1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karayilan: Kengî pêwîstî pê hebe wê HPG civaka Êzidî biparêze
Karayilan: Kengî pêwîstî pê hebe wê HPG civaka Êzidî biparêze,karayilan,kengî,pêwîstî,pê,hebe,wê,hpg,civaka,êzidî,biparêze

Karayilan: Kengî pêwîstî pê hebe wê HPG civaka Êzidî biparêze

A+ A-

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê peyameke nivîskî ji bo Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê şand. 

Fermandariya Giştî ya YBŞ bi tevlîbûna pêkhateyên Şengalê ve bi armanca 4’emîn salvegera Fermana 73’an merasîmek li dar xist. Di vê merasîmê de peyama Murat Karayilan şandî jî hat xwendin. 

Peyama Karayilan wiha ye:

"Destpêkê em fermandariya we û tevahî endamên YBŞ û tevahî gelê me yê Şengalê bi rêzdarî silav dikin û di xebata we de bi dil û can serketinê dixwazin. 

Di çaremîn salvegera fermana 73’an de em tevahî şehîdên fermanê û şehîdên berxwedana Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin û sozê me dayî tevahî şehîdên şoreşê em ji bo şehîdên fermanê û berxwedana Şengalê cardin dubare dikin. Şehîdên Şengalê heman demî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan in. Em ê bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya gelan de bidin jiyan kirin. 

Di 3'ê Tebaxê de bi destê DAÎŞ'ê li Şengalê jenosîdek pêk hat. Em vê jenosîdê bi tundî şermezar dikin. Lê weke şoreşger ji bo me tenê şermezar kirin têr nake. Divê em kêlî bi kêlî hesabê ev komkujiyê bipirsin û ji vir û pê ve ji bo fermanek wisa dubare nebe tedbîrên pêwîst bigrin. Erka me ya li hember vê komkujiyê ev e ku careke din qet û qet neyê dubarekirin. 

YBŞ LI HEMBERÎ JENOSÎDÊ BERXWEDANA PÎROZ E

3’ê Tebaxê roja jenosîd û komkujiya gelê me ye. Bi hezaran însanên me bi awayekî hovane hatin qetil kirin û bi hezaran keç û jinên gelê me yê Êzîdî hatin kolekirin. Ji bo me, ji bo gelê me 3’ê Tebaxê rojeke tarî ye.  Lê aliyê vê rojê ya duyem jî heye. Di vê rojê de heman demî li hember jenosîdê û tarîtiyê berxwedana pîroz berxwedana Şengalê dest pê kir. Em baş dizanin ku di hundirê vê berxwedana pîroz de hêza we xwe weke YBŞ di nav şer de ava kir. YBŞ’ê li ser maseyan çênebû di hundirê şer de xwe ava kir. Ji bo pêşî li komkujiyê bigre û ji bo parastina gelê xwe YBŞ-YJŞ çêbû. Ev çêbûn û avabûneke pir pîroz e. Ev ji bo hemû endamên YBŞ-YJŞ cihê şademeniyê ye. Di bin ronahiya felsefeya Rêber Apo de li hemberî komkujiyê berxwedaneke dîrokî bi rê ket û we rêxistina xwe ava kir. Ala berxwedanê bilind kir û wisa we Şengal rizgar kir. 

BERXWEDANA ŞENGALÊ LI HERÊMÊ BÛ HÊVIYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê

Bêguman berxwedana li Şengalê bi rê ketî pêşiya komkujiya sedsalê girt. Ger ne ji vê berxwedaniyêbûna guman hebû ku çeteyên DAÎŞ'ê yê faşîst bi deh hezaran, sed hezaran Kurdên Êzîdî li çiyayê Şengalê qetil bikira û jenosîda herî mezin pêk bihatana. Berxwedana Şengalê pêşiya vê girt. Tenê ne pêşiya komkujiyeke mezin girt heman demî bû destpêka di tevahî Iraq û herêmê de berxwedana li dijî Daîşê bi rê bikeve. Heman demî berxwedana Şengalê xwedan rol û risteke wisa dîrokî ye. Belkû îro her kes li xwe mukir nayê, lê heya dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an ti hêzên ku li beramberî Daîşê berxwe bidana û bi ser biketana tunebûn. Di vê wateyê de berxwedana Şengalê pêşengtî kir ku li Iraqê û Rojhilata Navîn li hember wehşeta Daîşê berxwedana gelan bi rê bikeve. 

