1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lahor Talabanî: Rastiya li Kerkûkê û Başûr ji gel tê veşartin
Lahor Talabanî: Rastiya li Kerkûkê û Başûr ji gel tê veşartin,lahor,talabanî,rastiya,li,kerkûkê,û,başûr,ji,gel,tê,veşartin

Lahor Talabanî: Rastiya li Kerkûkê û Başûr ji gel tê veşartin

Fermandariyê Hêzên Taybet ê YNK'ê Lahor Şêx Cengî Talabanî got, heta ku li çar parçeyên Kurdistanê nefikirin garantiya ti destketiyan nîne û destnîşan kir ku divê rewşa Rojavayê Kurdistanê mînak were dîtin

A+ A-

  • SEYÎT EVRAN/RÊBAZ HESEN
  •  SILÊMANÎ

Fermandarê Hêzên Taybet ê YNK'ê Lahor Şêx Cengî Talabanî ku der barê wî de hat gotin, 'Kerkûk ji aliyê wî û tîma wî ve hatiye radestkirin', bersiv da pirsên ANF'ê.

'PIRSGIRÊKA ME YEKÎTÎ YE'

Talabanî da xuyakirin ku beriya 50 ji sedî yê axa Kurdistanê winda bike, wan dixwest bi hikumeta Bexdayê re di çarçoveya destûra bingehîn de danûstandinan bikin û bi vî rengî çareseriyekê biafirînin.

Cengî Talabanî got, "Min destek dida referandûmê. Lê belê min digot, 'şert û mercên vê yekê niha nîne, em piştre bikin'. Lê belê guh nedan kesî û biryara xwe ya bi rengekî çavgirtî girtibûn, bi cih anîn. Atmosfera siyasî ya herêmî û navneteweyî rê nedida ku em referandûmeke serketî bikin. Ji bo parastina mafên xwe diviyabû em li gorî destûra bingehîn a Iarqê tevbigeriyan. Tevî ewqas şaşitiyên siyasî, divê em li çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê vegerin. Ji bo parastina yên mayî jî be, divê em vê bikin.

Girîng e em bi Bexdayê re dest bi hevdîtinan bikin, dost û mafên xwe yên ji dest dane di çarçoveya destûra bingehîn de ji nû ve bi dest bixin. Iraq nikare careke din zilmê li Kurdan bike. Pirsgirêka me ya li Başûr pirsgirêka yekîtiyê ye. Yên ku nava mala wan tevlîhev be, kes wan cidî nagire. Mesela li Rojava binerin; tevî ku derfetên wan gelekî kêm in, ji ber ku yekîtiya xwe afirandin, serketinên gelekî mezin bi dest xistin. Hin kes hebûn ku li Rojava neman û xwestin bibin asteng, lê belê ti bandora wan nîne.

Lîder û rêveberên me yên li Başûr nekarîbûn hemû Kurdan li hev bicivînin û rêxistineke sîwanî ava bikin. Mebesta min ji yekîtiya siyasî ya li Başûr ew e, ku desthilatdarî, mûxalefet, hemû partî û rêxistinên siyasî bibin yek. Eger partiyeke bi tenê li derveyî vê yekîtiyê bimîne wê yekîtî biderize û dijmin jî bixwaze ji vê terka li yekîtiyê ketiye sûdê werbigire.

Beriya felaketa li Kerkûkê rû da, min gotibû ku pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye. Yekîtiya neteweyî ne tenê hikumetbûna YNK, PDK, Goran û yên din e. Afirandina rêxistinbûneke ku hemû partî û rêxistinên siyasî cih di nav de digirin. Hinek pêşniyar dikin ku hikumeteke demî ya azadîparêz û rizgariyê bê avakirin. Eger bi vê yekê wê pirsgirêk çareser bibe, divê PDK, YNK hinekî xwe vekişînin û ji bo derketina ji vê krîzê, rê bide vê.

Eger em bibin yek wê hikumeta Iraqê bi rengekî din li me binere û me cidî bibîne. Me derfetên li ber destê xwe baş û rast bi kar neanîn. Ji ber vê yekê di meseleya Kurd de em bi paş ve çûn."

Di dewama axaftina xwe de Lahor Şêx Cengî Talabanî destnîşan kir ku mebesta wî ji yekîtiya neteweyî jî yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdên li çar parçeyan e û wiha dewam kir: "Bêguman ji bo vê yekê Kongreya Yekîtiya Neteweyî divê. Eger em giraniya xeteriya li ber xwe bibînin, em ê pêwîstiya bi vê yekê jî hê bêhtir fêhm bikin. Eger em bibin yek, em hêza xwe bikin yek, wê dijminên me bi rengekî cudatir li me binerin.

