1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan daketin qadê
Li Amedê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan daketin qadê,li,amedê,bi,hezaran,kes,ji,bo,azadiya,ocalan,daketin,qadê

Li Amedê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan daketin qadê

Li Amedê bi hezaran kes ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe didin mîtîngê

A+ A-

Bi pêşengiya TJA (Tevgera Jinên Azad) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi slogana “Wê tecrîd têk biçe, wê azadî bi ser bikeve” li Amedê li Qada 5’ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) mîtîng tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve, gel ji bo biçe qada mîtîngê berê xwe dan qadê. Di saet 12.00’an de piştî lêgerînê, gel ket qadê.

‘WÊ BI BERXWEDANÊ AZADÎ BI SER BIKEVE’

Rojnamevanên ku di deriyê protokolê ketin hundir jî piştî kontrola nasnameyan û GBT’ê ji bo demekê hatin rawestandin. Jin, zarok, ciwan, kal û pîrên ku berê xwe dan qadê jî govend gerandin. Li qadê sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ hatin berzkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlementerên HDP’ê beşdar bûn.

Hat diyarkirin ku wê nameya Wekîla Serokatiya HDP’ê Çaglar Demîrel jî were xwendin û hunermend Yasemîn Goksu, Hediye Vîranşehîr û Helîmê Omerî wê derkevin ser dikê.