1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Konferansa 'Aştiya navxweyî û yekbûn' bi dawî bû
Konferansa 'Aştiya navxweyî û yekbûn' bi dawî bû,konferansa,'aştiya,navxweyî,û,yekbûn',bi,dawî,bû

Konferansa 'Aştiya navxweyî û yekbûn' bi dawî bû

Konferansa 'Aştiya navxweyî û yekbûn' ya îro li Hewlêrê hatî destpêkirin bi dawî bû. Wê sibe encamnameya konferansê were eşkere kirin

A+ A-

 

DILŞAD XOŞNAV-DANA OMER/ROJNEWS/HEWLÊR

 

îro saet 10:30'ê serê sibehê li salona Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê a bajarê Hewlêrê konferansa 'Aştiya navxweyî û yekbûn' bi dirûşmeya 'Ger dê hebûya me ttifaqek, vêk ra bikira me înqiyadek' destpê kir. Piştî nîqaş û 2 panelên cûda konferans bi dawî bû.

 

 

Panela yekemîn bi navnîşana, 'Girîngiya aştiya navxweyî û yekbûn' bû.  Panel ji aliyê Kerîm Behrî Biradost ve hate bi rêvebirin.  Profesol Dr. Cebar Qadir, nivîskar Helîm Yûsif, nivîskar  Mihabad Qeredaxî û Dr. Omer Nuredînî beşdarî palanê bûn.

 

Di panela yekem de behsa girîngiya aştiya navxweyî û yekbûna Kurda hate kirin. Herwiha beşdarên panelê behsa wê yekê kirin ku ka li Ewropa nivîskaran çawa karine kar ji bo serxistina aştiyê bikin.

 

 

Profesol Dr. Cebar Qadir bi rengekî giştî behsa girîngiya aştiyê û bandoriya wê li ser Kurdan kir. Herwiha behsa wê yekê kir ku ka wê nivîskarên Kurd ji bo aştiyê çawa rol bileyîzin.

 

Herwiha nivîskar  Mihabad Qeredaxî jî behsa girîngiya aştiyê kir û mînak jî civaka Kurd û Swêd girt dest.  

 

Nivîskar Helîm Yûsif jî li ser mijara bandoriya nivîskar, rewşenbîr û rojnamegaran li ser rêveber, siyasetmedarên welat û behsa rola nivîskar, rewşenbîr û rojnamegeran kir, di çêkirina raya giştî kir.

 

 

Panela duyem jî piştî nîvro bi navnîşana 'Di bicihanîna aştiya navxweyî de rol û nêzikatiya  civaka sivîl û ronakbîran' hate lidarxistin. Di panelê de Dr. Serbest Nebî, Nasik Tofîq, Mihsin Osman û Kakşar Oremar beşdarî panelê bû. Di panalê de behsa rol û misyona rêxistinên civakî û ronakbîran ji bo aştiya navxweyî kirin.

 

 

 

(ab)