Dibe ku hinek bibêjin, 'Tirkiye, Îran wê destûrê nedin'. Eger me şert û mercên heyî ji bo yekîtiyê bi kar anîbûna û yekîtiya xwe biafiranda, ti hêz nedikarî li pêşiya me bibe asteng. Bi dîtina min, 2 salên bihurî ji bo vê yekê derfetên zêrîn didan me. Hêzên navneteweyî piştgirî didan hêzên Kurd ên li Rojava û Başûr. Li gorî min, me ev firsenda zêrîn vê gavê ji dest berdan."

LI KERKÛKÊ ÇI QEWIMÎ?

Li ser rewşa Kerkûkê û tawanbariyên ku wî weke berpirsyarê vê rewşê nîşan dide, Talabanî ev nrixandin kir:

"Dema ku Kobanê kete nava rewşeke xetere, tevî ku YNK ji gelek seriyan pêk dihat jî, em bi rengekî awarte ketin nava liv û tevgerê. Mam Celal nexweş bû. Di nava YNK'ê de rewşeke parçebûyî hebû. DAÎŞ'ê êrîşî hin cihên Başûr dikir. Tevî vê yekê jî dil û mejiyê me bi Kobanê re bû. Rol û berxwedana şervan û lehengên Kobanê nayê jibîrkirin. Serketin bi berxwedan û lehengiya wan pêk hat. Wan rola esasî lîstin. Lê belê eger em neketibûna nava tevgerê û me destek nedabûna wan, dibe ku Kobanê ne Kobanê ya îro bûya. Me ev yek ji dil û can kirin. Ji bo minetê ya jî tiştekî din me nekir. Ji ber ku Kobanê şeref û rûmeta Kurdistanê ye.

Tevî hin astengiyên li nava hikumetê û partiyê, min ji bo şeref û rûmeta Kurdistanê ji bo Kobanê ev yek kir. Yekî ku ev kiribe, gelo çawa dikare xiyanetê li Kerkûkê ku dilê Kurdistanê ye bike? Tiştên tên gotin, siyaseteke reşkirina min e. Ev kesên ku hewl didin me reş bikin, dixwazin tola tiştên me ji bo Kobanê û Rojava kir, hilînin.

Ji bo tola Rojava ji min û ji me hilînin, demeke dirêj li hincetekê digeriyan. Niha jî dixwazin vê bikin hincet. Lê belê hemû tiştên ku ew dibêjin derew in.

Hewl didin destberdana ji Kerkûkê bixin stuyê min. Ez ji were hinekî qala tiştên li wir qewimîn bikim...

Beriya referandûmê, tevî ku min destek dida jî ji min re gotin, 'Tu li dijî referandûmê ye, bila hêza te li Kerkûkê nemîne'. Min hêza xwe ji Kerkûkê kişand. Piştre min çend caran got, 'Kerkûk di rewşeke xetere de ye, divê em biparêzin'. Lê belê gotin, 'Ti pirsgirêk û xeterî nîne. Eger tiştek bibe, hêzek li vir heye ku karibe wê biparêze'. Hêzên pêşmerge yên Şêx Cafer Şêx Mistefa, hêzên Zerevanî ku hêzên taybet ên PDK'ê ne, Kosret û hêza wî li wir bûn. Necmeddîn Kerîm, Kosret, Şêx Cafer gotin, 'Em li vir in, pêwîstî pê nîne ku hêzên te li vir bimînin' û em derxistin. Piştî ku em derxistin, diviyabû wan biparasta. Lê belê neparastin. Tawanbariyên ku di vî warî de dikin, xizmetê ji siyaset û berjewendiyên gelê Kurd re nakin. Heta ku ev tawanbarî bidomin, hurmeta me ya ji hev er wê nemîne, lewma em ê nikaribin li cihekî bigihêjin hev. Em ê nikaribin bibin yek.

Şaşitiyên mezin ên siyasî kirin. Gel fatûreya vê dide, gelê Kerkûkê û Xurmatû fatûreya vê da. Divê derkevin pêşberî televîzyonan, çapemenî û weşanê û daxuyaniyê bidin ku şaşitî kirine. Hêvîdar im wê eşkere bikin ku wan şaşitî kirine. Hêvîdarim wê ji gel re bêjin, 'Me hesab nekir ku bi vî rengî bibe'. Eger rastiyê bi vî rengî ji gel re bêjin û bêjin ku ji nû ve ji bo wezîfeyê amade ne, wê gel jî wan fêhm bike."

