1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Rejîma AKP-MHP wê têk biçe
Karayilan: Rejîma AKP-MHP wê têk biçe,karayilan,rejîma,akp,mhp,wê,têk,biçe

Karayilan: Rejîma AKP-MHP wê têk biçe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK Karayilan li dijî hewldanên sorkirina şovenîzmê bang li gelên Tirkiyeyê kir û got, "Ne Tirkiye û gelên wê, lê rejîma AKP-MHP'ê di rewşeke xetere de ne û wê têk biçin."

A+ A-

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Stêrk TV û di bernameyeke taybet de bersiv da pirsên li ser rojevê.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de, bi wesîleya salvegera duyemîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) işaret bi girîngiya YPS'ê û berxwedana bajarên Kurdistanê kir û got, berxwedana ku bi dirûşma 'Xweseriya Demokratîk' li bajaran derket holê, ji bo dîroka têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd rûpeleke nû ye.

Karayilan destnîşan kir ku ev yek berxwedaneke gelekî girîng e ku bi wêrekî, fedakarî û lehengî hatiye kirin û di şexsê Çiyager, Xebatkar, Zeryan, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de hemû şehîd bi bîr anî.

Karayilan got, "Bawerî û doza wan wê bê xwedî nemînin, doza wan wê bi ser bikeve" û destnîşan kir ku bi vê berxwedana wan re rêbazeke nû hatiye afirandin, têkoşîn bi qedemeyekê hatiye pêşvebirin û planên dewleta Tirk hatine pûçkirin.

BILA KES NE LI BENDA RIZGARKEREKÎ BE

Karayilan 'rewşa sist û belawela' ya pêvajoya agirbestê bi bîr xist û diyar kir ku niha pêwîstî hê bêhtir bi fedakarî û pêşengiyê heye.

Karaylian da xuyakirin ku karên li qada siyasî, xweparastin, civakî û leşkerî di asta stratejîk de dewam dikin û anî ziman, divê her kes vê bibîne û bi vî rengî cihê xwe di nav de bigire.

Karayila got, "Bila kes nebêje 'heval wê me rizgar bikin' ya jî 'heval bila vî karî bike' û wiha dewam kir, "Divê her kes bêje 'Min ev kir û ez ê vê bikim'. Pêwîstiya vê demê bi vê nêzîkatiyê heye."

DESTHILATDARIYA TIRKIYEYÊ DI NAVA PANÎKÊ DE YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, sedem û encamên gengaz ên êrîşê jî nirxand. Beşek ji vê niraxndinê me duh weşandibû. ( https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/murat-karayilan-ji-bo-efrine-banga-seferberiye-kir-91382 ) Karayilan qala sedemên êrîşkariya dewleta Tirk kir ku bi tirs û panîkê hê bêhtir êrîş dike.

Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP û Ergenekonê, di siyaseta xwe ya der barê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de têk çûye; lewma xwe avêtiye hembêza Rûsyayê û dixwaze ji xwe re pozîsyonekê çêbike.

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk ku bi destûrê xwe gihand Babê û di çarçoveya civînên Astanayê de kete nava Îdlibê, hewl dide li Rojava pêşî li gelê Kurd bigire.

Mûrat Karayilan anî ziman, bûyerên dewam dawî diqewimin; operasyonên li Bakurê Sûriyeyê û yên Rûsya û dewleta Sûriyeyê li Îdlibê li dijî çeteyan tên kirin, tirseke mezin berdane dilê dewleta Tirk û ji ber ku dibîne wê pozîsyona xwe winda bike, ketiye nava panîkê.

Karayilan da zanîn ku mijara 'Em ê di nava hefteyekê de êrîşî Efrînê bikin' bi vî rengî ketiye rojevê û wiha dewam kir: "Ev zimanê êrîşê, komkirina ewqas leşkeran ji ber vê tirsê ye. Yanî hesabên ku kiribû li hev derneket. Lewma dixwaze şantajê bike, bandorê li ser Amerîka û Rûsyayê bike. Ji ber ku Amerîka û Rûsya jî li ser wê herêmê û Tirkiyeyê xwedî hesaban e. Lewma dewleta Tirk Tirkiyeyê pêşkêşî bazara firotinê dike. Ji bo zemînekê ji xwe re ava bike, bi rê û rêbazekê pêşî li şoreşa Rojava û Sûriyeyê bigire, şantajê dike. Bêguman her tiştî bi şantajê nake, hinekî bi zextan dixwaze zemîna êrîşê amade bike. Dema firsendê dibîne jî ji bo êrîş bike, vê dike."

HESABÊN NAVXWEYÎ YÊN REJÎMA AKP-MHP'Ê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi hesabên navxweyî yên rejîma AKP-MHP'ê kir û got, "Li pêşberî şoreşa gelê Kurdistanê tengav bûye. AKP dibîne ku paşeroja xwe di xeteriyê de ye. Bi gotina 'Tirkiye di nava xeteriyê de ye, wê Tirkiye parçe bibe' dixwaze neteweperestan û hin hêzên hez ji Tirkiyeyê dikin li dora xwe bicivîne. Senaryoya ku dibêjin, 'PKK û Amerîka bi hev re li başûrê Tirkiyeyê heta deryayê xetekê ava dikin û wê Tirkiyeyê parçe bikin', derew e. Tiştekî wiha nîne."

