1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurdî li kreşa Kurdî hate qedexekirin
Kurdî li kreşa Kurdî hate qedexekirin,kurdî,li,kreşa,kurdî,hate,qedexekirin

Kurdî li kreşa Kurdî hate qedexekirin

Kreşa Perperok, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ve sala 2015'an hate vekirin û bi zimanê Kurdî perwerde dida, bi destê qeyûmê AKP'ê kirin Tirkî

A+ A-

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, Kreşa Kurdî ya Perperok a perwerdeya Kurdî dida zarokan, navê wê kir Kreşa Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Perwerdeya Kurdî lê qedexe kir û bi vî rengî kreşa Kurdî kir Tirkî.

Piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate bicihkirin, hemû xebatên ji bo jin û ciwanan ên şaredariyê hatin rawestandin. Hemû derfetên ku şaredariyê dida jin û ciwanan hatin betalkirin. Mafê jinan hebû ku hefteyê carekê bi rengekî bê pere bi otobusên şaredariyê biçin heta cihê dixwazin, lê ev maf jî hate betalkirin. Hemû mal û milkên mayinde yên şaredariyê pêşkêşî AKP'ê û alîgirên wê hatin kirin. Park û cihên bêhndanê yên gel, ji bo lêkirina avahiyan hatin pêşkêşkirin.

Yek ji xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, Kreşa Kurdî Perperok bû, ku sala 2015'an hate vekirin û bi temamî bi Kurdî perwerde dida. Li vê kreşê bi sedan zarok hatin perwerdekirin. Gelê Wanê ji kreşa Kurdî ya bê pere gelekî razî bû. Ji ber ku zimanê wê bi Kurdî bû. Li kreşê zarok bi zimanê xwe yê dayikê diaxivî, bi Kurdî hînî çîrokan, reng û jimartinê dibûn. Bi saya yekemîn kreşa Kurdî, yekemcar li Wanê ji bo zarokan bi zimanê dayikê perwerde dihate dayin.

Ji xwe Walîtiya Wanê, ji ber navê xwe bi Kurdî bû ev kreş erê nekiribû. Yek ji karên destpêkê yên qeyûm jî, guhertina navê kreşa perwerdeya bi Kurdî bû û Kurdî li kreşê qedexe kir. Li şûna Perperok navê Kreşa Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kreşê hate kirin. Perwerdeya li vê kreşê bê pere bû, lê qeyûm ew jî kir bi pere. Zimanê wê jî kir Tirkî. Piştî ku Kurdî li kreşê hate qedexekirin, malbatan jî zarokên xwe jê derxistin.

 

ANF