1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Kêçên mirovan nexweşîna webayê li Ewropayê belav kirin
Kêçên mirovan nexweşîna webayê li Ewropayê belav kirin,kêçên,mirovan,nexweşîna,webayê,li,ewropayê,belav,kirin

Kêçên mirovan nexweşîna webayê li Ewropayê belav kirin

Lêkolînên nû destnîşan dikin ku ne mişk lê kêçên mirovan xwedî bakteriya webayê bûne û di nîveka sedsala 1300´î de nexweşîna webayê li Ewropayê bi rêya mirovan belav bûye

A+ A-

 

Ne mişk bûne nexweşîna kujende webayê di nîveka sedsala 1300´î serdema navîn de li seranserê Ewropayê belav kirine. Baweriya giştî ya wê demê ew bû ku nexweşîna kujenda bakteriya webayê Yersinia Pestis bi rêya kêçên li ser mişkên reş li Ewropayê belav bûye.

 

Lêkolînerên norweçî ên Navenda Senteza Ekolojîk û Peresaner (evolutionary) ya Oslo´yê bi sîmulasyonên kompîturê û bi senaryoyên cuda li ser vê feraziyê ango hîpotezê test kirin ku yek ji van senaryoyan jî mişk bûn, wekî belavkerên bakteriyê hatin testkirin. Encamên van senaryo û testan bi tu rengî naşibine çavkaniyên dîrokî û pêşkeftinên lêkolînên arkeolojîkî ku têne zanîn. Eger mişk bûna yên vê nexweşînê belav kirine, diviya nexweşîn pir hêdîtir belav bibûya. Loma lêkolîner sîmulasyoneke din ceribandin ka kîjan weba bi rêya spî û kêçên mirovan belav bûne. Wê demê pir çêtir xuya bû ku li hember çavkaniyên dîrokî, ev hîpotez pir zêdetir bi lezgîniya belavbûna nexweşînê re li hev dike.

 

Lêkolînên din ên di vê navberê de hatine kirin jî, vê hîpoteza nû destek dike û mişkan ji tewana belavkirina mirina reş azad dike. Eger mîna dihate gotin bûna, diviya mirov li herêmên nexweşîn lê belav bûye rast li gelek bermayiyên mişkan hatibûna. Lêkolînerên din jî bawer dikin ku mirovan bixwe bakteriya webayê derbasê hev û du kirine û dibe ku hay ji mêşlokên xwe yên veşarî nebune. 

 

Ev zanyariya nû ne bi tenê xwedî wateyeke dîrokî ye, lê dikare bibe alîkar ji lêkolîneran re ji bo pêşdîtina belavbûna epîdemiyên pêşerojê. 

 

Di serdema navîn nîveka sedsala 1300´î de li seranserê Ewropayê nexweşîna webayê belav bû û bû sedema mirina nêzî 20 milyon mirovî. Ev nexweşîn 400 salan Ewropayê hilweşand. Cara dawîn di navbera sala 1720 û 1722´an de epîdemiya webayê ya dawîn malê li Fransayê wêran kir.  

 

Wergera ji swêdî: Amîda Kurd