1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komkujî û Roboskî
Komkujî û Roboskî,komkujî,û,roboskî

Komkujî û Roboskî

A+ A-

Komara Tirkiyeyê ku rastiya xwe li ser mirinê ava kiriye, di mijara nebaşiyê de timî zêdegavî kiriye û di vê rêyê de her dimeşe. Dema mirov serdema nêz binerin, wê bi dehan komkujî were dîtin. Em çend ji wan bînin bîra xwe:

KOMKUJIYA GUNDÊ PINARCIKÊ

20'ê Hezîrana 1987'an li gundê Pinarcik ê navçeya Mehsert a Mêrdînê 16 jê zarok 30 kes hatin kuştin. Li gundê ku cerdevan lê bûn, kesên kincê komando lê bû bi çekên giran reşandin. Medya wê wextê ev bûyer bi navê 'PKK'ê avêt ser gund' weşand. Di vê bûyerê de pitika di pêçekê de hate kuştin di hişê mirovan de ma. Tîmê taybet ê berê Ayhan Çarkin piştî 23 salan mikur hat ku ev komkujî ji aliyê dewletê ve hatiye kirin.

KOMKUJIYA DEREBAŞI YA LI SILOPIYAYÊ

Di bûyera 16-17'ê Îlona 1989'an de ku weke "Bûyerên Silopiyayê" di nava raya giştî de cih girt, li gorî daxuyaniyên fermî 9 PKK'yî di encama şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê bûyer lêkolîn kir û derxist holê ku 6 ji van 9 kesan ti eleqeya xwe bi bûyerê re nînin, ew kes bûn ku sibehê ji mala xwe derketibûn. Yanî gundiyên bêguneh bûn.

KOMKUJIYA KÛŞKONAR Û KOÇAGALI

24'ê Adara 1994'an bi balafirên şer bombe li gundên Kûşkonar û Koçagali yên Şirnexê hatin barandin û zarok jî di nav de 38 kes bi rengekî hovane hatin kuştin. Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Dogan Gureş bi rojan piştî vê êrîşê bêdeng ma û piştî ku bûyerê di çapemeniya navneteweyî de cih girt, bi daxuyaniyekê êrîş piştrast kir û îdîa kir ku bomberdûman bi nezanî hatiye kirin. Da xuyakirin ku qayişa bombeyan bi balafirên şer ve girê dide sist bûye û ji ber vê yekê bombe li ser gund ketine.

KOMKUJIYA PEYANÎSÊ

Mînîbusa gund a ji aliyê Erol Aydin ve dihate ajotin û ji gundê Peyanîsê diçû Colemêrgê, 16'ê Îlona 2010'an li bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin qelibî û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Jendermeyan piştî bûyerê xwestin dest deynin ser delîlên ku weke berpirsyarî artêşa Tirk nîşan didan. Gundiyan bi keviran bersiv dan jendermeyan û piştre dîmenê hemû delîlan di medyayê de hatin weşandin.

KUŞTINA PITIK SOLÎN Û MALBATA WÊ

17'ê Tebaxa 2011'an artêşa Tirk di operasyona derveyî sînor de li herêma Ranyayê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di vê bomberdûmanê de 7 kesên ji malbatekê ku pitik Solîn jî di nav de bû, parçe parçe bûn.

Mîna van bi dehan bûyerên bi destê dewletê hatine kirin hene. Komkujiya Roboskî jî dibe ku ya herî aktûle be. Û em dikevin sala 7'an a komkujiya Roboskî. Bi vê wesîleyê careke din bi bîr tînin.

LI ROBOSKIYÊ ÇI QEWIMÎ?