GELÊ TIRKIYEYÊ NE DI XETERIYÊ DE YE, REJÎM BI XWE DI XETERIYÊ DE YE

Karayilan destnîşan kir ku ew dixwazin Tirkiyeyê biguherînin, dixwazin li Tirkiyeyê şoreşê bikin û got, "Tirsa wan ji vê ye. Ya rast, Tirkiye û gelên Tirkiyeyê di xeteriyê de nîne. Ya ku di xeteriyê de ye rejîma AKP-MHP'ê ye. Ew ji gelan; ji gelên Tirkiyeyê, ji gelê Kurd, ji gelên Sûriyeyê ditirse. Planên wan têk diçin, li hundir jî winda dike. Panîka wan ji ber vê ye. Qiyametê radikin û bi gotina, 'Tirkiye di xeteriyê de ye, Tirkiye qediya, wê korîdora terorê ava bibe, wê Tirkiye parçe bibe. Kurdistana mezin wê ava bibe, ev tê wateya biçûkbûna Tirkiyeyê' dixwaze pêla nîjadperestiyê geş bike, xwe bispêre vê û desthilatdariya xwe bidomîne. Dubare dikim; bêguman xeterî li ser rejîma AKP-MHP'ê heye, lê belê li ser Tirkiyeyê ti xeterî nîne. Bila hemû gelên Tirkiyeyê bi vê zanibe."

EW KURD IN KURD!

Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk hemû Kurdên azadîxwaz weke 'terorîst' dibîne, xwe dispêre lîsteya 'terorê' ya Amerîka û Ewropayê ku PKK jî xistiye navê û bi vî rengî zextê dike ku Kurdên azadîxwaz ji aliyê van dewletan ve weke 'terorîst' bên dîtin û li dij wan rabin.

Karayilan got, "Ew Kurd in Kurd. Kurdên Sûriyeyî ne, Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Wekî din, bi wan re gelên Asûrî, Suryanî, Tirkmen û Ereb hene. Li wir şoreşek heye, şoreşa gelan heye. Desthilatdariay Tirk ji vê ditirse. Ji pêkhatina demokrasiyê ya li Sûriyeyê ditirse. Ji biratî û azadiya gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, ji avabûna Sûriyeyeke demokratîk û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê ditirse."

HEQARETÊ LI HEMÛ KURDAN DIKE

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk qîma xwe bi siyaseta faşîzm û qirkirinê ya li ser gelê li Bakurê Kurdistanê nîne, vê yekê ji hemû Kurdên li derveyî Bakurê Kurdistanê jî rewa dibîne û ji ber vê yekê heqaretê li hemû Kurdan dike.

Karayilan, Başûrê Kurdistanê di vî warî de weke mînak nîşan da û got, "Mesela Erdogan di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de heqaret li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir. Her roj biçûk xist. Li Silopiyayê bi navê tetbîqatê leşkerên xwe her roj weke hêzeke gefxwarinê bi kar anî û heqaretên ku mirov şerm dikin bînin ziman, kir. Halbûkî berî wê ji Başûriyan re digotin ku ew dostê hev in. Ji ber ku nehat hesabê wan, derbasî nêzîkatiya 'Kurd nebaşiya her tiştî ye' bûn."

PÊLA ŞOVENÎZMA TIRK

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ragihand, niha jî heman zimandirêjî û heqaret di şexsê YPG û PYD'ê de li Kurdên li Rojava tê kirin û got, "Vê heqaretê li hemû Kurdan dikin. Xala esasî ev e. Yanî ev yek zîhniyeteke nîjadperest e, hebûna gelê xwe li dijî xwe weke xeteriyekê dibîne, îradeya Kurdan ji bo xwe weke felaketê dibîne û ji ber vê yekê naxwaze Kurd li Rojava bibin xwedî mafê xwe. Ji bo Kurdên li Başûr jî heman tiştî dike. Ev yek mîna nexweşiyeke giran e, dixwaze pêleke mezin a şovenîzma Tirk sor bike.

Kurdên li Rojava dixwazin bibin xwedî mafê xwe. Gelo ev yek ji bo Tirkiyeyê çima bibe rewşeke xetere? QSD niha yek ji sê parên Sûriyeyê kontrol dike, ew dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. QSD'yî Sûriyeyî ne. Kurdên li Rojava jî parçeyek ji Sûriyeyê ne û li ser axa xwe dijîn. Çi bi we tê? Eşkere ye ku ev yek encama zîhniyeteke nîjadperest e, dijminatiya li Kurdan e. Ev yek siyaseta dijminatiya li Kurdan e."

WÊ HIN GAV WERIN AVÊTIN

Karayilan işaret bi zimandirêjî, gef û heqaretên Erdogan kir û anî ziman, ku Erdogan bi rêya şantaja li hêzên cîhanê dixwaze pozîsyona xwe xurt bike û bike ku ev hêz hinek biryaran bidin. Karayilan diyar kir ku bi vî rengî dixwaze pêşî li Şoreşa Rojava bê girtin û got, "Lê êdî wî her tişt got, divê êdî hin gavên pratîkî biavêje."