'EGER BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE, EM Ê HÊ GELEK TIŞTÊN DIN WINDA BIKIN'

Talabanî anî ziman ku ji bo meseleya Kerkûkê ew niha hewl didin ku bi hikumeta Iraqê re hevdîtin, diyalog û muzakere bên kirin û got, "Bajar û navçeyên li wê herêmê, 'herêmên cihên nîqaşê' ne ku di çarçoveya xala 140. de ne. Bi hikumeta navendî ya Iraqê ya jî me ve girêdayî nînin. 11 parlamenterên Kerkûkê hene. 8 ji van Kurd in. Divê pirsgirêk li gorî xala 140. bê çareserkirin û her kes karibe li herêmê vegerin. Eger destûra bingehîn a Iraqê bi cih were anîn, em ê li Kerkûkê, li cih û warên xwe vegerin. Li gorî wê tevnegerin, em ê dîsa vegerin. Bi taktîkî me xwe vekişandine, lê belê çawa dibe bila bibe em ê vegerin Kerkûkê. Em dixwazin vegera me ya li Kerkûkê bi qanûnî û di nava rewşeke aştiyane û neşer de pêk were. Eger hikumeta Iraqê li gorî destûfa bingehîn tevnegere û hurmetê nîşanî me nede, hingî em amade ne li her cihî li ber xwe bidin."

Talabanî der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê got, "Eger dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê dikare xwe bigihîne heta Bradost, Başîka û Soranê, tiştekî ku ji dewleta Tirk re bêjim nîne. Hêzên Kurd bang lê dikin, didin pêşiya wan û wan tînin li herêmê bi cih dikin. Heta ku yekîtiya me ya siyasî û neteweyî nebe, dijminên me wê timî bixwazin ji vê rewşa me ya parçebûyî sûdê werbigirin. Ya ku li Başûr diqewime jî ev e. Eger bi vî rengî bidome, em ê hê gelek tiştên din ji dest bidin. Başûrê Kurdistanê di wê astê de bû ku dikarîbû hêzê bide Bakur, Rojhilat û Rojava. Eger bi vî rengî dewam bike, em ê nikaribin vê bikin. Em ê hê bêhtir windahiyan bidin. Wê Kurd winda bikin, ne tenê em Başûrî."

'PIŞTGIRIYÊ DIDIM ÇALAKIYAN'

Li ser çalakiyên gel ên li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin Lahor Şêx Cengî Talabanî ev nirxandin kir: "Li Başûrê Kurdistanê niha çi diqewimin bila biqewimin bal hemû tê ser min. Ji aliyekî ve dibêjin, 'Şêx Lahor piştgiriyê dide kesên rabûne serhildanê'. Li aliyê din jî dibêjin, 'Qenala NRT girtiye'. Tiştên ji hev nakok in.

Ez bi çalakiyên gelê me re me ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa pêk anî. Dixwazim ew zanibin ku ez bi wan re me. Heta ku bi çalakiyên demokratîk û rewa ev maf werin parastin, ez bi wan re me.

Çalakiyên ku mamoste, doktor û mirovên din ji bo bidesxistina mafên xwe dikin, çalakiyên herî meşrû ne. Hin hêzên siyasî mirovên xistin nava gelê me yê dakete kolanan û bi vî rengî çalakî ji rewabûnê, ji xeta xwe derxistin. Gihandin wê astê ku saziyên fermî û avahiyên partiyan bên şewitandin. Tiştên bi vî rengî ne qebûl dikim, ne jî piştgiriyê didim.

Wekî din, ti agahiya min ji girtina qenala NRT û  girtina Şasûwar Abdulvahît nîne. Karê dadgehê û emniyetê ye. Kê ev biryar girtiye û bi cih aniye, haya min jê nîne. Ez ne alîgir im ku qenaleke televîzyonê were girtin. Dixwazim ev qenal weşana xwe bike. Şasûwar jî diviyabû nehatibûya girtin. Ji ber ku bi girtinê re ew hê bêhtir hate mezinkirin."

ROLA YNK'Ê

Der barê rola YNK'ê ya ji bo çareseriya krîza heyî, Talabanî ev nirxandin kir:

"Bi dîtina min a şexsî, YNK ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, partiyeke ku divê ji bo çar parçeyên Kurdistanê hebe. YNK partiyeke welê ye ku piştgirî daye têkoşîn û şoreşa li çar parçeyên Kurdistanê. Ev nayê wê wateyê ku YNK'ê berê ti şaşitî nekiriye. Lê belê nabe ku em xêziyekê li ser YNK'ê bixin û ji holê rakin. YNK ji bo Başûrê Kurdistanê hîmê hevsengiyê ye, hebûna wê divê. YNK ji bo guhertina xwe dikare kongre yan jî civata giştî li dar bixe. Divê karibe di rêveberî û serokatiyê de guhertinê bike. Nifşekî nû heye ku gihaye. Dixwaze bi rista xwe rabe û wezîfeyê bike."

