1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd li ser yekîtiya neteweyî dipeyivin
Kurd li ser yekîtiya neteweyî dipeyivin,kurd,li,ser,yekîtiya,neteweyî,dipeyivin

Kurd li ser yekîtiya neteweyî dipeyivin

Di Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê de nivîskar-rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên Kurd, nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser yekîtiya neteweyî pêşkêş dikin

A+ A-

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspiyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî şêwra yekîtiya neteweyî bûne, têkildarî yekîtiyê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Çend ji van pêşkêşiyan wiha ne:

'EHMEDÊ XANÎ ÊDÎ DIKARE XWEŞ RAZÊ'

Bi navê Alimên Olî yên Kantona Cizîrê Mele Xizrî: Ehmedê Xanî êdî dikare xweş razê. Em mizgîniya kombûna li binê sîwanekê didin. Em vê civînê diyarî Ehmedê Xanî dikin. Di navbera Silêmanî, Hewlêr û Qendîlê de Sêmalka nîne. Ji bo yekîtiya neteweyî dikarin li hev bicivin û pêşengiyê bikin.

'PÊWÎSTE KONGREYA NETEWEYÎ RÊXISTINBÛNEKE DI SER PARTIYAN RE BE'

Bi navê Hewramanan Kamûran Gulpî: Pêwîste Kongreya Neteweyî ne bi rengê partiyekê be. Divê rêxistinbûnek di ser partiyan re be. Lazim e kongreya neteweyî bi peyamên partiyan neyê fetisandin. Girîng e kongreya neteweyî nebe amûrek ji bo xurtkirina hêzê partiyekê. Hewremanan di herikîna dîrokê de li hemberî hemû êrîşan karîbûn çanda xwe biparêzin. Rûyekî bedew ê civaka demokratîk in. Em pêşniyar dikin ku şêwra kongreya neteweyî li Hewreman bê lidarxistin. Pêwîste em di nasnameya hevpar a Kurd de li hev bicivin.

'DIVÊ EM YEKÎTIYEKE BI AWAYEKÎ ADIL BAFIRÎNIN'

Bi navê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat: Em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Pêvajoyên bi vî rengî timî bi dest nakevin. Em di vê şêwrê de hin pirsgirêkan dibînin. Ev kêmasî ne yên KNK'ê ne, yên partiyên siyasî ne. Tifaq di navbera hêzên cihê de tê kirin. Divê em jî li hemberî hev gavekê bi şûn ve bavêjin. Bi vî rengî em dikarin înkar û tinekirina li ser me hê ferzkirî ye ji holê rakin. Ji bo pirsa; yekîtiyeke çawa? Ez dibêjim; yekîtiyeke bi rengekî adil. Yanî divê em berjewendiyên gelê Kurd bidin pêş.

'DIJMINÊN ME HEWL DIDIN ME BIKIN XERÎBÊ HEV'

Nivîskar Ehmed Arîf: Em Kurd di nava çandên Fars, Ereb û Tirkan de tên eciqandin. Her yek ji wan polîtîkayeke cuda li dijî gelê me dimeşînin û me dikin xerîbê hev. Sedema nebûna zimanekî me yê standart îro li vê salonê, mêtingerî ye. Madem dijmin hewl dide me bi vî rengî ji hev qut bike, wê demê çima em li hemberî vê helwesteke hevpar nîşan nadin?

PÊŞNIYARA MECLÎSA PARLAMENTERAN

Parlamentera Tevgera Goran a Parlamenta Başûrê Kurdistanê Perwa Elî: Dema mirov gefên navxweyî û derve yên li dijî destketiyên me dinirxînin, tê dîtin ku piraniya gefên derve ji ber pirsgirêkên me yên navxweyî ne. Di serî de PDK em dibînin ku îro hin partî ne li vir in. Di rewşeke bi vî rengî de ku gelek pirsgirêkên me hen, gelo ew çima ne li vir in?

Wekî din, eger KNK dixwaze bi roleke di ser partiyan re rabe, divê em meclîseke parlamenterên Kurd ku em berê pêşniyar kiribû ava bikin. Ev parlament dikare me li cîhanê temsîl bike.

'LAZIM E GELÊ KURD BI ROLA XWE RABE'

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Mihemed Emîn: Bi dawîhatina li şerê dijî DAIŞ'ê re nexşeyên nû derdikevin holê. Gelê Kurd li çar parçeyan bû gelê ku herî xurtî li dijî terorîstên DAIŞ'ê têkoşiya. Di rewşa heyî de ku nexşeyên nû ava dibin, lazim e gelê Kurd bi rola xwe rabe. Beriya vê jî divê em pirsgirêkên navxweyî yên li parçeyan çareser bikin.