1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lava û niyaza Zerdeşt ji Ahûra Mazda
Lava û niyaza Zerdeşt ji Ahûra Mazda,lava,û,niyaza,zerdeşt,ji,ahûra,mazda

Lava û niyaza Zerdeşt ji Ahûra Mazda

A+ A-

Ji te dipirsim, Xwedayê min,

Rastiyê ji min re bibêje,
Kalikê hebûna pîroz
Bavê yekê kî ye?
Ê ku riya roj û stêrkan
Xêz kiriye kî ye?
Hîv bi hêza kî
Mezin dibe, biçûk dibe?
Vana ji min re vebêje,
Her tiştî, her tiştî vebêje, Xwedayê min.

Ji te dipirsim, Xwedayê min,
Rastiyê ji min re bibêje,
Kî pergala cîhanê çêkir,
Kî ev asîman ragirt?

Her tişt di ciyê xwe de, saxlem?
Kî ev dar û rûbar tev afirand?
Kî ye ê ku lezê dide
Bayê û ewran?

Kî ye, hey Ahûra Mazda,
Ê ku fikra pak afirand?

Ji te dipirsim, Xwedayê min,
Rastiyê ji min re bibêje,
Kî ye ê ku bi hezkirinê
Afirandiye tarî û ronkayî?
Kî bi hestên herî pak 
Xwe û hişiyar bûn afirand?
Kî ye ê sibeh afirand,
Nîvro û êvar
Ji bo mirovên têgihîştî û zana
Bangî wezîfeyê bikî?

(Ji Avesta Zerdeşt hatiye wergirtin û wergerandin)

Îbrahîm Osman