1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li DYA´yê bahoza herî dijwar a salên dawî
Li DYA´yê  bahoza herî dijwar a salên dawî,li,dya,yê,bahoza,herî,dijwar,a,salên,dawî

Li DYA´yê bahoza herî dijwar a salên dawî

Tê payin, bahoza Harvey ku bahoza herî dijwar a salên dawî ye, di saetên pêş de bigihêje Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Gelek bajarên li eyaleta Teksasê ji ber vê yekê hatin valakirin

A+ A-

Bahoza ku li Atlantîkê leza wê digihêje 190 kîlometre saetê, piştî bahoza Wîlma ya sala 2005'an ya herî dijwar e.

Li gorî daxuyaniya Navenda Bahozê ya Neteweyî (NHC) a li Mîamî, bahoza Harvey 'gelekî mezin e' û 'kujer' e. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bahoz wê li gorî dema Teksasê saet di 01:00 de bigihêje qada bejahî.

Ji ber bahozê, li herêmên Teksasê yên bi 500 kîlometeyî li dora Okyanûsê ne, alarm hate dayin. Li gelek bajaran mirovên sivîl tên derxistin. Wekî din, li du baregehên deryayî yên Amerîka û hin parzûngehên petrolê tedbîr hatin zêdekirin.

Serokê DYA Donald Trûmp li ser xeteriya bahozê daxuyaniyek da û bi rêya medya civakî hişyariya "ji bahozê re amade bin" da gel.