1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Le Point: Erdogan dîktator e
Le Point: Erdogan dîktator e,le,point,erdogan,dîktator,e

Le Point: Erdogan dîktator e

A+ A-

Kovara Le Pointê yek ji kovarên herî girîng û xwedî tîraja zêde ya aktuel a Fransayê ye. Kovara navborî di hejmara xwe ya dawîn de bi bergeke balkêş derket ku li ser bergê wêneyekî serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan bi manşeta ‘Dîktator’ hatiye belavkirin. Kovar di bergê de pirsa; “Bi Erdogan re heta ku derê?” dahûrandinek li ser hilbijartinên 24’ê hezîranê yên Tirkiyeyê weşandiye. Rojnameger Romain Gubert û Franz-Olivier Giesbert  du nivîsên balkêş têkildarî Erdogan amade kirine.

Dahurandina bi sernavê ‘Dîktator’ji aliyê rojnameger Romain Gubert ve hatiye amadekirin. Gubert di destpêka nivîsa xwe de behsa peresîna Erdogan a ji dema ku mîlîtanê Yekitiya Xwendekarên Tirk ên Millî (MTTB) dike û pirsa ‘Erdogan çawa hat van rojan’ hewl dide bibersivîne.

Gubert herî dawî destnîşan dike ku Erdogan ê ku ev 15 sal in li ser postê desthilata Tirkiyeyê ye, niha jî namzedê serokkomariyê ye û hewl dide rejîmeke otokratîk ku Ewropa jê nerazî ye înşa bike.

Gelo Erdogan Hîtlerê nû ye?

Dîsa di heman kovarê de bi şanenava Franz-Olivier Giesbert nirxandinek li ser Erdogan hat kirin û wiha hat gotin: “Gelo Erdogan Hîtlerê nû ye?”Giesbert destnîşan dike ku muqayesekirina Hîtler û Erdogan dê ewqasî jî ne rast be, lê li gel vê yekê jî rêbazên xurtbûna Hîtler û Erdogan ji gelek aliyan ve dişibin hev.

 

Jêderk: erojname


Bêjeyên Miftehî