Talabanî destnîşan kir ku hebûna YNK'ê mecbûrî ye û got, "Divê rewş hê bêhtir nebaş nebe. Di xeta Mam Celal de divê xwe ji nû ve biguherîne û bi rêxistin bike. Kesên di nava rêveberiyê de cih digirin, girîng e berjewendiyên xwe yên şexsî deynin aliyekî û li gorî berjewendiyên gel tevbigerin."

Talabanî wiha dewam kir: "Bi dîtina min, karê destpêkê yê ku divê YNK bike, civandina kongreya neteweyî ye. Lê niha erka min a bi vî rengî nîne. Eger erka min hebe, tişta ku ez ê destpêkê bikim, wergirtina biryara ji bo pêkanîna kongreya neteweyî ye. Ya ku divê YNK bike, pêkanîna kongreya xwe ye û piştre jî girtina biryara ji bo kongreya neteweyî ye.

Bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê qewimîn nîşanî me dan, eger em tenê li ser parçeyê xwe û berjewendiyên xwe bifikirin, em ê nikaribin ji bo Kurdan tiştekî bikin. Divê em li çar parçeyan bifikirin. Eger em pişta hev bigirin, dijminên me jî wê hingî çavekî din li me binerin."

'PÊŞNIYARA AMERÎKAYÊ JI GEL VEŞARTIN'

Li ser pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya beriya referandûmê Lahor Şêx Cengî Talabanî got, "Yên ku dibêjin DYA xiyanet li me kir, derewan dike. Rayedarên DYA li vir bûn, bi me re rûniştin. Tevî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bi me re rûniştin. Ev tişt ji me re gotin, 'Yekparebûna axa Iraqê niha ji bo me girîng e. Niha li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn tê dayin. Referandûmê nekin'. Ji bo em nekin jî garantî dan. Weke alternatîf gotin, 'Eger di nava salekê de mafên we yên destûra bingehîn neyên naskirin û pirsgirêk neyên çareserkirin, hûn ê hingî referandûmê bikin û em ê jî li cem we cih bigirin'.

Rayedarên hikumetê ev alternatîf ji gel veşartin. Ji gel re eşkere nekirin. Ev yek destketiya herî mezin a 50 salên dawî bû ji bo Kurdan. Ji ber vê yekê DYA xiyanet li me nekir. Rêveberên me xiyanet li gel kirin."

JI FERMANDARÊ ÎRANÎ RE GOTINE 'ME ŞAŞITÎ KIR'

Der barê hevdîtina rayedarên PDK'ê bi fermandarê Îranî Kasim Suleymanî re, Talabanî got, "Belê hevdîtineke bi wî rengî hate kirin. 21'ê Kanûnê Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî li Hewlêrê bi fermandarê Îranê Kasim Suleymanî re rûniştin. Ev hevdîtin 8 saetan dewam kir. Kak Mesûd û Kak Nêçirvan ji Suleymanî re gotine ku bi kirina referandûmê re wan şaşitî kirine.

'RÊVEBERIYA LI ROJAVA BÊHEMPA YE'

Ji bo pirsa "Hûn sîstema li Rojava çawa dibînin? Ji bo parçeyên din ên Kurdistanê dikare bibe model? Lahor Şêx Cengî Talabanî ev bersiv da:

"Di nava sê salên dawî de ez çend caran çûm Rojava. Sîstema li Rojava gelekî bandor li min kir. Tevî ku sînor lê girtî ne, ji her alî ve êrîş tê kirin jî sîstemek bêhempa dane rûniştandin. Li pêşberî ragihandina Kantonan, rêveberiya gund, nehiye, bajar û bajarokan ez matmayî mam. Li Kobanê hema bêjin kevir li ser kevir nema bû. Dema ku çûm Kobanê min dît ku 23 saetan elektrîk ji bajêr re tê dayin. Tevî şert û mercên zehmet û derfetên gelekî kêm, projeya avê çêkirine û bi rê ve dibin. Li Rojava ruheî xurt ê welatparêziyê heye. Min gelekî hez ji wê sîstemê kir û eciband. Ji ber ku sîstemeke gelparêz e. Hêvîdar im wê partiyên siyasî yên li parçeyên din ên Kurdistanê jî vê sîstemê ji xwe re weke mînak bibînin."

ANF