1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Lebrûjah qala Rojava kir
Lebrûjah qala Rojava kir,lebrûjah,qala,rojava,kir

Lebrûjah qala Rojava kir

Rojnamevanê Fransayî Lebrûjah piştî karekî ji 5 salan, pirtûka bi navê "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de fêhmkirina Rojava" amade kir. Lebrûjah dibêje, armanca wî eşkerekirina rastiya li Rojava ye

A+ A-

 

Rojnamevanê Fransayî Raphael Lebrûjah li ser Rojava û projeya Rojava pirtûkeke nivîsî. Pirtûka bi navê "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de fêhmkirina Rojava" beriya niha bi demeke kin ji aliyê weşanxaneya Croqûantê ve hate weşandin.

Rojnamevanê ciwan ku bi rêk û pêk çû herêmên Kurdan û di nava gel de geriya, ji ANF'ê re qala konfederalîzma demokratîk, çavdêriyên xwe, metirsî, kêmasî û projeya Rojava kir.

Lebrûjah di pirtûka xwe de ji aliyê leşkerî, dîrokî, siyasî, aborî, bîrdozî û jeopolîtîk de agahiyan dide û têkoşîna piralî ya li Rojava di encama karekî 5 salan de vegot. Nivîskarê pirtûkê Lebrûjah got, "Min hewl da fêhm bikim bê bi vî şerî re çi tê nixumandin. Piştre min dest bi lêkolînê kir û di encamê de ez bi konfederalîzma demokratîk hesiyam."

Lebrûjah ku piştre gelek caran çû herêmê û hewl da rastiyê bibîne, ji bo raya giştî jî karibe bibîne û fêhm bike, dest bi nivîsandina çîrokekê kir. Lebrûjah dike ku ev şoreşa wekhev, femînîst, ekolojîk û demokratîk ku di nava dîktatoriyên herî dijwar de bi reng û şêweyê xwe yê resen derkete holê, dikare nêrîna siyasî ya pêşverû ya tevahiya cîhanê xwedî bike.

Lebrûjah bal kişand ser gelek agahiyên kêm û şaş ên li ser herêmê dihatin weşandin û li ser sedema amadekirina vê pirtûkê got, "Gelek kesên ji xwe re digotin 'pispor' in, li ser Rojava tiştên ne rast dinivîsandin. Diviyabû rastî bihata eşkerekirin. Armanca pirtûkê jî ev e. Bi vê pirtûkê re hate xwestin, civaka Fransayê rewşê baştir fêhm bike û xwe ji dezenformasyonê vebigire."

ROJAVA FIRSENDÊN KU DERKETIN HOLÊ BI KAR ANÎ

Lebrûjah anî ziman ku li Rojava ji aliyekî ve bi pêşengiya tevgera Kurd projeya civakî ya demokratîk geş bû, li aliyê din jî li gel hêzên cuda têkoşîneke piralî hate kirin. Lebrûjah li ser tifaqa Kurdan a bi hêzên mezin re got, 'lihevcivîna berjewendiyan' û çend mînak da: "Rojava firsendên ku derketin pêşiya xwe bi kar anî. Çekên ku li dijî DAÎŞ'ê jê re hate dayin, wê çima red bikira? Eger Fransayê li derveyî faşîstan çek bida Spaniyên komarger, wê her kesî jê re li çepikan bixista! Li ser berjewendiyan li hev civiyan û baş e ku ev yek bû. Ya girîng ew e ku Rojava li ser xeta civaka azadî, wekhevî û demokratîk e û ji vê xetê dernakeve."

AŞTÎ Û DEMOKRASIYA JI BO GELÊ HERÊMÊ BI PROJEYA ROJAVA DIBE

Rojnamevan Lebrûjah got, eger wê qala demokrasî û aştiyê ji bo gelên herêmê bê kirin, pêwîstiya Rojhilata Navîn herî zêde bi projeya alternatîf a li Rojava heye û wiha pê daket: "Pêwîste Rojava di nava karê sereke yê hemû rêxistinên navneteweyî yên ku mafên mirovan û demokrasiyê dixwazin, cih bigire. Bi dîtina min ev yek wê gelekî bi kêrî wan were. Û pirtûka min jî balê dikişîne ser vê mijarê."

LI CÎHANA ROJAVA BALA KÊ LI SER VÊ PROJEYÊ YE?

Li cîhana Rojava bala kê li ser vê projeyê ye? Lebrûjah destnîşan dike ku di rêza yekemîn de yên ku bala xwe li ser ser in, Lîberterî ne, lê belê divê civak tev xwedî lê derkeve.

Lebrûjah dibêje, "Rojava qala têkoşîna civaka sivîl a li dijî netewe dewletê dike. Gelekî girîng e ku hemû hêzên pêşverû li pêşketina ne madî ya Rojava binerin û projeyên xwe ji nû ve binirxînin. Mijarên; hevserokatî, xweseriya demokratîk, hevsengiyeke baş a navbera ekolojî, civak û dewletê, her kesî eleqedar dike."

PIRSGIRÊKÊN DEMOKRATÎK ÊN LI FRANSAYÊ JI YÊN LI ROJAVA ZÊDETIR IN

Lebrûjah diyar dike, li gorî Rojava di nava civaka Fransayê de pirsgirêkên demokratîk zêdetir in: "Dixwazim vê yekê bêjim; di nava civaka Fransayê û rêxistinên siyasî yên Fransayê de, ji pirsgirêkên li Rojava bêhtir pirsgirêkên demokratîk hene. Sermeselê; komên ser bi fraksiyonên Kurd ên mûxalefetê li otorîteyên li Rojava dikin, sala 2013'an rê li ber tevdanekê vekirin. Lê belê heta kêliya dawî bêyî dilopek xwîn birije, pêşî lê hate girtin. Bi şertê destberdana ji vê hewldanê, hemû hatin berdan. Eger ev li Fransayê bibûya û hikumet desthilatdariyeke çepgir jî bûya, wê bi salan ceza li van kesan bihata birîn. Li Fransayê di dema meşeke mûxalîf de ji ya li Rojava bêhtir mirov birîndar dibin. Lê dîsa jî divê mirov rewşa metirsîdar bibîne, hay jê hebe û ev yek jî şêweyekî destekdanê ye. Li Sûriyeyê ku şîdet timî lê giran dibe, di nava şert û mercên şerê navxweyî de li Rojava hurmet ji mafên mirovan re tê dayin. Li vê herêmê xwedîderketina li dewleteke hiqûqê jî rewşeke bêhempa ye."

METIRSIYA QIRKIRINÊ MEZIN E

Bêguman astengiya herî mezin a li pêşiya vê projeyê, Tirkiye ye. Rojnamevan Lebrûjah bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê ya jî komên bi navê 'cîhadîst' û ev yek analîz kir.

Lebrûjah li ser dijberiya dewleta Tirk a li Rojava û Kurdan wiha got, "Bi rengekî vekirî dixwaze pêşî li pêşketina gelê Kurd bigire, gel asîmîle bike û bi demê re tasfiye bike. Metirsiya qirkirinê ya dewleteke înkarker, bi qasî qirkirina Ermenan mezin e."


Bêjeyên Miftehî