Piraniya wan zarok 34 Kurdên sivîl ên ji gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, bi agahdariya qereqolê, derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn ji bo firotinê bi xwe re cixare û mazot anîn. Êvara 28'ê Kanûna 2011'an saet di 21:20 de balafirên şer ên F-16 ên Tirk ên ji Amedê rabûn, bombeyên kazanê yên bi sedan kîlo giran bi ser 34 Kurdên sivîl ve barandin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) saet di 01:52'an de ev komkujî ji aboneyên xwe re ragihand û bi sernavê "Balafirên şer bombe li gundiyan barandin: Nêzî 20 mirî" nûçe berî her kesî weşand. Ti rayedar neçûn cihê komkujiyê. Gundiyan berê xwe dan cihê komkujiyê û parçeyên cesedên zarokên xwe dan hev.

ANF, DÎHA Û ROJ TV JI CÎHANÊ RE RAGIHANDIN!

Nêzî 50 gundiyan, danê sibehê saet di 05:30 de xwe gihandin cenazeyên 28 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Saet di 07:00 de gundiyan xwe gihandin cenazeyên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Gundiyan cenaze li qiraxa rê dan ber hev. ANF, DÎHA û ROJ TV ev dîmen ji tevahiya cîhanê re ragihandin. Medya û hikumeta Tirk bêdeng bûn. Cîhan li pêşberî vê yekê şoq bû. Dîmenan her tişt radixistin pêş çavan.

ŞAHIDIYA HACI ENCU!

Şahidê komkujiyê Haci Encu yê 19 salî ku bi saxî ji komkujiyê filitî, ji nûnerên ÎHD û Mazlûm-Derê re li nexweşxaneyê qala wê kêliyê kir:

"28'ê Kanûna 2011'an saet di 16:00 de komeke ji 40-50 kesî ji bo wergirtina mazot û madeyên xwarinê bi hêstirên xwe em derbasî aliyê Iraqê bûn. Me bi taybetî agahî nedabûn qereqolê, lê belê haya wan jê hebûn ku em diçûn û dihatin. Me dixwest şekir û mazotê bînin. Di rê de me dengê balafirên bê mirov jî dibihîst, lê belê ji ber ku em timî di wê rêyê de diçûn û dihatin, bê xem em meşiyan.

Êvarê saet di 19:00 de me bar li hêstiran siwar kir û em bi rê ket. Saet 21:00 em gihîştin ser sînor. Em gihîştin zozanê gundê xwe, ji xwe li ser sînor e. Li wê derê destpêkê fîşeka ronîkirinê teqandin, piştre jî top û obus avêtin. Me barê xwe li aliyê din ê sînor hişt. Piştre balafir hatin û dest bi bomberdûmanê kirin. Em du kom bûn, di navbera koma li pêş û ya li paş de 300-400 mesafe hebû.

Heman piştî topbarana destpêkê balafir hatin. Ji ber ku leşkeran zozana me girtibûn, rêyeke din a ku em derbasî vî alî bibin, tine bû. Ji ber vê yekê hemû kom neçar man li hev bicivin. Û em bûn du komên mezin. Di bomberdûmana destpêkê de ku li ser sînor hate kirin, koma ji 20 kesî bi temamî îmha bû. Em vegeriyan û reviyan. Me xwe li binê tehtan veşartin, lê bombe li ser me barandin. Koma ez jî di nav de bûm ji 6 kesan pêk dihat. Em 3 kes ji vê komê rizgar bûn."

ÇAPEMENIYA TIRK MÎNA HER CARÊ...

Çapemeniya Tirk mîna her carê bêdeng bû. Roja 29'ê Kanûê saet di 11:00 de hinekan komkujî weke 'îdîa' weşandin. Hinekan jî hewl dan komkujiyê bixin stuyê PKK'ê û dest bi weşaneke bi vî rengî kirin. Komkujiya ku çapemeniya Tirk hewl dida ji nedîtî ve bê, li çapemeniya cîhanê bûbû manşet.
BBC: Di êrîşa hewayî de gundiyên Kurd hatin kuştin
The Washington Post: Kurd dibêjin sivîl hatine kuştin
CBCnews: Cenaze bi traktorê rakirin
The Wall Street Journal: Balafirên şer ên Tirk li Kurdan dan
CNN: Di êrîşa hewayî de gundiyên Kurd hatin kuştin
Daily Mail: Qaçaxçî weke milîtan dîtin û kuştin
Le Monde: Hêzên hewayî yên Tirk bombe li gundê Kurdan barandin, 35 kes hatin kuştin

