1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK: Bi çalakiyên xwe divê em azadiya Ocalan misoger bikin
KNK: Bi çalakiyên xwe divê em azadiya Ocalan misoger bikin,knk,bi,çalakiyên,xwe,divê,em,azadiya,ocalan,misoger,bikin

KNK: Bi çalakiyên xwe divê em azadiya Ocalan misoger bikin

KNK'ê bi bîr xist, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û destnîşan kir, ku divê tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê. KNK'ê got, "Êdî dema azadiya Ocalan hatiye" û banga xurtkirina çalakiyên demokratîk kir

A+ A-

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, di demên dawî de li ser tenduristiya Ocalan bi rêya medya xwe hin nûçe weşandiye û hat destnîşankirin, ku diyar bûye ev nûçe ji yek navendê hatine amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, ev 5 sal in nahêle parêzer biçin Îmraliyê û zêdeyî saleke destûrê nade malbat serdana Ocalan bike.

KNK'ê diyar kir, ku ligel vê yekê, desthilatdariya AKP'ê ya faşîst destûrê ande ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê raporên xwe yên li ser serdanênli Îmraliyê ji raya giştî re eşkere bike.

GELÊ KURD, NÊZÎKATIYA LI OCALAN WEKE SETA SOR DESTNÎŞAN KIRIYE

KNK'ê da zanîn, ku desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk, bi siyaseta xwe ya taybet a li Îmraliyê dixwaze vîna gelê Kurd, saziyên siyasî û civakî yên gelê Kurd têk bibe û wiha dewam kir:

"Lê baş tê zanîn ku gelê Kurd, Birêz Ocalan, wek îradeya xwe ya siyasî îlan kiriye. Nêzîkatiya li hemberî Ocalan jî, wek xeta sor destnîşan kiriye. Tevgera azadiyê ya Kurd, saziyên sivîl û siyasî yên Kurd jî, desthilatdariya AKP'ê ya faşîst û dewleta Tirk şiyar kirine. Divê ev şiyarkirin ciddî werin girtin û çalakiyên gelê Kurd û bangên saziyên Kurd li ber çavan werin girtin. Pêwîste siyaseta qirêj a li Îmralî û lîstikên bi şantajê werin terikandin."

KNK'ê bi bîr xist, ku piştî nûçeyên bi çavkaniya ne diyar li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan di medya Tirk de hatin weşandin, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabûn ser piyan wiha pê de çû:

'GELÊ KURD JI EWLEKARIYA OCALAN, AKP'Ê BERPIRSYAR DIBÎNE, WÊ HESAB JÎ BIPIRSE'

"Dewlet û desthilatdariya AKP'ê hê bêdeng in. Di heman demê de, hêzên global, sazî û dezgehên pêwendîdar ên navneteweyî jî bê deng in. Birêz Abdullah Ocalan lîderê gelên li Kurdistanê ye, dewlet û destilatdariya AKPê jî ji tenduristiya wî berpirsiyar in. Ji bo vê jî divê şiyarkirin ciddî werin girtin û demildest destûrê bidin ku parêzer û malbat biçin Îmralî, hevdîtinan bikin û raya giştî agahdar bikin. Tenê gotina Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ku got; 'tiştekî bi vî rengî nîne' ne bes e. Gelê Kurd jî bawer nake. Gelê Kurd, ji tenduristî û ewlekariya Birêz Ocalan, desthilatdariya AKP'ê berpirsiyar dibîne. Wê hesab jî bipirse."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî qediya: "Divê gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat, bi çalakiyên demokratîk dijberiya xwe nîşan bide û li dijî tecrîda giran, li dijî siyaseta taybet a Îmralî dijberiya xwe nîşan bide. Êdî dema azadkirina Birêz Ocalan hatiye. Divê em bi daxwazên xwe, bi çalakiyên xwe yên demokratîk azadiya Birêz Ocalan misoger bikin.

Divê di serî de CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hêzên global, li hemberî gelê Kurd binbarî û berpirsiyariya xwe bînin cih."

ANF