1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ka wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqediya! -ANALÎZ
Ka wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqediya! -ANALÎZ,ka,wê,gerîla,heta,20'ê,mijdarê,biqediya,analîz

Ka wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqediya! -ANALÎZ

Ji 20'ê Mijdarê û vir ve di 17 çalakiyên gerîla de 8 jê polîsên tîmên taybet û 2 jê kontra herî kêm 17 leşkerên Tirk hatin kuştin

A+ A-

  • DEMHAT TOLHILDAN/ANF

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk S. Soylû gotibû ku wê heta 20'ê Mijdarê gerîla biqedînin, lê bi ya wî nebû. Ji 20'ê Mijdarê û vir ve di 17 çalakiyên gerîla de 8 jê polîsên tîmên taybet û 2 jê kontra herî kêm 17 leşkerên Tirk hatin kuştin. Bîlançoya şer a 12 rojên dawî jî radixe pêş çavan bê hikumeta AKP'ê desthilatdariyeke çiqas derewîn e.

Hikumeta AKP'ê, ji bo civaka Tirkiyeyê bixapîne û emrê desthilatdariya xwe dirêj bike, hê bêhtir derewan dike. Gelo mirovek an jî sîstemek çima dest bi derewan dike? Ji ber ku eşkerebûna rastiyê wê dawî lê bîne. Erdogan jî di nava psîkolojiyeke bi vî rengî de ye.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk û rayedarên AKP'yî her roj bîlançoyan eşkere dikin û îdîa dikin ku derbên giran li gerîla didin. Qaşo li filan cihî operasyon hatiye kirin, nizanim li kîjan herêmê ji bejahî ve operasyon hatiye kirin, nizanim JOH, POH, komando û hwd. tevlî operasyonê bûne, qaşo derbên giran li gerîla hatine xistin. Dema mirov hejmarên hatine eşkerekirin bidin ser hev, divê heta niha li çiyayên Kurdistanê gerîla nemabûya. Xuya ye AKP'yî gelekî ji derewên xwe bawer dikin ku herî dawî Wezîrê Karên Hundir S. Soylû yê weke personelê dawî yê şerê taybet li naverastê ye gotibû, wê heta 20'ê Mijdarê gerîla biqedînin. Hê gotin nû ji devê Soylû derdiket, Bînalî Yildirim got, 'wê PKK nema karibe pişta xwe rast bike' û Erdogan jî got, 'me PKK qedand'. Û di serî de Erdogan AKP'yî her roj bi heman rengî diaxivin.

Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene, welat têk çûye. Ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve bi mezinî têk diçe. Di demeke wiha de ku welat û civak di nava krîzê de ye, Erdogan, xizmên wî û AKP'yî talanê dikin, rantê dixwin û bê navber diziyê dikin. Erdogan û AKP'yî, ji bo diziya wan eşkere nebe, şerê li dijî Kurdan sortir kirin û bi derewan hewl didin civakê bixapînin. Tişta bingehîn a niha tê kirin ew e ku bi bikaranîna şerê li dijî Kurdan re hewl didin krîzê veşêrin.

Erdogan û ekîba wî dikin nakin nikarin rastiyan veşêrin. Bi taybetî, encamên şerê li Kurdistanê ne weke îdîayên wan e. Windahiyên gerîla berevajî îdîayên wan e. Hin windahiyên gerîla çê dibe, lê ev ne bi qasî hejmarên ku dewleta Tirk didin e. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel roja 14'ê Mijdarê daxuyaniyek da û nêzîkatiya PKK'ê wiha eşkere kir: "Şehîdên me ne yên neeşkerekirinê ne, fedakarî û lehengiya wan nirxên gelekî mezin in ên vî gelî ne ku divê bibin malê civakê. Lewma her bûyera ku encamên wê zelal bûne, em bi gelê xwe yê hêja û raya giştî re parve dikin." Weke ku tê gotin, HPG bi rêya daxuyaniyan windahiyên xwe ji raya giştî re eşkere dike.

Rastiya bûyeran, detayên şer piştî ku HPG daxuyaniyê dide eşkere dibe. AKP'ê got ku wê heta 20'ê Mijdarê gerîla biqedîne, lê dema mirov li çalakiyên gerîla yên ji 20'ê Mijdarê heta niha hatine kirin dinerin, dibînin ku gerîla neqediya ye, naqede. Li gorî daxuyaniyên rojane yên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, tevî ku şert û mercên zivistanê dest pê kirine jî çalakiyên gerîla zêde bûne. Û artêşa Tirk jî kuştiyan dide.

Li gorî bîlançoya 12 rojên dawî di 17 çalakiyên gerîla de 8 jê polîsên tîmên taybet û 2 jê kontra herî kêm 17 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Belê, dema ku mirov li vê bîlançoyê dinerin, berevajî îdîayên li ser qedandina gerîlayên Kurdistanê, artêşa Tirk dike nake nikare xwe ji derbên gerîla rizgar bike. Hejmara leşkerên hatine kuştin ew hejmar in ku ji aliyê HPG'ê ve hatine zelalkirin. Her kes baş pê zane ku dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe yên di şer de vedişêre. Yanî rastî ew e ku hejmara leşkerên tên kuştin, ji hejmara di daxuyaniyên HPG'ê de tên eşkerekirin gelekî zêdetir e. Erdogan li qada siyaetê kîjan propagandayê dike bila bike, xuya ye rewşa li qada şer gelekî cuda ye.