1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cannesê wê fîlmekî li ser şervanên jin ên Kurd bê nîşandan
Li Cannesê wê fîlmekî li ser şervanên jin ên Kurd bê nîşandan,li,cannesê,wê,fîlmekî,li,ser,şervanên,jin,ên,kurd,bê,nîşandan

Li Cannesê wê fîlmekî li ser şervanên jin ên Kurd bê nîşandan

Bernameya îsal a Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî diyar bû. Di nav 18 fîlman de ku wê ji bo 'Palmiyeya Zêr' bikevin pêşbaziyê fîlmeke ku qala têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike heye

A+ A-

  • ALÎ GULER / PARÎS / ANF

Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî ku li cîhanê navder e, îsal cara 71’an çêdibe. Bernameya festîvala ya îsal Perşemê li Parîsê ji hêla serok Thîerry Frêmaûx ve hate ragihandin.

Di festîvala îsal de bi giştî 18 fîlm wê ji bo xelata mezin ‘Palmiyeya Zêr’ pêşbaziyê bikin. Festîval wê bi fîlma derhênerê Îranî Asghar Farhadî, Everyboody Knowsê dest pê bike û her wiha di serî de di beşên ‘Pêşbaziya Sereke’, ‘Derî pêşbaziyê’, ‘Awireke Diyar’, ‘Nîşandanên Taybet’ û ’15 rojên taybet’ wê di hemû beşan de fîlm werin nişandan.

Di pêşbaziyê de fîlma bi navê Keçên Rojê (Girs of the Sun) jî hebe, ku behsa şerê jinên Kurd ên dijî DAÎŞ’ê dike û derhênera fîlm Eva Husson a Fransiz e. Fîlm têkoşîn û berxwedana jinên Kurd vedibêje.

BERXWEDANA KEÇÊN ROJÊ YÊN LI DIJÎ DAÎŞ’Ê

Berxwedan û têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê di qada navnetewî de deng vedide. Derhênera Fransiz Eva Husson jî têkoşînên jinên Kurdan ên li dijî DAÎŞ’ê, ku Rojhilata  Navîn kirin gola xwîne tîne ser perdaya spî.

Fîlmê bi navê Keçên Rojê payiza 2017’an hate girtin. Fîlm ji hêla DAÎŞ’ê ve dagirkirina bajarekî Kurdistanê yê bi navê Gordyenê (Di Wîkîpedîayê de navê Çiyayê Cûdî ye) û li dijî vê dagirkirinê berxwedana komeke jinên şervan dibêje.

Di fîlm de têkoşîna komeke jineke şervan tê gotin ku jineke bi navê Bahar ku dema bajar tê dagirkirin êsîr dibe û piştre xilas dibe û dibe lîderê komê. Di fîlm de azadî, berxwedan û lehengî dertên pêş.

Fîlm bi çavê nûçegihaneke Fransiz tê gotin ku şahidiyê ji sê rojên pêşî yê dagirkirina bajêr dike. Di fîlm de lîstikvanên bi navê Golshîfteh Frahanî, Emmanueller Bercot û Zubeyde Bulut dilîzin. Zimanê fîlm ku bi derhêneriya Fransiz, Swêd, Belçîka û Gurcîstanê ye bi Fransî, Kurdî, Erebî û Ingilizî ye.

FÎLMÊN DÎ YÊN KU JI BO ‘PALMIYEYA ZÊR’ KETINE PÊŞBAZIYÊ

Li gel fîlma ‘Keçên Rojê’ ya Husson her wiha 71 fîlmên dî jî di festîvalê de wê bikevin pêşbaziyê. Navê fîlman:

1-Todos lo Saben (Everybody Knows) – Asghar Farhadî

2-En Guerre (At War) – Stêphane Brizê

3-Dogman – Matteo Garrone

4-Le livre d’image – Jean-Luc Godard

5-Netemo Sametemo (Asako I & II) – Ryusuke Hamaguchi

6-Plaire Aimer et Courir Vite (Sorry Angel) – Christophe Honorê

7-Girls of the Sun – Eva Husson

8-Ash is Purest White – Jia Zhang-Ke

9-Shoplifters – Kore-Eda Hirokazu

10-Capharnaum (Capernaum) – Nadine Labaki

11-Buh-Ning (Burning) -Lee Chang-Dong

12-BlacKkKlansman – Spike Lee

13-Under the Silver Lake – David Robert Mitchell

14-Three Faces – Jafar Panahi

15-Zimna Wojna (Cold War) – Pawel Pawlikowski

16-Lazzaro Felice – Alice Rohrwacher

17-Yomeddine – A.B Shawky

18-Leto (L’Ete) – Kirill Serebrennikov