1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kêlikeke dîrokî ya fermandarekî kurd li Qudsê
Kêlikeke dîrokî ya fermandarekî kurd li Qudsê,kêlikeke,dîrokî,ya,fermandarekî,kurd,li,qudsê

Kêlikeke dîrokî ya fermandarekî kurd li Qudsê

A+ A-

 

Ev kêlik, kêlikeke dîrokî ye, a ku li Filêstînê hatîye dîtin û vêga li Mûzeya Îslamê ya Mizgefta El Aqsa (HaremûşŞerîf) a Qudsê tê parastin.

Kêlik, ya yek ji fermandarên kurd yên Silhedîn ê Eyûbî ye. Navê wî Şervan El Hekarî ye û di sala 1191-an, dema Silhedîn de û şerê nav bera Eyûbîyan û Xaçparêzan de rû daye de mirîye.

Wergera kêlikê li jêr e:

" Bi navê Xwedayê mezin û dilovan...
Şervan(Sharwa) ê Dawûd ê Ibrahîm ê Hekarî (al-Hakkarî)
Xwedê rehma xwe li vî kesî bike ku li erdê Ramallah şehîd ketîye
Di meha Zilhicce a sala 587-an de (1191 Mîladî)
Rehma Xwedê lê û li kesên ku jê re rehma Xwedê dixwazin be, Amîn.
Ya Xwedayê aleman, Amîn...."

(Werger, ji teksta wê ya bi ingilîzî ye)

Divê bê zanîn ku, Silhedîn ê Eyûbî û bi taybetî mamê wî Şêrko, artêşa xwe bi piranî ji şervan û siwarîyên kurd ava kiribû û êl û eşîrên Hekarîya jî di artêşa wan de cihê girîng digirt. Şervan ê Dawûd ê Ibrahîm ê Hekarî jî, dibeyeke mezin yek ji wan serokeşîr û fermandarên kurd e...

(Amadekar: Murat Boran)