1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koledarî bi rengekî nûjen dewam dike
Koledarî bi rengekî nûjen dewam dike,koledarî,bi,rengekî,nûjen,dewam,dike

Koledarî bi rengekî nûjen dewam dike

Tevî ku li gelek welatan ji sedsala 19'an û pê ve, her wiha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî ji sala 1949'an û vir ve hatibe qedexekirin jî, hê bi milyonan mirov bi taybetî zarok di nava şert û mercên koledariyê de tên xebitandin

A+ A-

Koledariya ku li Fransayê bi wesîleya şoreşa 1848'an hat qedexekirin, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî şerê navxweyî sala 1865'an hat qedexekirin. 2'ê Kanûna 1949'an li Neteweyên Yekbûyî pêşnûme qanûnek hat qebûlkirin. Bi rêya vê pêşnûme qanûnê hat xwestin; bazirganiya mirovan, îstîsmara zayendî, xebitandina zarokan û zewicandina bi darê zorê ku formên nûjen ên koledariyê ne, ji holê bên rakirin. Pêşnûme qanûn sala 1950'î bi rengekî fermî hat erêkirin û piştî erêkirinê, 2'ê Kanûnê weke 'Roja Qedexekirina Koledariyê ya Navneteweyî' hat pîrozkirin.

KOLEDARIYA NÛJEN DEWAM DIKE

Lê belê sîstema koledariyê tevî ku li gelemperiya cîhanê bi qanûnan hatiye qedexekirin jî, bi formên nûjen dewam dike.

Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) û saziya bi navê Walk Free Foûndatîon ve hatin weşandin, zêdeyî 40 milyon mirov di nava şert û mercên koledariyê de dijîn û herî kêm 150 milyon zarok jî neçar tên hiştin ku bixebitin.

Li gorî rapora hevpar a saziyên navborî ku di meha Îlonê de hat weşandin, jiyana herî kêm 90 milyon kesî ji 5 rojan heta 5 salan bi 'koledariya nûjen' derbas dibe. Di raporê de hat ragihandin ku mirov bi zorê tên xebitandin û zarok jî li şûna çûyina dibistanê û lîstinê, kar li ser wan tê ferzkirin. Hat destnîşankirin ku hejmara mirovên hê jî di nava şert û mercên koledariyê de ne, 40 milyon e.

ZÊDEYÎ DU JI SÊ PARÊN 40 MILYONÎ JIN IN

Di nava 40 milyon 'koleyên nûjen' de hejmara jin û zarokên keç 29 milyon e. Rêjeya jin û keçên li malan weke alîkar (xizmetkar) tên xebitandin, yek ji çaran e. Di nava karkerên şîrketên înşeat û binesaziyê, febrîqeyên qaçax, cotkarî û keştiyên masîgiriyê de bi milyonan 'koleyên nûjen' hene. Di raporê de hat gotin, "Ev mirovên navborî, xwarina ku em dixwin, ya jî kincên ku em li xwe dikin, çêdikin" û hat destnîşankirin ku di gelek berhemên jêxwarina nûjen de zîhniyeta koledarî serdest e.

ZÊDEYÎ 15 MILYON JIN BI ZORÊ HATIN ZEWICANDIN

Di dewama raporê de hat ragihandin ku zêdeyî 3,8 milyon mirov weke koleyên zayendî tên bikaranîn û 99 ji sedî yên van jin û zarokên keç in.

Raporê diyar kir ku koledarî bi taybetî li ser jinan tê ferzkirin û da zanîn ku 15,4 miyon mirov bi zorê hatine zewicandin. Li gorî raporê 88 ji sedî yê van mirovan jin in, yên mayî jî mêr in. Zêdeyî yek ji sê parên mirovên bi zorê hatine zewicandin zarokên keç ên kêm 18 salî ne.

150 MILYON ZAROK TÊN XEBITANDIN

Aliyekî din ku heman daneyan bla kişande ser wê jî ew e ku koledariyê nûjen ne tenê 40 milyon kes in. Di serî de li parzemînên Afrîka û Asyayê, li gelemperiya cîhanê zêdeyî 152 milyon zarok tên xebitandin.

Hejmara zarokên li parzemîna Afrîkayê neçarî karkirinê tên xistin, 72 milyon e ku zarokên ji 5 heta 17 salî ne. Li welatên Asya û Pasîfîkê 62 milyon zarok tên xebitandin. Li welatên Amerîkayê 10,7 milyon, li welatên Ewropa û Asya Navîn jî 5,5 milyon zarok tên xebitandin.

DU JI SÊ PARAN, HEFTEYÊ ZÊDEYÎ 43 SAETAN TÊN XEBITANDIN

Li gorî rapora Walk Free Foûndatîon û ILO'yê, beşeke girîng a zarokên tên xebitandin kêmî pîvanên kar ên li welatên pêşketî tên xebitandin.

Du ji sê parên zarokên 15-17 salî yên tên xebitandin, neçar tên hiştin ku hefteyê 43 saetan bên xebitandin.

ANF