

Komîteyê diyar kir ku ev aboriya tê xerckirin xwe ji du çavkaniyan xwedî dike û wiha dewam kir: "Çavkaniya yekemîn; malên pîşesazên Tirk e ku çarenûsa xwe bi tifaqa faşîst ve girê daye. Çavkaniya duyemîn jî; talankirina danheviyên ku di dîroka komara Tirkiyeyê de hatine afirandin û pêşkêşkirina van çavkaniyan ji bo sermayeya navneteweyî ye. Piraniya malen li Tirkiyeyê tên hilberîn, li parçeyên Kurdistanê tên firotin. Dewleta TC, pereyê ku ji malên pîşesazî, xwarin û tekstîlê difiroşe Kurdan bi dest dixe, di şerê dijî Kurdan de bi kar tîne. Bi hatineya ji vê derê, çek û cebilxaneyan ji dewletên cuda dikire û bi van çekan, zarok, jin û ciwanên Kurd dikuje. Her wiha, di serî de petrol û gaza xwezayî yên li Başûrê Kurdistanê, çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê bi erzanî talan dike û beşeke mezin a şerê dijî Kurdan bi vê rêyê fînanse dike. Bi kurtasî, beşeke zêde ya çekên ku duh li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Şengal, Kerkûk û Kobanê bi kar anî, îro jî li Efrînê li dijî Kurdan bi kar tîne, bi pere û çavkaniyên Kurdan tedarik dike."

Di vê çarçoveyê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê ji bo derb li aboriya Tirkiyeyê bê xistin ku hêza bingehîn a şerê dijî Kurdan e, bang kir.

KCK'ê destnîşan kir ku eger derbên xurt li aboriya rejîma qirker a AKP-MHP-Ergenekonê were xistin, ev yek wê encamên stratejîk di vî şerî de biafirîne.

KCK'ê ragihand, bi boykotkirina malên pîşesazî, xwarin, xurek, înşaet û tekstîlê, bi boykotkirina hemû malên şîrket û dewleta mêtinger re derba mezin dikare li aboriya şer bê xistin û got, eger li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê dijîn bi milyonan Kurd malên Tirkan boykot bikin, ev yek wê aboriya Tirk a li ber şikestinê ye û qels e, têk bibe.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel boykotkirina malên dewleta Tirk, eger malên şîrketên ku hevkariyê bi şîrket û dewleta Tirk re dikin bên boykotkirin, ev yek wê li qada navneteweyî jî deng vede û şîrketên navneteweyî wê bi vê yekê re xwe ji vê têkiliya bi şîrket û dewleta Tirk vekişînin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku divê boykot li derveyî welat jî were kirin û got, gelekî girîng e ku gelên cîran, civakên Ewropî û dostên Kurdan jî tevlî boykotkirina malên dewleta Tirk bên kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya boykotê li qada tûrîzmê û hate gotin, "Ji ber ku dewleta TC beşeke girîng a çek û cebilxaneyên li dijî gelê Kurd bi kar tîne, bi hatineya ji sektora tûrîzmê fînanse dike. Gelekî girîng e ku di vî warî de karekî taybet bê kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd û dostên wan xwedî hêzeke mezin in ku bi boykotkirina mal û tûrîzma Tirk re derba mirinê li aboriya şer bixin û ev bang hate kirin: "Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû Kurdan û gelên xwişk-bira dikin ku li Kurdistanê, li Ewropayê û welatên din ên derve mal û tûrîzma TC boykot bikin."

 

ANF