LI PIŞT FERMANA 73'AN DEWLETA TIRK HEYE Û METIRSÎ HÎN JÎ DEWAM DIKE

Em serbilind in ku îro paytexta DAÎŞ'ê Reqa ji holê hatiye rakirin û li wir zafera şoreşê bi ser ketiye. Em kêyfxweşin ku hêzên Iraqê jî Musil û deverên din ji Daîşê rizgar kirin û di Iraqê de serweriya Daîşê nemaye. Lê em baş dizanin ku Daîş hîn bi temamî tune nebûye. Projeya wan a dewletê têkçû, lê Daîş hîn ji holê ranebûye. Daîş bi tena serê xwe êrîşa li dijî Şengalê pêş nexist, li pişt vê êrîşê dewleta Tirk heye. 

A niha jî dagirkeriya Tirk bi tifaqa AKP-MHP, Ergenekon û bermahiyên Daîşê cardin li ser doza gelê Kurd, li ser Başûrê Kurdistan, li ser Iraqê û Şengalê gefan dixwin û tehdîtan dikin. Ango xeter bi temamî ranebûye. Serokkomarê Tirk Erdogan xwe weke Siltan Abdulhamît digre dest û dixwaze Iraqê û Sûriyê cardin têxe bin serweriya xwe. Bi vî awayî îro li ser konsepteke nû tevdigerin. Êrîşên wan ên li ser Efrînê bi temamî di vê çarçoveyê de pêşketiye. Ji bo vê yekê xeter hîn jî di rojevê de ye. Divê ku hemû hêzên şoreşger, demokratîk, ên dij faşîzmê û nijadperestiyê xwe li hember vê xeteriyê bi rêxistin bikin û bibin yek. 

YBŞ DI WÊ ASTÊ DE YE KU GELÊ XWE Û XWESERIYA XWE BIPARÊZE

Em bawerin ku hûn weke YBŞ tevî dost û hevalên xwe yê li herêmê û Iraqê cih digrin ji bo pêşxistina têkoşîna xweseriya Şengalê, ji bo parastina Iraqa federal û yekbûyî û ji bo parastina federasyona Başûrê Kurdistan erk û rolê li ser we dikeve hûnê bikaribin pêk bînin. Em pir kêyfxweş in ku îro hûn weke YBŞ gihiştine asta ku bikaribin gelê xwe biparêzin û li ser vî esasî xwe bi rêxistin bikin. Çawa ku heta niha di şopdariya şehîdên qehreman de berxwedana dîrokî we bi rê xist em bawerin ji vir û wêde jî erkên dikeve ser milên we hûn pêk bînin û bi ser bikevin. 

KENGÎ ÊRÎŞ WERE SER ŞENGALÊ EM Ê BIBIN HÊZÊN PARASTINA WAN

Ji ber sedema ku hûn gihiştin asta xwe biparêzin û êdî pêwîstî bi hêzên me nema Tevgera Azadiya Kurdistan paşvekişina hêzên me yê HPG’ê guncav dît. Rast e, em îro ji wir paşve kişiyane, lê em piştrastin ku senger û mewziyên li wir di destê we de ne. Kengî pêwîst bibe em ê cardin li cem we amade bin. Divê hemû gelê me yê Êzîdî bizanibin em weke tevgera Apogerî bi emir û fermana Serok Apo her tim li pişt we ne. Kengî neyar êrîşî gelê me yê Êzîdî bike em ê bibin hêza parastina wan. Gelê me yê Êzîdî divê baş bizanibin ne bi tenê ne, hêzên xwe yê parastin YBŞ heye. Ger pêwîst bike li pişt wan tevahî tevgera me heye. Hemû hevalên hêja vêya baş bizanibin û bawer bikin. 

Em bawerin di şopdariya şehîdên qehreman Berxwedan, Dilgeş, Avesta û Gencoyan de YBŞ-YJŞ wê ji bo gelê Şengalê û tevahî gelên herêmê rolê pêwîst bileyîze û serkeftî be. Li ser vî esasî em cardin tevahî şehîdên fermanê û yê berxwedana Şengala pîroz bi bîr tînin û ji bo tevahî şopdarên şehîdên qehreman endamên YBŞ-YJŞ û hêzên dost bi dil û can serketinê dixwazin û we hemûyan  bi rêzdarî û hezkirin silav dikin."

ANF