1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: 15'ê Tebaxê şoreş di nava şoreşê de afirand
KCK: 15'ê Tebaxê şoreş di nava şoreşê de afirand,kck,15'ê,tebaxê,şoreş,di,nava,şoreşê,de,afirand

KCK: 15'ê Tebaxê şoreş di nava şoreşê de afirand

KCK'ê salvegera 33. a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ev 33 sal in di nava şoreşê de gelek şoreş afirandiye û Kurdistan kiriye ocaxa jiyana demokratîk û azad."

A+ A-

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, gelê Kurd ê li ber tinebûnê bû ji nû ve zindî kir û şoreşa vejînê pêk anî. Di şexsê fermandarê vê pêngava mezin Egîd de, em hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

KCK'ê soza xwe dubare kir, ku wê xewn û xeyalên hemû şehîdan bi cih bînin û wiha dewam kir: "Em fermandar Çiyager ku Egîdê berxwedana xwerêveberiyê ye û hemû şehîdên xwerêveberiyê di salvegera vê berxwedanê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin, ku em ê şoreşa sosyalîst, demokrasî û azadiyê ku hesreta wan e, bi rengekî bêhempa bi ser bixînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku cuntaya darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'ê, ji bo temamkirina qirkirina Kurdan bi armanca tinekirinê êrîşî PKK'ê kir û hat gotin, "Di demekê de,  ku cunta faşîst digot, ku bi Destûra Bingehîn a 1982'î re sîstemeke qirker ava kiriye, Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Vê pêngavê, hemû armancên faşîzma 12'ê Îlonê bi erdê re kire yek. PKK'ê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re, biryardarî û vîna azadkirina gelê Kurd di nava şert û mercên herî zehmet de bi geşkirina têkoşîna azadiyê nîşan da. Fermandarê mezin Egîd, hewldanên berfireh ên Rêber Apo bi Pêngava 15'ê Tebaxê re tacîdar kir û weke fermandarekî ku dîroka Rojhilata Navîn guherand, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt."

KURDISTAN KIR OCAXA ŞOREŞÊ YA ROJHILATA NAVÎN

KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan: "Pêngava 15'ê Tebaxê di nava 33 salan de piraniya armancên danî pêşiya xwe bi cih anî. Şoreşa neteweyî, şoreşa demokratîk, şoerşa siyasî, şoerşa civakî û çandî, şoreşa hîsî pêk anî û Kurd kir gelekî ji bo azadiya xwe şer dike. Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ev 33 sal in mohra xwe datîne binê serketinên mezin û gelê Kurd veguherand gelekî pêşeng ên di rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn de.

Eger îro gerîla li hemû deşt, çiya û bajarên çar parçeyên Kurdistanê bi cih bûne, li hemberî hêzên mêtinger û paşverûtiya herêmê li ber xwe didin, ev yek nîşan dide ku pêngava 15'ê Tebaxê gihîştiye armanca xwe û serketinên mezin pêk aniye. Eger li hemberî êrîşên herî giran gel û gerîla li ber xwe didin, ev yek ji ber Pêngava 15'ê Tebaxê û ruhê wê ye ku têk naçe. Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd îro li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê weke hêzeke xwedî vîn, hêzeke siyasî û leşkerî ya rêxistinbûyî tê dîtin, ev yek nîşan dide ku Pêngava 15'ê Tebaxê gihîştiye armanca xwe û mohra xwe daniye binê serketinên mezin. Pêngava 15'ê Tebaxê artêşbûna jinê jî afirand û bi vî rengî bû hêza veguherîna şoreşgerî ya mezin û şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn.

Pêngava 15'ê Tebaxê, îro ne tenê hêza şoreşê ya Kurdistanê, di heman demê de hêza xweparastinê ya şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîna afirandiye, ku ev he hêza hemû gelan e. Ne tenê bi ciwanên Kurd re, her wiha bi şervanên Ereb, Suryanî, Tirk û yên ji gelemperiya cîhanê, li Rojhilata Navîn têkoşîneke şoreşgerî dimeşîne. Pêngava 15'ê Tebaxê xwe gihandiye hêzeke bi vî rengî ya leşkerî û siyasî. Ev jî mizgîniye ku wê di salên pêş de mohra xwe deyne binê serketinên hê mezintir.

Pêngava 15'ê Tebaxê di nava 33 salan de têk neçû, lê hêzên qirker û mêtinger têk bir. Vê yekê jî bingeheke ji serketinên mezin re afirandiye. Têkoşîna şoreşê ya 33 salan a bê navber, tê wê wateyê ku Kurdistan veguheriye ocaxa şoreşê ya Rojhilata Navîn. Ev ocaxa şoreşê ya hatiye afirandin, wê agirê têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn geş bike û teqez Rojhilata Navîn a Demokratîk biafrîne. Rojhilata Navîn wê dîsa ji bo mirovahiyê bibe navenda şaristaniya demokratîk.

LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞÎ LI SERDEMA ŞOREŞAN VEBÛYE

Pêngava 15'ê Tebaxê, di nava 33 salan de gelek şoreş di nava şoreşê de afirandiye û Kurdistan veguherandiye ocaxa jiyana demokratîk û azad. Vê rewşê, derfet afirandiye ku şoreşên mezin ên ji armancên 15'ê Tebaxê jî wêdetir bên pêkanîn. Ji ber vê yekê em êdî ne tenê ji aliyê teorîk ve qala şoerşa Rojhilata Navîn a demokratîk dikin; mîna li Rojava tê dîtin, ev şoreş dikeve meriyetê. Li Rojhilata Navîn pêşî li serdema şoreşan vebûye. 15'ê Tebaxê wê bi nirx û tecrûbeyên xwe yên 33 salan, serdema şoreşan a li Rojhilata Navîn dest pê kiriye bigihîne serdema şoreşên mezin ên jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê. Pêngava 15'ê Tebaxê êdî ji sînorên Kurdistanê bihuriye û veguheriye aso û hêzeke mezin."

EM ROJHILATA NAVÎN BIKIN ERDNÎGARIYA RIZGARIYA MIROVAHIYÊ

Di dawiya daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Faşîzma AKP'ê weke navenda paşverûtiyê û hêza dij bi şoreşê ya li Rojhilata Navîn, hewl dide vê ocaxa şoreşê bitefîne û nêhele ku ev şoreş li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibe. Lê wê nikaribe vê hewldana xwe bi ser bixîne. Ev agir û bayê şoreşê wê desthilatdariya AKP'ê bide ber xwe û ji holê rake. Wê Tirkiyeyê jî, Rojhilata Navîn jî bike yek ji navendên girîng ên pêngava şoreşgerî. Ev yek jî wê jiyana demokratîk û azad a tevahiya Rojhilata Navîn nêz bike.

Em careke din şehîdên xwe yên ku 33 sal in şoreş xurt kirine û gelê me û gelên Rojhilata Navîn nêzî jiyana azad û demokratîk kirine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li gelê xwe û gelên xwe dikin, ku li dijî faşîzmê û hêzên dij bi şoreşê li ber xwe bidin, Rojhilata Navîn jî bikin erdnîgariya rizgariya mirovahiyê."