1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. “Kilamên Dêrsimê” ji Weşanên Lîsê Derket
“Kilamên Dêrsimê” ji Weşanên Lîsê Derket,kilamên,dêrsimê,ji,weşanên,lîsê,derket

“Kilamên Dêrsimê” ji Weşanên Lîsê Derket

“Kilamên Dêrsimê” ya Hüsniye Aydın ji Weşanên Lîsê Derket

A+ A-

 

 

Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de, di kar û barên xwe ên derve û di ayînên xwe ên dînî de her tim dûrik, zêmar, kilam û stran digotin. Min rojekê ferq kir ku ev rîtûelên ku min li jorê behs kir her ku diçe kêm dibin. Min wê çaxê biryar da ku berhevkarîya vê gencîneya bêhempa a herêma Dêrsimê bikim ku nevîyên me jî karibin mîna me kilaman bibêjin û bistrên û ev kilamên ku ji zaroktîya min mayî tu carî winda nebin.

Elbet ev xebata min keda bîst salan e. Ez li gelek gundan gerîyam û min ji gelek kilambêjan gelek kilamên ciyawaz berhev kirin. Ev xebata han li ber gencîneya kilamên tevayîya welêt zahf hindik e.  Lê ez hêvî dikim ku ew ê xwendevan û kilamhez ji xebata me hez bikin û bi kêfxweşî bixwînin.

Kilamên Dêrsimê, Hüsniye Aydın, Folklor, 88 rûpel, Weşanên Lîs 2017 , Amed

ISBN: 978-605-9014-80-9