1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Koma Mûzîkê ya Silêmaniyê salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Koma Mûzîkê ya Silêmaniyê salvegera damezrandina xwe pîroz kir,koma,mûzîkê,ya,silêmaniyê,salvegera,damezrandina,xwe,pîroz,kir

Koma Mûzîkê ya Silêmaniyê salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Li bajarê Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 50. salvegera damezrandina koma Mûzîkê ya Silêmanî li darket

A+ A-

BOTAN GERMIYAN / SILÊMANÎ


 

Îro êvarê li bajarê Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 50. salvegera damezrandina koma Mûzîkê ya Silêmaniyê li darket.

 

Şahî dibin navê ‘Hunereke Kurdî ya resen û hemdem’ de li Telarî Huner ya bajarê Silêmaniyê  pêkhat. Şahî bi yek deqîqe rêzgirtin ji rihê şehîdên rêya azadiyê re destpê kir. Piştî rêzgirtinê weke sembolîk 50 mûm hatin pêxistin.

 

 

 Di şahiyê de li ser dîrok û xebatên Koma Mûzîkê ya Silêmaniyê gelek axaftin hatin kirin. Paşê gelek stran hatin pêşkêşkirin.

 

Koma Mûzîkê ya Silêmaniyê di sala 1967’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye damezrandin û heya niha jî xebatên komê berdewam dike.