Serokkomarê wê demê Abdullah Gul, Serokwezîr Erdogan, rayedarên AKP'ê û MHP'ê qet daxuyaniyek nedan. CHP'ê bal kişand ser komkujiyê û şiband kuştina 33 Kurdan ku sala 1943'an de ji aliyê generalê Tirk Mûstafa Mûglali ve hatibûn kuştin. Di dema otopsiya cenazeyan de saet li dora 19'an bi navê AKP'ê daxuyaniyek hate dayin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê piştî civîna rêveberiya partiya xwe di civîna çapemeniyê de axivî û ji bo komkujiyê got, "dibe ku qezayeke operasyonê be."

GEL HÊRS BÛ

Komkujiya li Roboskî li pêş çavên her kesî hate kirin û rewş zelal bû. Daxuyaniyên destpêkê yên dewletê di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekir. Li gelek bajaran mirov daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Esnafan 3 rojan dikan venekirin.

ERDOGAN SPASIYA ARTÊŞÊ KIR

Hê şîna gel dewam dikir, Serokwezîr Erdogan ji bo Komkujiya Roboskî spasiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk kir. Erdogan ku qet qala sedema komkujiyê nekir, giranî da ser BDP'ê ku bûyer protesto dikir. Tevî ku medya Tirk piştî 12 saetan komkujî dît, Erdogan ji vê jî aciz bû û got, "Tevî medyayê ez spasiya Fermandariya Giştî dikim."

Erdogan di heman demê de bi dayina pereyê 'tazmînatê' xwest komkujiyê binixumîne, lê malbatan qebûl nekirin.

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul jî "ji ber xizmetên wî" xelat da Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Mehmet Erten, ku fermana komkujiya Roboskî rabû.

Wê wextê Roboskî di rojeva medya cîhanê de bû û hikumet gelekî tengav bûbû, Gel jî hesab dipirsî û xwedî li Roboskî derdiket. AKP sûcdar dikir. Dema ku deng ji cîhanê bilind bû, AKP'ê serî li taktîka ku herî zêde jê fêhm dikir, da. Hewl da rojevê biguherîne.

GOTINÊN FERMANDAR

Cerdevanên ji Roboskî roja 11'ê Gulanê tevlî civînekê bûn û Fermandarê Tûgaya Gulyaziyê Abdullah Paşa di vê civînê de gef li wan xwar. Cerdevanan anîn ziman ku Paşa ji wan re gotiye, "Vê ji bîr bikin. Qeza bû. Dewletê qeza kir. Binixumînin. Sermeselê min kir. Wê çi bibe? Hûn li dijî dewletê çi dikarin bikin? Min kuşt, li Roboskî kî qaçaxçitiyê bike eger pêwîstî pê hebe ez ê bikujim. Ji bo 50 lîreyî hûn qaçaxçitiyê dikin, binerin dewlet 120 hezar TL dide we, lê hûn nagirin."

Navê 34 welatiyên ji aliyê dewletê ve hatin kuştin wiha ne:

Bedran Encu, Erkan Encu, Şivan Encu, Mûhammed Encu, Bîlal Encu, Aslan Encu, Adem And, Savaş Encu, Orhan Encu, Celal Encu, Fadil Encu, Mahsûm Encu, Şervan Encu, Cemal Encu, Cîhan Encu, Vedat Encu, Serhat Encu, Salîh Encu, Ozcan Ûysal, Huseyîn Encu, Nevzat Encu, Hamza Encu, M. Alî Tosûn, Selam Encu, Zeydan Encu, Yuksel Urek, Salîh Urek, Nadîr Alma, Seyîthan Enç, Husnu Encu, Şîrvan Encu, Osman Kaplan, Selahattîn Encu.

ÇAVKANÎ: ANF, DÎHA, ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ, BÎANET


Bêjeyên Miftehî