1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK li Hewlêrê bi rewşenbîr û akademîsyenan re civiya
KNK li Hewlêrê bi rewşenbîr û akademîsyenan re civiya,knk,li,hewlêrê,bi,rewşenbîr,û,akademîsyenan,re,civiya

KNK li Hewlêrê bi rewşenbîr û akademîsyenan re civiya

Şandeya KNK’ê ku li Dihokê bi rewşenbîr, Pêşmergeyên Dêrîn û Rûspiyan re civiya îro jî bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Hewlêrê re civiya. Di civînê de peyamên hevpar yên ji bo sazkirina yekîtiya netewî hatin dayîn û hate gotin ku divê daxwaz û hêviyên gelê Kurd ku yekîtiya netewiye, bi vê xebatê were pêkanîn

A+ A-

BERHEM LETÎF / HEWLÊR

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca sazkirina yekîtiya netewî û amadekirina zemînê kongreya netewî ya Kurd, wê li Silêmaniyê komxebateke netewî li dar bixe. Ji bo pêkhatina komxebateke netewî jî rêze hevdîtin li gel partî û rêxistinên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê pêkanîn. Piştî hevdîtinên li gel partî û rêxistinên Kurd duh bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Dihokê re civîneke berfireh lidarxist. Îro jî bi heman armancê civînek li gel rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Hewlêrê lidarxist.

 

Şandeya KNK’ê ku ji alîkarê hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK’ê Raman Mecîd, Fuad Zindanî, Firyal Heranî, Şikrullah Hemed Emîn û Ferhad Dostki pêktên, bi gelek siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Hewlêrê re civiyan. Parlementera YNK’ê ya parlementoya Iraqê Rabîa Hemed, akademîsyen Hîwa seyîd Selîm, Sedîq Hesen Şukrî, Erdelan Letîf, Şêx Fazil Hiranî, Faris Kerîm û gelek kesayetên rewşenbîr jî tevlî civînê bûn.

 

Alîkarê Hevserokatiya KNK’ê Tahir Kemalîzade, diyar kir ku wan xwestine rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyan têkildarî xebatên xwe yên ji bo yekîtiya netewî agahdar bikin û got: “Me heya niha bi partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Armanca me ya ji vê xebatê ewe ku em çareyek ji birîna gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê re bibînin. Me weke dermanê vê birînê jî yekîtiya netewî dît. Ji ber vê jî em ketin ser rê. Em dixwazin hemû hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê di xebateke hevbeş de bînin cem hev û nîqaşeke hevpar bimeşînin.”

 

 

Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî têkildarî xebatên ku dane meşandin agahî da û got: “Helbet dibe ku ji bo gihîştina armancê gelek rê hebin. Li çar parçeyên Kurdistanê jî gelek rêxistinên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin hene. Lê, şaşî û rastiyên van hêzan gelek caran dibe sedem ku êşên gelê me zêdetir bibin. Sedema vêya jî ji parçebûnê tê. Em weke KNK’ê dixwazin çareyek ji vê parçebûnê re bibînin û ji bo hêzên me yên siyasî di derdora stratejiyeke hevbeş de bê cemhev em xebateke wisa pêwîst dibînin.”

 

 

Piştî axaftinên Berwarî hindek rewşenbîr û rûspî jî mafê axaftinê girtin û fikrên xwe yên di derbarê sazkirina yekîtiya netewî de anîn ziman.  

 

Parlementera Kevin ya YNK’ê li parlementoya Iraqê Rabîa Hemed, diyar kir ku pêkhatina vê xebatê ya di demeke wisa dîrokı de gelek girînge û wiha pêde çû: “Ev xebateke girîıng e. Wê di vê komxebatê de hêzên Kurd kom bibin û fikrên xwe bihevre parve bikin. Her wisa wê fersenda çareserkirina pirsgirêkên xwe jî bibînin. Lê, ji bo ev xebat biçe serî divê em tev bixebitin. Ji ber xebatên encam nagirin di nava gelê me de dibe sedema bêhêvitiyê.”

 

 

Rojnameger Niyaz Abdulah ku di civînê de mafê axaftinê girt, di serî de destxweşiya KNK’ê kir ku xebateke wisa dane destpêkirin û got: “Ya yekê divê em daxwaza gelê xwe ya ji bo yekîtiya netewî pêk bînin. Ya duyem jî divê Divê em hindek prensîbên hevpar diyar bikin û ev prensîb ji bo herkesên ku dixwazin ji bo Kurdistanê bixebitin derbas bibe.”

 

 

Piştî Niyaz Abdulah mamoste Belen Abdulah ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku divê xebateke  destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê berçavan digire were esas girtin. Elî Mehmûd ku di civînê de axivî pêşniyar kir ku KNK xebatên xwe hîn berfirehtir bike.  

 

Azad Cola jî di civînê de axivî û diyar kir herkes her timî dibêje, pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye lê, ji bo pêkanîna vêya pir kêm gav tên avêtin û got: “Hêviya me ewe ku KNK, bandora xwe bide nîşandan û bikare hêzên Kurd bîne cem hev. Mam Faris Kerîm jî destxweşiya KNK’ê kir û got: “Mala me ya hevpar Kurdistane û ew jî parçeye. Lê, di nava parçeyan de jî parçe heye. Em dixwazin şoreş bikin, em dixwazin referandum bikin, em dixwazin serxwebûnê ragihînin? Ancax em bersiva van pirsan bi pêkanîa yekîtiya netewî bidin.”

 

 

Di civîna ku gelek kes di têde axivîn de civîn bi pirs û bersiv bi encam bû.  

 

KNK’ê di 12’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekî ragihandibû ku wê ji bo yekîtiya netewî rêze hevdîtin li gel partiyên çar parçeyên Kurdistanê bikin. Di 3’ê Tîrmehê de jî li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û diyar kirin ku ewê di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi beşdariya 300-350 kesî komxebateke yekîtiya netewî li darbixin.