1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Lavrov: Bêyî kurdan Cenevre ne pêkan e
Lavrov: Bêyî kurdan Cenevre ne pêkan e,lavrov,bêyî,kurdan,cenevre,ne,pêkan,e

Lavrov: Bêyî kurdan Cenevre ne pêkan e

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku ji bo kurd tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêktînin û wiha got: “Ne pêkane ku ev mijar bê paşdexistin, wekî ku ne pêkane bêjin kurd nikarin tevlî pêjaboya Cenevreyê bibin.”

A+ A-



NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku ji bo kurd tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêktînin û wiha got: “Ne pêkane ku ev mijar bê paşdexistin, wekî ku ne pêkane bêjin kurd nikarin tevlî pêjaboya Cenevreyê bibin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî bi hempîşeyê xwe Leonard She Okitundu yê Komara Kongoyê re hevdîtin pêk anî di civîna çapemeniyê ya hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji bo kurd beşdarî hevdîtinên Cenevreyê bibin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk tînin.

‘DÎTINA ÇARESERIYÊ GIRÎNGE’

Lavrov, da zanîn ku di mijara dê kurd çawa tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibin de dîtina çareseriyê girînge û wiha pêde çû: “Lê ev ne hêsane. Hûn helwesta Tirkiyeyê dizanin. Em ê bi partiyên xwe yên Tirk re di hevdîtina Astanayê de ji vê mijarê re çareseriyê bigerin. Ne pêkane ku ev mijar bê paşdexistin, wekî ku ne pêkane bêjin kurd nikarin tevlî pêjaboya Cenevreyê bibin.”

Lavrov her wiha, got ku yek ji peywirên herî girîng ên Nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffab de Mistura ewe ku kurdan tevlî hevdîtinên Cenevreyê bike.